Colourful books stand in a row on a shelf. © Jamie Grill/Jamie Grill via Getty Images

A

die Abendschule, die Abendschulen (Dibistanên Şevê) 
Ev ji bo mirovên temenmezin in. Ev wane bi piranî bi şevê yan jî roja şemiyê ne. Gelek cûreyên dibistanên şevê hene, dibistana seretayî, dibistana şevê ya navîn, lîseyaşev û dibistanên cûrbicûr yên pîşeyî yên şevê hene. Mirov bi vî awayî dikare destûrdariyeke bilind bi dest xîne. Mirov dikare bi van kûrsan dîplomayeke bilindtir bîstîne yan jî ji bo bikare xwe di pîşeyekê de baştir perwerde bike û xwe li pêş xe. Dibistanên şevê yên dewletê ne û belaş in. 

die Ablöse (Komisyon) 
Hûn ê mala xwe bar bikin û mobîlyayên xwediyê xênî dîtin. Gelek caran hûn neçar dimînin ku pereyan bidin. Navê vê komîsyon e. Ew bi xwe ew komisyon ji bo mobîlyayên giran û zehf mezin e, wekî mînak dolabek yan jî ji bo mobîlayeke medbexê yên mîna ocax û sarincê. 

der Abschluss, die Abschlüsse (Bawernameya bidawî anîna kursê, Bawernameyên bidawî anîna kursan) 
Di dawîya her polekê, Rahênanên pîşeyî yan dibistanê da dibe di taqîkirinekê da beşdarî bê kirin. Eger şexs di taqî yê da biser bikeve, ev tê bawernameya bidawî anîna kursê verbigire. Di Elmanya da bawernameyên bidawî anîna kursên cûda hene . Kesê ku dixwaze kar bike yan biçe perwerdehîyê pêwîstîya wî/wê bi ev bawernameya bidawî anîna kursê heye. Lê bi her bawernameyekê nikarin bişûxilin yan biçine Perwerdehî yê. 

die Abschlussprüfung, die Abschlussprüfungen (Azmûna qedandinê, Azmûnên fînalê) 
Ew azmûn an jî test e ya ku di dawiya kûrs an jî perwerdeyê de ye. Anku, di dawiya kûrsa entegrasyonê de azmûna zimanê almanî ji bo penaberan heye. Beşdarên kûrsa entegrasyonê mecbûr in ku azmûna fînalê derbas bikin. Agahiyên zêdetir hûn dikarin li ba BAMFê (Bundesamt für Migration und Flüchtlinge, ango daîreya federal ya ji bo koçber û pênaberan) bibînin. 

der Allgemeinarzt/die Allgemeinärztin, die Allgemeinärzte (Bijîşkê Gîştî)
Bijîşkê ku bi hemû nexweşiyan re eleqadar e. Gava mirov nexweş bikeve, ewil diçe ba bijîşkê gîştî Heke bijîşkê gîştî bi zanîna xwe nikaribe alîkar be, ew we dişine bijîşkê ku we dişine bijîşkê k udi beşa xwe de pispor e. 

der Alphabetisierungskurs, die Alphabetisierungskurse (Kûrsa xwendin û nivîsandinê) 
Ev kûrs bo hemû mirovan e, ew mirovên ku nikarin bixwînin û binivîsin. Li gel vê, kûrsên taybet yên entegrasyonê hene ku li dersa xwendin û nivîsandinê ne jî. 

die Anerkennung ausländischer Abschlüsse (Danasîna Dîplomayên Biyanî) 
Li Almanyê di hin pîşeyan de mirov dikare encax bi wesfên diyarkirî yên taybet bixebîte. Di danasînê de perwerdehe û çawaniyên koçberan tê ceribandin-hêçandin. Perwerdehe bi danasînê hevwate ye bi perwerdeheyeke li Almanyayê re? Vêca hûn dikarin bi van taybetiyan-wesfan li Almanyayê di wî pîşeyî de bixebîtin. Hûn dikarin Agahiyan li BAMF(Bundesamt für Migration und Flüchtlinge, ango daîreya federal ya koçber û pênaberan) û www.anerkennung-in-deutschland.de. peyda bikin. 

