Nahaufnahme auf einen Tisch im Freien mit einem Getränk darauf. Man sieht einen Arm einer Person, die ein Smartphone bedient. © Goethe-Institut

Kesê ku dixwaze li Elmanyayê SIM karta Welatê xwe bikar bîne, bi piranî tûşî pirsgirêkan tê. Ji ber ku gelek ji ev SIM kart li Almanyayê da kar nakin û bi telefon kirina bi SIM kartên derve jî gelek giranbiha ye.

Gelek îmkan ji bo bikaranîna telefonên mobîl li Almanya hene. Li vir lîsteyek ji pêşkêşkerê cûda ji xizmetan bi agahiyên têkildar hatîye:

SIM karta pêşîndanê

Ji bo nimûne, girêbesteka mobîle yê gengaz e. Ji bo vê armancêhesabê banka Elmanî û nasnameya pêwîst e . Bi vî awayî dabînkerê xizmetan lêkolîn dikin ka mişterî e bi rastî tê bikare diravê xercan bide yan na. HIŞYARÎ: Qet peymana ku wê ne dîtibe îmze nekin, di heman demê de ji wergêrrekî alîkar bistînin. Peymana mobîle pir caran ji bo yek heta du salan tê girêdan. Betal kirina zû ya peymanê bi piranî ne mumkin e. Bi pirranî hesab di dawiya her mehê de, heta ku peyman nirxdare, tê dayîn. Hişyarî! Di dawiya mehê da dixwazî peymanê biguherrînî? Hingê, divê tu peymanê bi lez betal bikî. Ev bi piranî divê sê meh berî bi dawî hatina vê peymanê bê kirin. An na, peymana xwe bi otomatîkî ji bo yek an jî du salan tê bê dirêjkirin.

Ein Mann lehnt an einem Laternenpfahl und telefoniert mit seinem Handy. © Goethe-Institut

Prepaid-SIM card

Îmkana din SIM karta pêşîndanê in. Ev SIM kartane dikarin supermarketan, qereqolên petrolê, an dekeyan pê nirxek biçûk bikirin. Ji bo vê armancê jî, divê peymanej bê girêdan. Lê gava çalak kirinê divê bi tenê navnîşanî bê qeyd kirin. 

Gelo te SIM karta pêşîndanê rasterast ji dabînkerê xizmeta mobîle kirîye? Paşê dikarin SIM kartê yekser li firoşgehê da aktîf bikin. Ji bo vê jî hûn alîkariyê bistînin. Gelo te SIM karta pêşîndanê xwebo nimûne ji supermarket kirî ye? Di vê rewşê de, SIM karta we bi telefonî tê bê aktîfkirin. 

hevdem gel aktîfkirina SIM karta pêşîndanê , divê tu kredîyê kartê şarj bikî. Kredî gava telefon kirinê, şandina peyaman û bikaranîna Înternetê mesref dibe. Bo şarja dubare ya SIM kartê dikarin, kartên şarjê bikirin. Ev kartên şarj kirinê dikarin ji hemen firoşgehên ku we lê SIM kart kirîye, bo nimûne supermarketan, qereqolên petrolê, an dekeyan bikirin. Hejmara dirêj liser ev kartê şarj kirinê hatîye çapkirin. Divê ev hejmarê bêxin ser telefonê ji bo ku SIM kart şarj bibe.

Ma tu dixwazî ji Almanya bi derve pêwendîyê bigirî? Di vê rewşê de jî, heta ji bo pêwendîyên kurt divê xercê girrêdana 15 Sentan bidin. Pêwendîya gel Sûriyê, Erître û welatênn balkanê gelek giranbiha ye. Lîsteya tarîfe ya pêwendîya gel welatên cuda livir binêrin: 



Di hin rewşan de, dikarin tarîfên temamkerê taybet bikirin ku bo nimûne hejmarek taybeta xulekan pêwendîya belaş gel welatên biyanî liber digire.

In einem Geschäft hängen viele verschiedene SIM-Karten von verschiedenen Anbietern auf einer Verkaufsstange. © Goethe-Institut

Înterneta Mobîle yê

Bi telefonên bi aqil jî dikarin pê SIM karta pêşîndanê înternetê bikar bînin. Lê belê, kredîya karta pê vê şolê bi lez tê bikaranîn. Ev aborî ye ku tarîfa înternet e bikirin . Tu dikarî wê, bo nimûne, bi xercek sabit hejmara diyarkirî ji rojan wek bêsînor Înternet mobîl bikar bînî, an jî tu dikarî rêjeyek dîyarkirî ji daneyê bikirî.

Ein Mann sitzt vor einem Café und nutzt sein Smartphone. © Goethe-Institut

Wi-Fi

Heke tu dixwazî ​​belaş înternetê bikar bînî, dikarin torê Wi-Fi bikar bînin. Li kafe, pirtûkxane û avahiyên giştî da bi piranî Wi-Fi a belaş heye. Dê nêzî xwe da dixwazî torên Wi-Fi a belaş peyda bikin? Ji bo vê yekê tu dikarî di malpera "Hotspotê belaş" ji bo peydakirina xetên belaşê înternetên giştî yê belaş di nêzî xwe alîkariyê verbigirin.

Video International Sign

 

Further questions? Write us via the contact form. We will forward your questions anonymously to the advisors of the youth migration services.

Contact form