Gesundheit und Versicherungen Foto: © colourbox.de
For migrants with a visa

Eger hûn nexweş bikevin divê hûn çi bikin?

Di nexweşiyên sivik, wek bapêş û serêşê, mirov dikare rasterast dermanan ji dermanxaneyan bikirre. Lê di gelek rewşên din de, pêdiviya mirovî bi reçeteyê heye ta ku dermanan bikirre. Divê bijÎşk wê reçeteyê binivîse. Dûre tu dikarî bi wê reçeteyê dermanên xwe ji dermanxaneyê bistînî. Pirê caran mirovê beşekî ji heqê dermanan dide. 

Dermanxane bi giştî ji roja duşem heta roja Îniyê, ji saet heştê sibetê heta 18:30 yan 18:00 vekirî ne, roja şemiyê jî heta saet 13:00 vekirî ne. Lê li bajarên mezin dermanxane tenê heta saet 20:00an dikarin vekirî bimînin, ji bilî wî dermanxaneyên nobedar hene ku bi şevê û rojên dawiya hefteyê vekirî ne.

Çûyîna Ser Bijîşkî

Tu gelekî nexweş î? Naxwe tiştê herî baş ew e ku tu jivanekê ji bo bijîşkekî giştî bistînî. Zaroka te nexweş e? Naxwe biçe ba bijîşkekî zarokan. Mirov dikare di rojên duşem heta îniyê biçe ba bijîşkî. Lê dîsa di rewşên lezgîn de xizmeta bijîşkî bi şevê û rojên betlaneyê jî hene.

Pêdiviya mirovî bi sîgortaya tenduristiyê heye ta ku bikare biçe ba bijîşkî. Kesên ku cara pêşî diçin ba bijîşkÎ pêwîst e ku foruma agahiyan xwe yên şexsî û yên derbarê nexweşiya xwe de dagirî. Piştî dagirtina foruma agahiyan, hûn ê li odeya payînê bisekinin heta ku bangî we bikin. Ew payîn bi giştî çend deqîqeyan dirêj dike lê carinan jî dibe ku bi ser saetekê keve jî.

Li odeya pişkinînê, bijÎşk çend pirsyarên giştî ji te dike. Divê tu semptomên nexweşiya xwe xweşik Û bi hurgilî vebêjî. kû te diêşe? Ev çiqas e ku diêşe? Berî niha ticarî tu heman êş çêbûye? Piştî pirsyaran bijîşk dê te bipişkinîne. Piştî wê dê teşxîsê diyar bike û dê ji te re bibêje bê nexweşiya te çi ye.

Rapora nexweşiyê û pisporî

Piştî pişkinînê dibe ku bijîşk ji te re raporeke nexweşiyê (Krankmeldung) dagire. Bi giştî jî reçeteyeke dermanan jî ji te re dinivîse. Herwiha belkî jivaneke din bide te ta ku tu careke din were venêrînê yan jî bijîşkê giştî te bişîne ba bijîşkekî pispor; wek mînak bijîşkên difin, guh û gewriyê yan jî yê ortopediyê yan jî yê jinekologekî. Dibe ku bijîşkê pispor careke din te bipişkinîne û herwiha ji bo tu bikarî biçî ba bijîşkê pisporê pêdiviya te bi sewqê heye.

Sîgortayên Cûbicûr

Her mirov bi xeteran re dijî. Nexweşî an jî jitaqetketin  jî xeter in. Di rewşeke wisa de ji nişkê ve lêçûn zêde dibin. Ta ku mirov va lêçûnan bi tena serê xwe nede, dikare xwe sîgorta bike: Mirov dikare her mehê yan jî her salê pereyan bide sîgortayê. Di nexweşî an jî seqetbûnê de mirov ji sîgortayê pere distîne. Çêkirina hin sîgortayan (Versicherung) li Almanyayê mecbûrî ye. Sîgortayên din girêdayî xwesteka we ne: Heke mirov bixwaze dikare sîgortaya xwe çêke.

Sîgortayên Pêwîst

Sîgortayên pêwîst û giring; sîgortaya nexweşiyê, sîgortaya karkenariyê û sîgortaya betaliyê ne. Sîgortaya nexweşiyê, ger hûn biçin ser bijîşkî yan jî pêwîstiya we bi dermanan hebe, ew pereyên wan dide. Heke hûn ji cihê karî derkevin û ji xwe re karekî nû peyda nekin, hûn bi qasî salekê pereyan distînin. Û sîgortaya karkenariyê jî ji bo karkeran neçar e: Ger hûn kal û pîr bin, hûn nikarin êdî wekî berê bixebitin . Êdî sîgortaya karkenariyê ji bo ku hûn xwe îdare bikin û bijîn pereyan dide we. Karderekî we heye? Vêca hûn ne mecbûr in pereyên sîgorteya nexweşiyê û sîgortaya sosyal (Sozialversicherung) bi tena serê xwe bidin. Karderê we hema hema nîvê wê dide. Heke hûn xwedî navgînekê (Auto) yan jî motorekê (Motorrad) bin, pêwîstiya we bi KFZ-Versicherung (Sîgortaya qezayên trafîkê) heye. Heke qezeyek hate serê we û navgîneke din zirar dît? Sîgortaya qezayên trafîkê pereyê temîratê yan jî beşekî jê dide.