die Anschlussgebühr, die Anschlussgebühren (Pereyên pêwendîdanê)
Mirov tenê cara pêşî divê van pereyan bide. Dûre hûn dikarin telefonê bi kar bînin? 

der Ansprechpartner/die Ansprechpartnerin, die Ansprechpartner (Alîyê pêwendîdar, alîyên pêwendî dar)
Eger pirs yan kêşe yek we hebe, dikarin serdana alîyên pêwendîdar bikin. Alîyên pêwendîdar bersivderê pirsan û kêşe yê xelkê ne. Bi asayî bo her kesekê alîyek pêwendîdar tê dabîn kirin. 

die Arbeitsagentur, die Arbeitsagenturen (Navenda Karî) 
Li vir ji bo ku hûn ji xwe re kar û barê guncav peyda bikin, alîkariya we dikin. Mirov li vir ji hemû qadan fersendên karî bi dest dixe. Carinan, alîkariya aborî tê bi dest xistin, wekî mînak ji bo mesrefên belgeyên serîlêdana karî. Navenda karî li her bajarî heye. Navnîşana navenda xwe ya karî hûn dikarin li ser malpera www.arbeitsagentur.de bibînin. 

der Arbeitgeber, die Arbeitgeber (Karder) 
Ev wekî mînak şîrketek e. Ew kes karmendê peywirdaran e. wek mînak, dewlet karderê mamoste û pedagogan e. Hûn xwediyê şîrketa xwe ne û hûn li wir dixebîtin? Nexwe karderekî we tune. 

der Arbeitnehmer, die Arbeitnehmer (Karker) 
Hûn ji bo Şîrketekê dixebitin û hûn li wir peywirdar in? Naxwe hûn karker in. 

die Arbeitnehmervertretung, die Arbeitnehmervertretungen (Nûneriya Xebatkaran)
Nûneriya xebatkaran ji bo berjewendiyên xebatkaran di şîrketê de dixebite. Kêşeyên we bi karder re hene? Naxwe hûn dikarin ji nûneriya xebatkaran alîkariyê bixwazin. Ew di navbera karder û karkeran de navbeynkariyê dike. Komisyona nûneriya xebatkaran (betriebsrat an jî personalrat) heye. Ji bilî wan jî di firmayekê de sendîka jî hene. 

die Arbeitserlaubnis (Ruxseta Xebatê)
Hûn dixwazin li Almanyayê bixebitin û hûn ne ji welatekî Yekitiya Ewropayê (YE)? Vêca pêwîst e ku hûn xwedî ruxseta xebatê bin. Çendîn Romanya û Bulgaristan dewletên Yekitiya Ewropayê ne jî, heta dawiya sala 2013 ruxseta xebatê ji welatiyên wan re pêwîst e. Dûre êdî ne lazim e. hûn dikarin agahiyên din di navenda karî de peyda bikin. 

die Arbeitsgenehmigung, die Arbeitsgenehmigungen (Ruxseta Xebatê)
Hûn dixwazin li Almanyayê bixebitin û hûn ne ji welatekî Yekitiya Ewropayê (YE)? Vêca pêwîst e ku hûn xwedî ruxseta xebatê bin. Çendîn Romanya û Bulgaristan dewletên Yekitiya Ewropayê ne jî, heta dawiya sala 2013 ruxseta xebatê ji welatiyên wan re pêwîst e. Dûre êdî ne lazim e. Hûn dikarin agahiyên din di navenda karî de peyda bikin. 

die Arbeitslosenversicherung, die Arbeitslosenversicherungen (Sîgortaya Betalan) 
Heke xebatkarek bê kar bimîne, sîgorta heta saelekê beşekî ji mehane yan jî heqê we dide we. Sîgorta betalan ya hemû xebatkar bi awayekî otomatîk çêdibe. Mesref bi karder re tên parvekirin. 

die Arbeitsunfähigkeit (Kesên nikarin bixebitin, kesên naşên kar bikin)
Mirov nikare bixebite. Wekî mînak di dema nexweşiyekê de yan jî piştî qezayekê. 

das Arbeitsverbot, die Arbeitsverbote (Qedexebûna şixulê, qedexebûna şixulan)
Qedexebûna şixulê bi ev wateyê ye ku şexsî di maweyek taybet da izina şixulê tune ye. Ev babete di belgeya îqameyê da hatîye (bo nimûne, mûlet a îqameyê yan Doldong). 

