Integrationskurs Foto: © colourbox.de
Jibona koçberê bi Vîza

Beşdarbûn

Êdî tu li Almanyayê yî û tu dixwazî fêrî zimanê almanî bibî: Ji bo vê tu dikarî serdan kûrsên entegrasyonê bikî. Eger tu nikaribî bi almanî biaxivî yan tu hindik diaxivî, tu neçarî beşdarî kûrsê bibî, anku tu neçarî biçî kÛrsa entegrasyonê. 

Daîreyan biyaniyan Belgeya şiyana beşdarbûna kûrsa entegrasyonê dide we û lîsteya dersxaneyên perwerdekirina zimanî dide we. Dûre tu dikarî li dibistanên zimanî li herêma xwe bigerî û li wir xwe qeyd bikî. 

Herwiha tu dikarî navnîşanên kûrsên entegrasyonê di girêdana mijarên giring peyda bikî. Dûre tu dikarî bi xwe li herêma xwe li navendên dersder bigerî. Encam dê agahiyên wek hejmara telefonê û navnîşê ji te re li ser xerîteyê bixuyê. 

Diyarkirina astê, xwendin û ezmûn

Piştî xweqeydkirinê, hûn li dersxaneyê dikevin ezmûneke diyarkirina astê. Li gorî encmana ezmûnê diyar dibe bê kîjan kûrs ji we re baş e. Divê ji bo her dersekê 1.20 EURO bidî, lê eger pereyên te hindik bin wê çaxê tu ti tiştî nadî û dê pereyên çûnûhatina te jî bidin. Kûrsa entegrasyonê ji ziman û dersên rêberiyê pêk tê. 

Kûrsa asayî 600 saet e. Li vir mirov fêrî mijarên jiyana rojane, anku zimanê mijarên  wek kirrîn û firotin, bicihbûn, navgînên medyayê, zarok û mijûlahiyên demên vala dibe. 

Di dawiya kûrsê de tê têkevî ezmûna dawî((Deutschtest für Zuwanderer)( ezmûna almanî ji bo biyaniyan). Piştî ezmûnê tu yê "Zertifikat Integrationskurs” destûrnameya kûrsa entegrasyonê bistînî. Tu êdî dikarî di asta A2 yan B1ê bi almanî bixwînî, binivîsî û biaxivî. Gelek karder dixwazin vê destûrnameyê bibînin. Herwiha di danûstendina te de bi daîreyên fermî wek daîreyan biyaniyan re jî dê pêdiviya te pê hebe. Eger hûn bixwazin bibin hevwelatiyê Almnyayê jî, dîsa destûrnameya entegrasyonê dê bi kêrî we were. 

Eger hûn ji ezmûna zimanî derbas nebûn? wê çaxê hûn 300 saetên din dersan bistînin û hûn dikarin dÎsa têkevin ezmûnê.

Kûrsên taybet

Ji bo kesên ku temenên wan ji 27 salan kêmtir e. kursên entegrasyonê yên taybet hene, kursên ciwanan yên entegrasyonê. Eger hûn perwerdehiyên bixwazin ew dê alîkariya we bike. Hûn dikarin agahiyan ji daîreya koçber û penaberan (Bundesamt für Migration und Flüchtlinge) wergirî. 

Li hin bajaran hinek kûrsên taybet wek kûrsên jinan, kûrsên xwendin û nivîsînê yan kûrsên lênerîna zarokan hene. Hûn dikarin agahiyan ji dersxaneyên zimanî bistînin.

Jibona penabera

Entegrekirin: Bi Almanî hînbûn

Kengî mafê penaberiyê da we, hûn dikarin beşdarî kûrseke entegrasyonê bibin. Berî vê mirov bi gelemperî xwedî mafê beşdarbûna kûrsa entegrasyonê nîn e. Lê belê rewşên awarte jî hene.

Kesên ku mafê penabertiyê dixwaze û perspektîva wî baş be dikarin daxwaznameyekê ji bo kûrsa entegrasyonê binivîsin. Perspektîfeke baş ji bo penaxwazan li gel destûra mayîna domdar (Aufenthaltsgestattung), destûra mayîna taybet (Duldung) an jî tezkereya îqametgehê (Aufenthaltserlaubnis) pêkan e. Hûn dikarin agahiyên zêdetir yên di derbarê şertên cihê de ji BAMFê (Bundesamt für Migration und Flüchtlinge, ango daîreya federal ya ji bo koçber û penaberan) de peyda bikin.

Êdî hûn dixwazin fêrî Almanî bibin? Vêca ji bo penaberan gelek îmkan hene. Zarok mecbûr in ku li Almanyayê biçin dibistanê. Heger zarok û ciwan neh sal neçûbin dibistanê, vêca divê bi daxwaza penaberiyê (Asylantrag) biçin dibistanê. Li wir fêrî zimanê Almanî û çanda Almanî dibin (Li ‘’Schulsystem’’ê’’ binhêrin).

Lê belê temenmezin jî dikarin hînî Almanî bibin û li hêviya  daxuyaniya penaberiyê bisekinin. Li gelek kampên penaberan mamosteyên xwebexş hene. Ew bê pere dersa Almanî didin.


Integration courses for asylum applicants     

Pirsên kû herî zêde tên pirskirin

Dersa entegrasyonê çi qasî berdewam dike?

Qursa entegrasyonê ya ciwanan çiqas didomîne?

Ez li ku dikarim tevlî qursa entegrasyonê bibim?

Ez naxwazim tevlî dersa entegrasyonê bibim. Ma gelo şert e?

Ma gelo, qursa rêdîtinê şert e?

Gelo, îmtîhana dawî ji bo min şert e?

Ez nikarim tevlî qursê bibim, wek nimûne ji ber ku ez nexweşim, yan jî zarokê min nexweşe. Wê demê, ezê çi bikim?

Gelo ez dikarim xwediyê kursê biguherînim?

Ji bo qursê çi lazıme?

Gelo, ez dikarim behnvedanekê bikim.

Gelo çima heqê her penaberê ji bo wergirtina qursa entegrasyonê tune ye?