Sîgortayên li gorî daxwazê

Giringtirîn sÎgortayên li gorî daxwazê sîgortaya berpirsiyariya şexsî (Haftpflicht-Versicherung), sîgortaya alavên xênî (Hausrat-Versicherung) û sîgortaya jiyanê (Lebensversicherung) ne. We tiştekî yekî din xera kir? Vêca sîgortaya berpirsiyariya şexsî pereyan dide. Heke alavên li malê xera bibin, sigortaya alavên xênî pereyan dide. Wekî mînak av malê dagirbike û zirarê bide alavên malê sîgortaya alavên xênî pereyan dide. Û heke mirov jiyana xwe ji dest bide, sîgortaya jiyanê pereyan dide yên mayî, wekî mînak dide zarokan. 

Û gelek sîgortayên cûda jî hene. Sîgortaya qezayan ya taybet, wekî mînak di qezayeke çalakiyên dema vala de pereyan dide. Sîgortaya alîkariya huqûqî (Rechtsschutzversicherung) ji bo alîkariya huqûqî alîkariya we dike. Wekî mînak ji we re parêzerekê dibîne. Sîgortayên ji bo krediyê, rêwîtiyê û ajalan jî hene. Lê belê kontrol bikin ku, pêwîstiya we bi kîjan sîgortayê heye, ji ber ku hemû sîgorta (Versicherung) bi pereyan ye.

Jibona penabera

Di rewşê Nexweşiyê de

Penaberên ku li bendî encama penaxwaziyê ne (Asylverfahren) di rewşeke awarte de dikarin biçin ser bijîşk. Ev tiştekî qanûnî ye. Berî ku hûn biçin ser bijîşk, divê mirov raporeke taybet ji daîreya sosyal bixwaze. Dema ku diçin ser bijîşk wê raporê bi xwe re dibin, li gel vê daîreya sosyal lêçûnên ji bo bijîşkî jî dide. Carinan bijîşk dermanan jî dinivîsin. Bi reçeteya bijîşkî mirov diçe dermanxaneyê (Apotheke) û ji wir derman distîne. Daîreya sosyal ji bo vê jî pere dide. Ji bo jinên ducanî yan jî dayîkên xwedî zarokên biçûk pişgiriyên taybet yên dewletê hene.

Heke ev 15 sal çêbûne ku hûn li Almanyayê dijîn, berî ku hûn biçin ser bijîşk, pêwîstiya we bi kaxeza sîgortaya nexweşiyê nîn e. Daîreya sosyal wekî ku hûn xwedî sîgortaya nexweşiyê ne pere dide. Lê belê bi tenê ji bo muayeneyên besît pereyan dide. Daîreya sosyal (Sozialamt) ji bo tişên wekî berçavk û  lêçûnên çûn û hatina bijîşk ti tiştî nade. Lê belê ji bo zarokan rêbaz cuda hene.

Li Almanyayê her kesê ku xwedî sîgortaya nexweşiyê xwedî karteke tendûristiyê ye jî. Li parêzgehên Hamburg û Bremenê her penaber jî karta tendûrîstiyê bi dest dixe. Li gel vê kartê pêwîstiya mirov bi kaxeza sîgorteya nexweşiyê nîn e û mirov dikare bi hêsanî biçe ser bijîşk. Lê belê ev nayê wê wateyê ku, hûn xwedî kaxezeke sîgortaya nexweşiyê ne. Daîreya sosyal (Sozialamt) bi tenê ji bo pişkînên besît pereyan dide. 

Pirsgirikên Derûnî

Di pirsgirikên derûnî de mirov dikare di destpêkê de di rewşa acîl de biçe ser bijîşk, lê belê li gelek bajaran berdewamî cihên şêwirînê jî hene. Bijîşkek dikare ji we re bêje bê hûn dikarin serî li kê bidin. 

Pirsên kû herî zêde tên pirskirin

Gelo, bijîşkê ango doxtorê giştî nêzîkî min li ku heye?

Gelo ez dikarim rasterast biçim cem bijîşkekî pispor?

Gelo, ez çawa dikarim servîsa acîl nêzîkî xwe bibînim?

Gelo, ez çawa dikarim karteya tendurustiyê bistînim?

Gelo dema ez nexweş ketim û nikarim biçim kar, divê ez çi bikim?

Gelo, ez çawa dikarim bijîşkekî peyda bikim ku bi zimanê min yê zikmakî dizane?

Gelo, ferqa navbera muayenexane û nexweşxanê de çi ye?

Divê ez çiqas pere ji bo sîgortayê tendurustiyê û sîgortayê kedkariyê bidim?

Şîrketa ku ez lê dixebitim beşek ji bo sîgortayê min yê tendurustiyê û kedkariyê dide. Gelo ezê çawa van pereyan bistînim?

Ez maaşekî bilind distînim. Sîgortayê tendurustî yê fermî pir buha ye. Gelo alternatîfek heye?

Sîgortayê kedkariyê li ku hene?

Dema ku ez kal/pîr bim, ezê pereyan ji sîgorteya kedkariyê bistînim. Gelo ev pere bi qasî maaşê min ê niha be?

Sîgortayê wesahitan pereyê zirarê dide eger ku ez li erebeyekê bixim. Lê eger ku erebeya/tirimbêla min zirarê bibîne, ezê çi bikim?

Ez sîgortayek ji bo kûçikê xwe digerim. Kîjan sîgorta baş e?

Gelek pirsên min ji bo sîgorteyan hene. Gelo kî alîkarî dike?