Pergala dibistanê

Jibona koçberê bi Vîza

Pergala dibistanê - Jibona koçberê bi Vîza

© Colourbox.com

Perwerdehiya neçarî û lêçûnên wê

© Colourbox.com Perewdehiya neçarî li Almnyayê heye: Divê zarok giş neh salan biçin dibistanê. Li hin parêzgehan perwedehiya neçarî ji bo wan zarokan jî pêk tê ku hîn jî rewşa wan ya îqamet/mayînê ne diyar e. Sala xwendinê di meha tebax an îlonê de dest pê dike û heta hezîran yan tîrmehê dewam dike. Ev dem jî li gorî parêzgehan tê guhertin. Bi gelemperî zarok diçin dibistanên dewletê. Heqê dibistanê yê van dibistanan tune ye. Pereyin hindik li fotokopiyê, hin made û geştan diçin. Lê li dibistanê taybet divê tu pereyan bidî.


Cûreyên dibistanan

Gelek cûreyên dibistanan hene. Pergalên dibistanên parêzgehan jî cûrbicûr in. Hemû zarok  temenên wan 6 yan 7 sal dest bi dibistana seretayî dikin. Piştî pola çaran (Li hin parêzgehan pola şeşan) zarok diçin dibistana navendî. Gelek cûreyên dibistanên navendî hene. Bi piranî piştî sala 4an, pêşniyar dikin bê divê zaroka we di kîjan dibistanê de dewam bike. Dibistanên navendî  (polên 5-9/10) yên bi navê "Hauptschule" yan"Mittelschule". Zarok ji van destûrnameya dibistana navendî (Hauptschulabschluss) yan destûrnameya dibistana navendî ya amadeker distînin. Li dibistana navendî derstên tetbîqî yên wek nîgariya teknîkî û yan jî yên xebatgeh hene. "Realschule” an “dibistana navendî ya pispor” (pol 5-10) dibistana herî payebilind e ku ji wê derê destûrnameya "Realschulabschluss" dibistana pispor tê stendin. Piştî perwerdehiya navendî li "Hauptschule" yan "Realschule"  şagirt dikare dest bi perwerdehiya pîşeyî bike. Piştî perwerdehiya navendî, (heta pola 12an) tê. Di dawiya vê dibistanê de ezmûnej bi navê "Abitur" heye, ew ezmûn ezmûna qedandina lîseyê ye û piştî wê li zanîngehekê mirov perwedehiya xwe dewam dike. Li lîseyê, bi giştî, du yan sê zimanên biyanî yên wek ingilîzî û frensî tên werwerdekirin.

© Colourbox.com Li hinek parêzgehan dibistanên berfireh hene. Ew dibistan di nava xwe de, dibistanên navendî, navendî pispor û lîseyê di yek dibistanê de dihewîne. Gava ku zaroke dixwaze dibistana xwe biguherîne, wek mînak ji ya navendÎ ya asayî biçe ya navendiya pispor, ev tişt li vê derê dê hêsantir be. Lê ne ku mirovê li dibistanên cuda nikare dibistana xwe biguherîne, ew jî pêkan e lê ne ewqasî hêsan e. Li her parêzgehê dibistanên duzimanî heye, herwiha dibistanên alîkar, lîseyên pîşeyî û pispor jî hene.

Saetên dibistanê

Bi piranî saeta dawî ya dibistanê nîvroj yan piştî nîvrojê(saet 14 yan 15) ye. Piştî xelasbûna dibistanê zarok dikarin biçin  navenda zarokan(Hort), piştî nîvrojê dikarin li wir bimînin. Xwarina xwe li wir dixwe û alîkariya wî di çêkirina spartekên wî de dikin. Lê navendên zarokan yên piştî dibistanê bi pereyan e. Herwiha hejmara dibistanên rojê gişî jî hêdî hêdî zêde dibin. Zarok heta saet 16 yan 17 li van dibistanan dimîne.

Dersên dibistanê

Di dibistanê de gelek ders ji bo zarokan hene. Dersa sporê jî yek ji van dersan e. Di dibistana seratayî de hîn dersên law û keçan ji hev veqatandî nîne. Law û keçik dikarin bi hev re spor bikin. Di dibistanên din de law û keçik carinan bi hev re sporê dikin, carinan jî ji hev vediqetin. Bi piranî dersa avjenîkirinê (Schwimmunterricht) jî heye. Li dibistanê zarok fêrî gelek dersan dibin. Dersa werzişê jî tê de ye û di dibistana seretayî de kur û keçan ji hev venaqetînin û bi hev re werzişê dikin. Li dibistanên din carinan kur û keç bi hev re dikevin dersên werzişê carinan jî ji hev cuda dikevin wan. Dersa avjeniyê li gelek dibistanan heye. Li piraniya dibistanan dersa perwerdehiya xirîstaniyê jî heye. Lê zarok ne neçar têkeve vê dersê, divê ji serî de bê diyarkirin ku zarok nakeve vê dersê. Di şûna wê de zarok dikeve dersa exlaqê, lê li hin dibistanan dersên olên din (wek îslam û cihûyîtî)yê jî hene.

