Arbeitssuche Foto: © colourbox.de
Jibona koçberê bi Vîza

Ruxseta Xebatê

Hûn ji derveyî Yekitiya Europayê (YE) an jî ji derveyî Qada Aborî ya Ewropayê tên? Vêca pêwîstiya we li Almanyayê bi ruxseta xebatê heye (Arbeitserlaubnis an jî Arbeitsgenehmigung). Li ser belgeya we ya destûra mayînê dinivîse bê mafê we yê xebatê li Almanyayê heye yan na û ew maf heta kengî ye. 

Sertîfîka û Danasîn

Hûn li welatê xwe xwedî perwerdehiyeke pîşeyê ne û xwedî dîplomayekê ne? Divê hûn van sertîfakayan/belgeyan wergerînin û bidin tesdîqkirin. Tesdîqkirin ew tişt e ku daîreyeke fermî rastiya belgeya kontrol dike. Baştir e ku  saziyên rayedar yên welatê we vî karî bikin. Carinan ihtimal heye ku destûrnameya we li Almanyayê li neyê qebûlkirin. Baştir e ku berî hûn werin, hûn li welatê xwe kontrol bikin (Pesenkirin Dîplomayên Biyanî/ die Anerkennung ausländischer Abschlüsse). Li ser malpera bi navê ‘’Anerkennung İn Deutschland (Li Almanyayê pesendkirina destûrnameyan) hûn dikarin bêhtir agahiyan bistînin.

Li Almanyayê pesendkirina destûrnameyan

Cihên Vala

Hûn xwedî ruxseta xebatê ne? Dûre hûn dikarin ji xwe re li cihekî bigerin. Gelek îmkan hene: Mirov dikare li ser înternetê, di rojnameyê de an jî bi riya navenda karî (Arbeitsagentur/das Job-Center) fersendên karî (îlan) bibîne. Bi piranî di rojnameyan, tenê derfetên karî yên herêma we hene, lê belê ew îlan rojane in. Li ser înternetê jî gelek fersendên karî hene, lê  belê ew herdem ne rojane ne. Navenda karî (Das Job-Center) alîkariya we dike û ji we re li cihekî guncav digere, lê belê hûn dikarin rasterast ji fîrmayekê jî bipirsin. Carinan li wan deran hin cihên vala hene, lê wan ew li ser înternetê an jî di rojanmeyê de ranegihandine. Herwiha carinan ji malpera fîrmayekê bi xwe jî, mirov dikare ji xwe re karekî peyda bike. 

Û navenda agahiyên mijarên pîşeyî  (das Berufsinformationszentrum-BIZ) ya navenda karî jî heye: Li wir hûn dikarin  fersendên karî û gelek agahiyên derbarê pîşe û karî de bibînin. Herwiha hûn dikarin  profîlê xwe têxina malperên wan ya navenda karî û peydakirina karî. Heke hûn nizanin bê  hûn dikarin çi karî bikin an jî dixwazin çi bikin, BIZ xîzmeta şêwirdariya pîşeyî jî dide we.

Û dibe hûn li şîrketekê  stajekê (Praktikum) bikin ku dê bi kêrî we were: Hûn hînî kar dibin û pêwenendiyan bi dest dixin.

Serîlêdan

Serîlêdan pêngava pêşîn ya têketina bazarê ye. Belgeyên serîlêdanê gelekî giring in. Pêwîstî bi çend tiştan heye; nameyekê pêwîst e ku fîrmayekê nivîsîbe, wêneyekî baş yê ji bo serîlêdanê, CVyek (Lebenslauf) û sertîfîkayên we (Bi Almanî) jî pêwîst in. Navenda Agahiyên Mijarên Pîşeyî  (das Berufsinformationszentrum (BIZ) li Almanyayê xebatan li dar dixe. Di wan xebatan de diyar dike bê divê serîlêdana karî çawa be û diyar dike bê dîdariya karî jî divê çawa be. 

Li gelek bajaran, şêwirdarî ji bo koçberan hene. Li vir dema ku hûn ji xwe re li karekî digerin, alîkariya we dikin û di serîlêdanaji bo karî de jî alîkariya we dikin (Lê binhêrin: BAMF - Bundesamt für Migration und Flüchtlinge, ango daîreya federal ya ji bo koçber û penaberan). Ji bo mirovên ciwan yên ji temenên wan kêmî 27 salan e, li daîreya xizmeta ciwan û koçberan şêwîrdariyeke taybet heye.

