Man sieht eine Straße in Berlin mit vielen Menschen, die über die Straße gehen und einem Bus und Trams im Hintergrund. © Goethe-Institut

Payatî û bi duçerxeyê

Li gundan û li bajarên biçûk hûn dikarin peyatî bigihêjin cihê xwe. Li Almanyayê gelek mirov bi duçerxeyê diçin sûpermarketê yan jî karê xwe. Di gelek kolanan de riyên duçerxeyê hene. Cihên rêya duçerxeyê lê tune bin, divê temenmezin duçerxeyê li kolanê biajon. Zarok heta 8 saliya xwe  divê li ser riya meşînê biajon. Zarokên heya 10 salî dikarin li ser riya meşînê biajon. Ji bo peyayan û bikarhênerên duçerxeyan jî di trafîkê de rêgez hene: Wekî mînak hûn di lambaya sor de derbas dibin? An jî lambaya duçerxeya we xerabe ye? Heke polês vê bibîne, divê hûn pereyê sizayê (Bussgeld) bidin.

Ansicht auf einen Gehweg mit abgestellten E-Rollern und Fahrrädern, im Hintergrund drei junge Männer und ein Schild einer Curry-Wurst-Bude. © Goethe-Institut

Navgînên Veguhestina Giştî

Di bajaran de navgînên veguhestina giştîYÊN wekî trênên banlîyoyê, metro, tramway (Li başûrê Almanyayê ‚‘Trambahn‘‘ an jî bi kurtayî ‚‘Tram‘‘) û otobûs hene. (Fahrkarte) mirov bi piranî bîletan ji otomatên li îstasyonê trênan û rawestgehan dikire. Di îstasyonên trênan de gîşeyên firotinê ji bo kartan heye. Carinan mirov dikare bîletê di otobûsê de jî bistîne. Hûn dikarin karteke heftane an jî mehane an jî salane bikirin. Heke hûn zehf bi navgînên veguhestina giştî rêwîtiyê dikin ev guncavtir e. Bi piranî ji bo zarok, xwendevan, xwendekar, astengdar û  kal û pîran erzantir in. Anku kêmtir pereyan dide. Di otobûs û trênan de bîlet tên kontrolkirin. Heke hûn di kontrolê de bîleta (Fahrschein an jî Ticket) we tune be, divê hûn pereyên sizayê (Bußgeld) bidin. 

Di rawestgeh û îstasyonên trênan de hûn dikarin planên çûyînê (Fahrpläne) bibînin. Li ser planên çûyînê dinivîse bê kîngê otobûs  an jî trên diçin ku. Lê belê hûn dikarin li ser malperên gerînendeya trafîkê jî bixwînin.

In einer Unterführung sieht man ein Fahrrad, zwei E-Roller und beklebte Säulen, im Hintergrund fährt eine Tram vorbei. © Goethe-Institut

Bi Navgînê

Gelek mirov bajêr bi navgînên xwe jî rêwîtiyê dikin. Li bajaran cihên parkkirinê û otopark hene:  Tabelayên (Schilder) li koşeyên kolanan cihê parkkirinê nîşanî we didin. Bi piranî divê hûn ji bo van cihan pereyan bidin. Heke hûn navgînê diajon, divê herdem ajonameya we û belgeya tescîla navgînê bi we re be. Di kontrolekê de polês ji we van belgeyan dipirse.

Rêwîtî

Hûn dixwazin rêwîtiyê bikin û biçin bajarekê din yê Almanyayê an jî derveyî welatî? Vêca gelek derfet wekî trên, balafire û otobûs hene. Xalên rawestgehên otobûsan li gelek bajaran nêzîkî îstasyona sereke (Hauptbahnof) ne. Rêwîtiyên bi trênan bi giştî bi rêhesinê Almanyayê (Deutsche Bahn) tên kirin. Carinan kampnayayên taybet hene: Heke mirov zû bîletê veqetîne, mirov dikare bîleteke erzan bi dest bixe. Rêwîtî bi balafiran jî wisa ye. Keşteyên mezin jî ber bi behra bakur (Nordsee) an jî ber bi behra başûr ve diçin.

Ansicht auf ein Bahnhofsgebäude, oben ist ein abgeschnittenes Deutsche Bahn-Logo zu sehen, außerdem Wegweiser zu den Gleisen. © Goethe-Institut

Pirsên kû herî zêde tên pirskirin

Further questions? Write us via the contact form. We will forward your questions anonymously to the advisors of the youth migration services.

Contact form