© Colourbox.com

Çalakiyên ji-dibistanê-der

Bi gelemperî zarok salê carekê diçin geştê. Ev geşt bi piranî 3-4 rojan didome. Hemû xwendevanên fêrgehekê bi hev re diçin bajarekî an devereke din. Rojên meşê jî tên lidarxisitin. Di wan rojan de bi zarokan re digerin. Hinek tiştan derbarê surişt, dîrok û çandê de hîn dibin. Herwiha aheng û şahÎ jî tên lidarxistin. Di van şahiyan de wek mînak şano yan jî konser tên çêkirin.

Dê û bav

Li her dibistanê nûneritiya malbatan heye. Em sazî ji dê û bavan pêk tê ku bi birêveberiya dibistanê re dixebitin. Salê çend caran yekitiya malbatan dicive. Di van civînan de dê Û bav agahiyên baş ji mamosteyan distînin û herwiha dikarin wan binasin jî. Ji bilî wê jî dikarin jivaneke taybet ji mamosteyî bixwazin û bi awayekî taybet pê re bicivin. Ji vê civÎna bi malbatan re tê gotin û bi giştî gava kêşeyek li dibistanê çêdibe yan jî ji bo ku hÛn rewşa zarokê xwe hîn bibin hûn dikin.

Jibona penabera

Pergala dibistanê - Jibona penabera

Dibistan

Li Almanyayê çûyîna dibistanê mecbûrî ye. Ev tê wê wateyê ku divê zarok  9 salan biçin dibistanê. Zarokên penaberan jî mecbûr in ku biçine dibistanê. Lê belê divê berî dest bi dibistanê dikin, çend hefteyan bisekinin. Parêzgeh bi tena serê xwe biryar didin ku, divê hûn çiqasî bisekinin/li bendê bin. Carinan ev tenê çend hefteyan didome, lê belê carinan jî heta 6 hefteyan didome. Şert û merc ew e ku: Mirov nema bikarexaniyê penaberiyê bimîne. Heke mirov di saziya diyarkirî de rûnê, zarok dikarin biçine dibistanê.

Hûn dê ji birêveberiya nufûsê alîkariyê bistînin. Kesê rayedar pêwendiyekê bi dibistaneke guncav re datîne. Piştre, hûn dê dibistan û mamosteyê xwe binasin.

Zarok û cîwanên nikarin bi Almanî biaxivin, di destpêke de diçin dibistaneke taybet û fêrî Almanî dibin, li nik vê gelek tiştan di derbarê çanda Almanî de jî hîn dibin. Ji van polan re polên bixêrhatinê an jî polên derbasbûnê dibêjin. Ev pol; destpêka di dibistana Almanî de hêsantir dike. Mamoste bi dilxweşî pişgiriya we dikin û her dem pirsên we dibersivînin.

Çûyîna dibistanekê ji bo zarokên penaberan belaş in. Wekî mînak ger zarok bi otobûsê biçin dibistanê, ne mecbûr in ku pereyê rê bidin. Li nik vê, ji bo fîravîna di dibistanê de, ji bo ger û seyranekê an jî pirtûkan ne hewce ye ku pere bidin. Ji bo ku alîkariyeke aborî bigirin, divê çend belge bên têjî kirin. Agahiyan hûn dikarin ji şaredariyê bistînin.
Îdareya Nufûsê (das Einwohnermeldeamt, die Einwohnermeldeämter): Hûn bar kir bajarekî din? Naxwe divê hûn serî lê bidin. Ji bo vê hûn diçin îdareya nufûsê (Das Einwohnermeldeamt). pêwîst e ku hûn pasporteke guncav an jî belgeyeke din hûn bînin ku nasnameya we diyar dike.
Eyale/Herêm (das Bundesland, die Bundesländer): 16 herêmên Almanyayê (Bundesländer) bi hev re Komara Federal ya Almanyayê pêk tînin. herêmek (Bundesland) hema erdekî mezin wekî Bayern, Hessen yan jî Nordrhein-Westfalen e. Bajarên bi tena sere xwe herêm in jî hene, wekî mînak Berlin û Hamburg wisa ne. Her herêmek bi parlamentoya xwe (Landtag) xwedî hikûmeta xwe ye (Landesregierung). Parlamentoya herêmî dikare di derbarê hin tişên diyarkirî de bi xwe biryaran bistîne, wekî mînak di qadên perwerde û çandê de. Lê bele, biryarên giringtirîn hikûmeta navendî (Bundesregierung), ango hikûmeta hemû Almanyayê digire.