Jibona penabera

Xebat

Di sê mehên pêşîn yên li Almanyayê ji bo penaberan  qedexeya xebatê heye. Dem li gorî wextê qeydkirina li bikarexaniyê penaberiyê diguhure. Cara yekem, mirov dikare piştî sê mehan ji bo cihekê karekî serî lê bide. Lê belê her penaberê ku daxwaza penaberiyê kiriye, nikare bixebite. Penaberên ji welatên ewle yên behskirî heta bidawîbûna kirariyên pênaberîyê nikarin bixebitin.

Hûn dixwazin piştî sê mehên xwe yên li Almanyayê êdî bixebitin? Vêca divê hûn destpêkêruxsetekê ji daîreya biyaniyanbistînin. Di destpêkê de di hilbijartina karî de gelek derfetên we nînin. Lê belê ev rewş, hûn çiqasî li Almanyayê bin, diguhure.

Heke hûn wekî penaber bi awayekî fermî li Almanyayê bên qebûl kirin, êdî hûn dikarin bixebitin. Şert û sînoreke din nîne. Hûn wekî penaber fermî hatin qebûl kirin? Di vê rewşê de destûrdana ji bo xebatê di teqdîra daîreyê de ye.

Peydakirina Karî

Hûn dixwazin karekê ji xwe re peyda biki? Vêca hûn dikarin biçin navenda karî. Navenda karî navbeynkariyê dike ji bo kargehan. Hûn ji wir dikarin alîkariyê bigirin.

Arbeitsagentur: Jobbörse

Lê belê însîyatîfên din yên ji bo penaberan, ên di navbeynkariya ji bo peydakirina kargehekê nû de alîkariyê dikin jî hene. Li ser înternetê gelek panoyên karî (Jobbörsen) ên cihê hene. Li wir hûn jî dikarin xwe bidin qeyd kirin.

workeer.de: Jobbörse für Flüchtlinge

jobbörse.de: Jobbörse für Flüchtlinge

We ji xwe re cihek peyda kir? Dûre daireya biyaniyan cara destpêkê diceribîne ka yekê (î) din yê ne hevwelatiyên Yekitiya Ewropayê (EU-Bürger) ji bo wî cihê guncav in an na. Navê vê ‘‘Vorrangprüfung‘‘ (Pêşîkîdayîn) e. Heke hevwelatiyekê (î) Yekitiya Ewropayê ji bo cih tune be, hûn ruxseta xebatê bi dest dixin. Navenda karî êdî mecbûr e ku pesend bike.

Hûn xwedî perwerdehiyeke pîşeyê-destûrnameyekê ne an jî hûn xwedî dîplomeya zaningehekê ne? Vêca divê belgeyên we ji bo danasînê bên ceribandin. Belgeyên we li Almanyayê bê danasîn, hûn zûtir ruxseta xebatê digirin. Dûre dê ‘‘Vorrangprüfung‘‘ (Pêşîkîdayîn) nayê kirin. Ji bo agahiyên zêdetir di derbarê danasînê de nîvîsara ‘’Studium und Berufsausbildung’’ bixwînin.

Li Almanyayê a niha sinetkar-zanaatkar (karên ku hostetiyê dixwazin) an jî di hin qadên wekî hemşîretê hewceyî bi hêza karkirinê heye. Hûn ji bo van pîşeyan bi wesf û zana ne? Vêca ‘‘Vorrangprüfung‘‘ nîne.

Pirsên kû herî zêde tên pirskirin

Gelo, wergera karneyan merc e?

Gelo kî dikare wergera belgeyên min bike.

Gelo ez dikarim navzeda ango talebnameya xwe bi inglizî binivîsim?

Tu bersîva navzeda min nayê. Wê demê, ezê çi bikim?

Gelo kopiyayên rastandî ji bo navzeda min pêwîst in?

Çima wek penaber di heman demê de destûra karkirinê nayê dayîn?

Schule, Ausbildung, Studium

Xwendin û perwedehiya pîşeyî

Wohnen Foto: © colourbox.de Pêngava Yekem li Almanyayê

Rûniştin

Berufsausbildung Foto: © colourbox.de Schule, Ausbildung, Studium

Informative Graphics