der Arbeitsvertrag, die Arbeitsverträge (Peymana Karî) 
Di cihê rêk û pêk yê kar de hûn peymaeke kar çêdikin. Li ser wê hemû rêbazên karê we hene. Wekî mînak: Divê hûn di kar de çi bikin? Mehaneya we çiqas e? Betlaneya we çend roj in? Hûn û karder peymanê îmze dikin. 

das Attest, die Atteste (Rapor)
hûn nexweş in û nikarin bixebîtin? Vêca pêwestiya we bi piranî bi raporakî heye ji bo ku hûn bidin kardar. Ev parçe kaxizek yê bijîşk e. Li ser dinivîse, hûn nexweş in û nikarin bixebîtin. Pêwîstiya zarokan jî carinan bi raporekî çêdibe. 

der Aufenthaltstitel, die Aufenthaltstitel (Belgeya destûra Rûniştinê) 
Di belgeya destûra rûniştinê de, tiştên wekî mînak hûn çiqasî dikarin li Almanyayê bimînin yan jî çiqasî li Almanyayê dikarin bixebitindinîvîse. Bi belgeya destûra rûniştinê hûn yasayî-legal in li Almanyayê. hûn wê mîsalen di şikl-forma vîzeyê de yan jî tezkereya îqametgehê (Aufenhaltserlaubnis) de bi dest dixin. 

der Aufenthaltsstatus (Statûya-Şertê Rûniştinê)
Statûya-şertê rûniştinê tiştên wekî hûn çiqasî dikarin li Almanyayê bimînin yan jî li Almanyayê bixebitin saz dike. Heke statûya-şertê rûniştinê hebe, hûn li Almanyayê legal in. 

die Ausbildung, die Ausbildungen (Kursê perwerdehîyê, Kursên perwerdehîyê)
Di kursên perwerdehîyê da dikarin şêyan û agahîyên pêwendîdarê beşê taybet hîn bibin. Kursên perwerdehîyê dikarin di dibistanê dewletî, zanîngehan yan di kompanîya da derbas bikin. Di dawîya kursa perwerdehîyê da tê taqîyek birêve biçe. Paşê tê bawername ji we re bê pêşkêş kirin. Kursê rahênana pîşeyî coreyek taybet ji kursa perwerdehîyê ye ku di nav da pîşeyek tê hîn kirin. 

das Ausländeramt, die Ausländerämter (Daîreya Biyaniyan) 
Ausländerbehörde (Saziya Biyaniyan) e jî. Hûn dê biçin wir, heke hûn nû hatibin Almanyayê. Lê dîsa jî vîzeya we di van nêzan de bi dawî dibe û hewceyî bi dirêjkirinê hebe hûn diçin wir. Li bajarê xwe li avahiya şaredariyê mirov dikare bipirse bê Daîreya Biyaniyan li ku ye. 

die Ausländerbehörde, die Ausländerbehörden (Saziya Biyaniyan) 
Ausländeramt (Daîreya Biyaniyan) e jî. Hûn dê biçin wir, heke hûn nû hatibin Almanyayê. Lê dîsa jî vîzeya we di van nêzan de bi dawî dibe û hewceyî bi dirêjkirinê hebe hûn diçin wir. Li bajarê xwe li avahiya şaredariyê mirov dikare bipirse bê Daîreya Biyaniyan li ku ye. 

die Ausreise, die Ausreise (Derketin, derketin)
Derketin bi ev wateyê ye ku kesek welatê ku têda dirûnê, terk bike. Carna derketina ji welat pêdivî ye. Yanî şexs welat bi dilê xwe terk nake. Derketina pêdivî bo nimûne wekî derxistina ji welat e. 

das Auswärtige Amt (Wezareta Karûbarên Derve)
Außenministerium e jî. Wezereta karûbarên derve beşeke hikûmeta Almanyayê ye. Peywira wê siyaseta derve û Euro ye. Ew bi dewletên din, organîzasyonên navneteweyî re pêwendîdar e. Hûn dikarin agahiyên li ser çûyîna Almanyayê ji wezereta karûbarên derve distînin. 

der Ausweis, die Ausweise (Nasname)
Ev belge aîdiyeta we diyar dike. Çend mînakên nasnameyan; karta nasnameyê yan jî pasaport. Li gel wan ajoname jî nasnameyek e.

