Mehrsprachigkeit Foto: © colourbox.de

Her sal gelek mirov ji welatên din tên Almanyayê. Ji 20% nufûsa Almanyayê xwedî kokeke din ya çandî ye. Gelek ji van mirovan pirzimanî ne, eanku ne tenê bi zimanê xwe yê dayikê lê bi gelek zimanên dinên biyanî jî diaxivin. Gelek mirovên tên Almanyayê zimanê Almanî wekî zimanê biyanî yan jî zimanê duyemîn hîn dibin. Heke mirov zimanê welat an jî herêma ku lê dijî (Umgebungsprache) bizane, mirov dikare bi mirovên wê derê baştir pêwendiyan deyne û tevger û çûnûhatinên  wan baştir fêhm bike.

Avantajên Pirzimaniyê

Axaftina bi gelek zimanan di cîhana me de îro behreyeke giring e. Sînorên di nav welatan de îro ji berê sistir in û ji her dem bêhtir mirov barî welatên xerîb dikin. Çi kesê ji bilî zimanê xwe (Herkunftssprache) zimanekê din jî biaxive, dê gelek derfetên wî çêbibin. Him di jiyana taybet de him jî di pîşeyê de kesên pirzimanî di nav mirovên ji çandên cihê de navbeynkariyê dikin. Mirovên prizimanî xwedî behremendiyê navçandeyî ne. Ev tê wê wateyê ku dikarin şêweyên tevgerên mirovên din bi nerînê binirxînin. Zarokên koçberan yên ku li Almanyayê mezin dibin, zimanê dê û bavê xwe (Herkunftsprache - Zimanê dayîkê) bi piranî ji çêbûnê pê de bi awayekê sirûştî hîn dibin. Li gel hînbûna zimên zarok gelek tiştan di derbarê çand û kevneşopiyên welatê dê û bavê xwe de jî hîn dibin. Zarok bi piranî Almanî bi pêwendî û lîstikên li gel zarokên din û mezinan hîn dibin. Wekî mînak, li kreşan (Kita) an jî dibistanan hîn dibin. Ev zarok duzimanî (bilingual) mezin dibin.

Wateya Zimanê Almanî

Ji bo temenmezinan hînbûna Almanî giring e, ji ber ku ew bi gelek însanên li Almanyayê re diaxivin. Û axaftina bi zimanê derdorê ji bo entegrasyonê alîkariyeke mezin e. Berî her tiştî, heke zarok diçin dibistaneke Almanî, pêwîst e ew zarok bi almanî baş bizanin.

Înput û Output

Di hînbûna zimanekî de înpût û outpût gelek giring in. Input ew ziman e yê ku mirov guhdarî dike û dixwîne. Pêwîstiya mirovan bi pêwendiyên zimanî yên birêkûpêk heye, ya herî baş jî di rewşên rasteqîn de be. Divê input xwedî kalîteyeke (Qualität) bin, anku divê ji kesekî wisa were ku baş bi zimanê dayîkê dizane. Berî her tiştî, ji bo zarokan xwendina bijarte  şêweyekê gelek baş yê ‘’input’’ e.

Li nik input, output jî gelek giring e. Output ew ziman e yê ku mirov derdîxine holê, ango diaxive û dinivîse. Bikaranîna zimên ya mirovan pêwîst e. Ji bo axaftineke baş, pêwîstiya mirovî bi gelek îmkanan heye. Bikaranîn û axaftin û nîvîsandin ya di jiyanê de gelekî baş û giring in.

Heke hûn bi zarok an jî zarokên xwe li malê ne bi bi Almanî, nexasim bi zimanê xwe bipeyîvin, ji bo vê gelek derfetên cûrbicûr hene.

Wateya Zimanê Malbatê

Di gelek malbatan de dê û bav heman zimanî dipeyîvin. Ev zimana di nav koçberan de hema hema qet Almanî nîn e. Li gel vê zarokek dikare zimanê dê û bavê xwe hîn bibe. Wisa baş e ku, zarok li malê zimanê dê û bavê xwe biaxive. Bi vî awayê, zarok hinekî pêwendiyeke hestî bi zimanê dê û bavê xwe û çanda wan re datîne.

Zimanê zikmakî yê (Zimanê pêşîn, zimanê zikmakî) zarok û temenmezinan her dem pêwendiyekê bi agahiyên çandî, kevneşopî û nirxan çêdike. Divê malbat dev ji axaftina zimanê xwe bernedin, beravajî vê divê li malê bi zarokên xwe re û di malbatê de bikarbînin. Ji zarokan re gelekî giring e ku xweş  bi zimanê dayîkê bipeyivin. Bingeheke zimanî ya baş ya di zimanê dayîkê de mercê pêşîn e ta ku bikarin asteke baş ji zimanên din jî bi dest xin. Li bajarên mezin bi piranî kreşên duzimanî (biligual) û heta sêzimanî (trilingual) hene.

