Freizeit Foto: © colourbox.de
Jibona koçberê bi Vîza

Di demên xwe yên vala de dikarî çi bikî? Gelek derfet hene ku tu li li bajarî dikarî bikî:

Çand

Tu ji çalakiyên çandî û çandê hez dikî? Li gelek bajaran cih û tişt yên wek mûze, şano, sînema û konsereyan hene. Vê dawiyê, salonên sînemayê filmên resen yên navnetewyî (OmU)bi binnivîs nîşan didin. Mirov li pirtûkxane û pirûkxaneyên giştî yên bajarî belaş an bi bi pereyin hindik dikare pirtûkan bixwîne, li muzîkê guhdarî bike yan jî li filman temaşe bike an jî CDyên kirê bikin: wan bibî malê û dûre wan vegerînî. 

Navendên perwerdekirina mezinan, komele û kulûb

Li gelek cihan gelek navendên perwerdekirina mezinan hene. Bi taybetî jî  kûrs ji bo mezinan hene, wek mînak kûrsên dansê yan jî yên zimanî, tu dikarî lînka jêrê bi kar bînî ta ku tu nêzîktirîn navenda perwerdekirina mezin ji xwe re peyda bikî: www.vhs.de 

www.vhs.de

Tu ji werzişê hez dikî? Li malên gelî, gelek kûrsên cûrbicûr yên gelek werzişan hene. Lê dîsa jî tu dikarÎ biçî hawiza giştî ya avjeniyê yan jî kulûbeke  werzişê. 

Bi piranî kampanyayên taybet ji bo dêbav û zarokan yên belaş hene. Wek mînak ji bo zarokan komên lîstikan tên duristkirin.

Park û Surişt

Tu ji gerê hez dikî? Park li hemû bajarokan hene. Li her parkê yarîgehên zarokan hene. Bş giştî tu dikarî belaş seredana wan bikî. Tu dikarî li bexçeyên botanîk ji xwe re li riwekên taybet binerî. Li bexçeyê ajalan jî mirov dikare hemû cûreyên dinyayê yên heywanan bibîne. Bi giştî ji bo bexçeyên ajalan û bexçeyên botanîk piçek pere tên dayîn. Li gelek herêman, daristan, deryaçe û çiya hene, heta dibe ku tu nêzîkî deryayê bi xwe jî bijî.

Li mala xwe

Li malê gelek mirov hez dikin li televzyonê tameş dikin yan jî li radyoyê guhdarî dikin. Li Almanyayê, her xaniyek mecbûr e ku qeyda xwe ji bo televzyon, radyo yan jî kompûterê çêke û her meh pereyekî biçûk bide. Buhayiya wê jî niha  mehane 17,98 Euro ye. Eger pereyên te zêde tune bin, ne pêwîst e tu ti tiştî bidî. 

Belkî hewş yan jî şaneşîna avahiya te heye. Tu nikarî her tiştî li van deran bikî. Wek mînak destûr tune ku tu menqelê li wê derê çêkî. Di rêziknameya avajiyê de tê tevahiya hûrgiliyan derbarê van meseleyan de bibînî. 

Herwiha ji bo demên te yên vala tu dikarî li malpera bajarê xwe yan cihê jiyana xwe agahiyan derbarê derfetên tijîkirina dema xwe ya vala de peyda bikî.

Jibona penabera

Spor (Werzîş)

Li Almanyayê mirov dikare hema hema li her derê spor bike. Gelek komeleyên spor û fîtnes stûdio (Fitness Studio) hene. Li gundên biçûk jî komele yên xwedî fersendên mezin hene. Wekî mînak bi piranî fûtbol, voleybol, reqs (dans) û gelek tiştên din hene. Mirov pereyekê endambûnê dide, bi vê peredayînê mirov dikare li komeleyê spor bike.

Li Almanyayê Fûtbol nemaze bi nav û deng e. Lê belê mirov dikare bêyî ku biçe komeleyekê dikare fûtbol bilîze. Li derve mirov li ser şînahiyekê an jî li parkekê dikare fûtbol bilîze. Li vir hûn dê ji Bundesamt für Migration und Flüchtlinge, ango daîreya federal ya ji bo koçber û penaberan) di derbarê spor û komeleyan de gelek agahiyan peyda bikin.

Fersendê Din yên ji bo Dema Vala

Gelek saziyên fermî xwedî bernameyên dema vala ne ji bo cîwan û temenmezinan. Hûn ji xwendinê kêfxweş in. Dûre hûn dikarin biçin pirtûkxaneyeke fermî. Li gelek pirtûkxaneyan berbameyên taybet ji bo pênaberan hene. Agahiyên di derbarê fersendên din yên dema vala de hûn dê di nêzîkê xwe de, li şêwîrmendiya koçberan, li komeleyan û komeleyên xweşiyê.  

Pirsên kû herî zêde tên pirskirin

Ez nû li Almanyayê me. Ez çawa dikarim bikevim têkiliyê bi insanên hawirdor re?

Ez çawa dikarim têkilî bi hemwelatiyên xwe ava bikim?

Di bajarê xwe de hewza avjêniyê li ku heye?

Ez dixwazim biçim konsêrê. Di rojên pêş de kîjan konsêr di bajarê min de hene?

Kîjan rojname di bajarê min de hene?

Ez ji internetê û komputeran fehm nakim. Kî alîkarî dike?