Glossar Sprungnavigation

Glossar Sprungnavigation

B

der Bankeinzug (Tehsîlata Bi Riya Bankayê) 
Hûn tiştekî bi tehsîleta bankayê distînin. Firoşkar dikare mêjerek pere ji hesabê we bikîşîne. Ev tê wê wateyê ku hûn destûrê didinê ku ew pereyan ji hesabê we bikişîne. Ger hesab di bankeyeke li Almanyayê de be, ev muamele ne rast e. Bi tehsîlata bankayê mirov dikare pereyên sparîşan di înternetê de bide. Lê li nik vê sîgorta û meblaxên mehane (Elektirîn/sotemenî (Gaz), telefon/înternet) jî. 

der Benutzername, die Benutzernamen (Navê Bikarhêner)
Ev navê ji bo têketina malpereke înternetê an jî kompûterê ye. 

das Bargeld (Pereyê neqd)
Pereyên kaxiz û pereyên hesinî ew pereyên neqd in. Hûn bi wan dikarin li her derê kirîn û firotina xwe bikin. 

die Beglaubigung, beglaubigen (Tesdîqkirin)
Merciyeke fermî ye ku belgeyan kontrol dike û bi mohrekê diyar dike ku ew ne sexte ne. 

die Behörde, die Behörden (Rêveberî, Rêveberî)
Rêveberî rêxistineke dewletî ye ku berpirsê pêkanîna erkên dîyar kirî ji alîyê zagonê ye. Bi wî awayî erka vê rêveberîya karên dewletê ye. 

die Beratung (Şêwirdarî)
Mirov li şêwirgehan dikare ji bo gelek pirsiyaran alîkariyê ji pisporekî bistîne. Heman agahiyan hûn dikarin di bin binnivîsa ‘’Hilfe finden’’ de bibînin. 

der Bereitschaftsdienst, die Bereitschaftsdienste, der ärztliche Bereitschaftsdienst (Nobedarî)
Pêwîstiya we bi bijîşkekî heye û dem êvar an şev e yan jî dawiya hefteyê ye? Hûn dikarin teefonî bijîşkiya nobedar bikin. Numreya telefonê li her derê Almanyayê 116117 ye.
Ji bo rewşên lezgîn, mirov telefonî wan nake, lê telefonî xizmeta ambûlansê dike, hejmara wan li seranserê Almanyayê 112 ye. 

die Berufsausbildung (Perwerdehiya Pîşeyî)
Li vir mirov fêrî pîşeyekê dibe. Perwerdehiya pîşeyî bi piranî ji du beşan pêk tê: Dibistana pîşeyî û xebata li şîrketekê. Perdewerdeheya Pîşeyî bi piranî 2 û 3,5 didome. Ev him li gorî pîşeyê û him jî li gorî destûrdariyê ye. Heke azmûna qedandina lîseyê (Abitur) hebe, ev perwerdehiya pîşeyî gelek caran kintir e. 

das Berufsinformationszentrum (BIZ) (Navenda Agahiyên Mijarên Pîşeyî)
Xebatkar li wir hema hema di babeta pîşeyê de her pirsî dikin. Hûn dikarin ji BIZeka (Berufsinformationszentrum-Navenda Agahiyên Mijarên Pîşeyî) nêzîkê we yan jî li ser malpera saziya peydakirina karî (Arbeitsagentur) an jî li jor li milê rast ji ‘’Adressenliste’’ (Lîsteya Navnîşanan) bibînin. 

die Berufsoberschule, die Berufsoberschulen (Dibistana Pîşeyê ya Bilind)
Li vir mirov dikare dîplomeyeke mezin a destûrdariyê bigire. Piştî ku Mirov perwerdehiya pîşeyî dikare biçe dibistana pîşeyî ya bilind. 