Mirovek Zimanek

Di hin malbatan de dê û bav heman zimanî napeyîvin. Gelek dê û bav li gorî şêweyê ‘’mirovek, zimanek’’ (eine-Person-eine-Sprache) tevdigerin. Ji dê û bavan her alî zimanê xwe yê resen (Herkunftsprache) bi zarok re diaxive. Zimanê malbatê, ango zimanê her du dê  û bav û zarok bi hev re diaxivin, carinan ji her du zimanan (Zimanê bavî an jî zimanê dê) yek e. Lê belê carinan jî ev zimanekî din yê sêyem e ku, yê ku dê û bav xweş diaxivin.

Aliyên giring yên fêrbûna pirzimanî

Di xwedîkirina pirzimanî de xwedîbûna pêwêndiyeke hestî ya dê û bavan ya bi zimanê zikmakî re giring e. Ya herî baş ew e ku, dê û bav ziman xwe yê zikmakî bi zarokê re bipeyîvin. Heke zimanekî malbatê hebe, divê ev ziman li malê her dem bê axaftin. Heke zarok nexwaze zimanekê bipeyîve divê zor lê neyê kirin. Divê dê û bav bal û dêhna xwe bidinê ku gotinên xwe bi ziman re zehf tevlihev nekin. Dê û bavên  ku pêwendiya wan bi zimanê zikmakî erênî ye; ji bo zarokan motîvasyoneke baş e ta ku, bikarin zimanê(n) dê û bavê xwe çêtir hîn bibin.

Piştgirtina zimanî ya zimanê pêşîn ji bo zarokan gelek giring e. Piştgirina zimanî ya zimanê derdorê jî bi qasî wê giring e.

Gelek cihên şêwirê hene ku di warê mezinkirina pirzimanî de alîkarî û piştgiriyê didin. Gelek şaredarî û sazî xwedî nivîsgeh an jî cihekê xebata navçandî (interkulturell) ne. Li vir hin kes dixebitin ku di derbarê bernameyên zimên û çandî de agahiyan û pêşniyarên sûdewar didin. Saziyên taybet jî xwedî cihên şêwirdariyê ne. Her wiha gelek navend hene ku (Zentrên) bi mijara pirzimaniyê û cûrbicûriya çandî ve  mijûl dibin. Heke mirov li ser înternetê ‘’interkulturelle Beratungstelle’’ (Cihên şêwirdariya pirçandî) an jî ‘’mehrspracihge Beratungstelle’’ (Cihên şêwirdariya pirzimanî) bigere, dê gelek lînk û agahî bên peydakirin.

Pêşxisitina zimanê almanî  yê zarokan

Her parêzgeh bername, şêwe û konseptên xwe yên taybet hene ji bo ku almaniya zarokan li zarokistan û dibistanên seretayî baş bike. Eger zarok nikaribe bi almanî biaxive, alîkariyê ji bernameyên piştgirtina zimanî werdigire. Wek mînak kûrsên amadehiyê yan jî dewrên piştgirtina zimanê almanî. Lê eger pêdiviya zarokî bi alÎkariyeke zêdetir hebe, gelek navendên şêwirmendiyê hene ku agahî û pendan didin.

Pişgiriya Zimanê Zikmakî

Zimanê pêşîn yê zarokan him li malê him jî di dezgehan de dikare were bipêşxisitin. Ji bo xurtkirina zimanê dayîkê, dê û bav dikarin birêkûpêk ji zarokên xwe re pirtûkan bixwînin, stranan bibêjin û lîstikan bilîzin. Her wiha hûn dikarin bi endamên malbata xwe re bi telefon an jî di Skypê de biaxivin. Heke hûn hin malbatan binasin ku zimanê we dipeyîvin û xwedî heman çand in û wisa zarok  dikarin bi hev re bilîzin û zimanê zikmakî biaxivin.

Gelek balyozxane (Konsulate) û komela ji bo zarokên dibistanê bernameyên piştgiriya zimên yê bi zimanê malê li dar dixin. Di vê dersê de zarok xwendin û nivisandina bi zimanê zikmakî hîn dibin. Û bi wî awayî gelek agahiyên derbarê jiyan û kevneşopiyên welatê xwe de bi dest dixin. Di hin parêzgehan de piştgiriya zimanî ya bi zimanê zikmakî di ‘’Regelschule’’ (dibistana birêkûpêk) de jî tê dayîn. Ev ders wekî ‘’muttersprachlicher Ergänzungsunterricht (MUE)’’ tê binavkirin.

Di înternetê de mirov dikare gelek komela û rêxistinên zimanî û komên çandî yên diyar peyda bike. Wekî mînak komên lîstikê ji bo zarokan, komelayên werzişê yan jî komên maseyê. Û wisa zarok û dê û bavên wan dikarin bi malbatên din re bi rasteqînî biaxivin.