die Berufsschule, die Berufsschulen (Dibistanên Pîşeyî)
Dibistana pîşeyî beşa perwerdehiya pîşeyî ye. Mirov li vir ji bo pîşeya xwe mijarên teknîkî yên taybet û pê re jî mijarên beşên din jî hîn dibe. Saetên dersan ên heftane ji 8 heta 12 saetan in. Rojên din mirov li şîrketekî dixebite. Yan jî dersên yekpar hene: Mirov çend hefteyan li dibistana pîşeyî ye, dûre dîsa çend hefteyan li şÎrketekê dixebite. Ji bo hin pîşeyan pêşî mirov salekê diçe dibistana pîşeyî û piştre ji xwe re di şîrketekî de li cihê perwerdeheyê digere. Dibistana pîşeyî bê pere û dirav e. Wekî her dibistana normal mirov bes pereyên materyalan dide. 

die Bewerbung, die Bewerbungen (Serîlêdana Ji Bo Karî)
Hûn dixwazên di şîrketekê de cihê xebatê peyda bikin? Naxwe divê hûn serîlêdanekî binivîsin: Ev nameyên normal in, CVyeke bi wêne û sertîfîkayan e. Beşa duyem ya serîlêdanekî hevdîtina karî ye. Heke serîlêdana nivîskî baş be, vexwendinek li ba karder e. Agahiyên zêdetir hûn dikarin li saziya peydakirina karî bibînin. 

die Bewerbungsunterlagen (Belgeyên Serîlêdana Karî) 
Ji bo vê nivîsek, ango nameyek ji şîrketê re pêwîst e. Li ser wê dinivîse bê hûn çima wî cihê dixwazin û çima guncav in ji bo wê pozisyonê. Dûre: Wêneyek, CVya we (Tabloyek li gel çawanî û perwerdehiyên we) û sertîfakayên we. 

die Botschaft, die Botschaften (Balyozxaneya)
Balyozxane konsoloxaneyek e. Saziyek e ku, nûneriya welatekî di welatekî din de dike. Di înternetê de li ser malpera www.diplo.de, di derbarê konsolxaneya Almanî de hun dikarin agahiyan bistînin. 

die Broschüre, die Broschüren (Broşûr)
pirtûkoka ku pênasîna dihewîne 

das Bundesland, die Bundesländer (Eyale/Herêm)
16 herêmên Almanyayê (Bundesländer) bi hev re Komara Federal ya Almanyayê pêk tînin. herêmek (Bundesland) hema erdekî mezin wekî Bayern, Hessen yan jî Nordrhein-Westfalen e. Bajarên bi tena sere xwe herêm in jî hene, wekî mînak Berlin û Hamburg wisa ne. Her herêmek bi parlamentoya xwe (Landtag) xwedî hikûmeta xwe ye (Landesregierung). Parlamentoya herêmî dikare di derbarê hin tişên diyarkirî de bi xwe biryaran bistîne, wekî mînak di qadên perwerde û çandê de. Lê bele, biryarên giringtirîn hikûmeta navendî (Bundesregierung), ango hikûmeta hemû Almanyayê digire. 

der Bundestag (Der Bundestag)
Der Bundestag Parlamantoya Almanan e. Kîjan parti di parlamentoyê de ne? Ev bi biryara mirovan di hilbijartinan de diyar dibe. 

brutto (Brût)
Brût tevahiya muçe/hemû mehane ye. Divê hûn bac û sîgortayan ji vê bidin. Ya ji muçe yan jî mehaneyê dimîne muçe yan jî mehaneya safî ye. 

das Bußgeld, die Bußgelder (Cezayên Trafîkê/siza)
Gelo gava lampeya sor vêketî be hûn dimeşin û diçin aliyê din ê rê? hûn duçerxeyê li ser peyarêyê diajon? Piştî vexwarina alkolê we tirimbêl ajotiye? Heke polîs van tiştan bibîne, divê hûn cezaya trafîkê bidin. Carinan ev tenê 5 an 10 Euro ye. Lê carinan jî zêdetir e. Heta carinan divê hûn ajonameya xwe jî radest bikin. Ev tê wê wateyê ku heta demekê êdî destûra te ya ajotinê tune.

Glossar Sprungnavigation

Glossar Sprungnavigation

C

D

der Dauerauftrag, die Daueraufträge (Fermana dayîna domdar)
Fermana dayîna domdar awayekî taybet yê hewaleyê ye. Bi piranî mirov kirêyê bi fermana dayîna domdar dide. Mirov tarîxa hewaleyê (Wekî mînak her yekê mehê) diyar dike û hejmara hesabê xwediyê xênî diyar dike. Dûre banke perê kirê bi awayekî jixweber her mehê di heman rojê de hewaleyî wî hesabî dike. 

die Deutsche Sprachprüfung für den Hochschulzugang/TestDaF (Azmûna Almanî Ya zangîngehan)
Ji bo xwendina di zaningehekî de an jî dibistanên bilind de hûn mecbûr in ku gelek baş bi Almanî bizanin û di azmûnan de serkeftî bin. Bi piranî hûn dikarin van azmûnan li welatê xwe jî derbas bikin. Agahiyên din hûn dikarin li ser malpera www.dsh-germany.com, www.dsh-termin.de und www.testdaf.de bibînin. 

der Deutschtest für Zuwanderer (Testa Almanî Ji Bo Koçberan)
Ev azmûna qedandinê ya kûrsa entegrasyonê ye. Di dawiya kûrsa entegrasyonê de hûn dikevin azmûnê. Dûre hûn dikarin bi almanî di asta A2 an jî B1ê de biaxivin. 

das duale System (Pergala Dumend)
Li Almanyayê di perwerdehiya pîşeyan de pergala dumend heye. Ango, perwerdehiya pîşeyan ji du beşan pêk tê: Beşa teorik û beşa pratîk. Beşa pratîk mirov rasterast di şîrketê de hîn dibe. Di wir de mirov wekî stajyer dixebîte û muçe an destheqekî biçûk distîne. Ji bo beşa teorik mirov diçe dibistana pîşeyan. 

Glossar Sprungnavigation

Glossar Sprungnavigation

E

die EC-Karte, die EC-Karten (EC-Karte)
Heger mirov di bankeyekê de xwediyê hesabekî be, EC-Kartek didin mirovan. Maneya tîpên EC ‚‘ electronic cash/diravên elektronîk‘‘ e. Bi EC-Kartê mirov dikare bi awayî elekronik wekî mînak li supermarketan, navendeke kirrîn û firotinê û dikanên mezin. Dikanên biçûk(Masîfiroş, firin û etar) tenê pereyên neqd(Bargeld) digirin. Ji ATMyên bankayan jî pereyên neqd bikişînin. 

die Eheberatung, die Eheberatungen (Şêwîrdariya Zewacê)
Eger pirsgirik di zewacê de çêbûn, mirov dikare biçe şêwirdariya zawacê an jî malbatê. Li wir mirov alikariyê distîne. Şêwirmendek, bi piranî derûnînasek (psikolog) bi mêr û jinê re diaxivin. Bi hev re dicerîbinin ku, sedema pirsgirikê bibinin û jê re çareseriyekê bibinin. 

die Eheurkunde, die Eheurkunden (Belgeya Zewacê)
Piştî ku hûn zewicîn hûn ê belgeyekê ji îdareya nufûsê bistînin. Ev ‘’Eheurkunde’’, ango belgeya zewacê ye. Peyvek din ji bo ‘’Eheurkunde’’heye ku ew jî ‘’Heiratsurkunde’’ ye. 

die Einbürgerung, einbürgern (Hevwelatîbûn)
Mirov hevwelatiya Almanî distîne. 

der Einstufungstest, die Einstufungstests (Testa Astê)
Ev testeke berî kûrsê ye. Bi vî awayî dibistan dikare bizane bê hûn çiqasî baş in. hûn berî kûrsa entegrasyonê ketine vê testê. Dibistana zimên agahî û zanîna we yên derbarê zimanê Almanî de test dike û wisa hûn li gorî asta xwe dest bi kûrsa xwe dikin. Carinan ji bo bidestxistina mafê serîlêdanê bo kûrsa entegrasyonê pêwîst e ku hûn ji testê derbas bibin. 

das Einwohnermeldeamt, die Einwohnermeldeämter (Îdareya Nufûsê)
Hûn bar kir bajarekî din? Naxwe divê hûn serî lê bidin. Ji bo vê hûn diçin îdareya nufûsê (Das Einwohnermeldeamt). pêwîst e ku hûn pasporteke guncav an jî belgeyeke din hûn bînin ku nasnameya we diyar dike. 

die elektronische Lohnsteuerkarte, die elektronischen Lohnsteuerkarten (Kartên baca muçeyê yên elektironî)
Di destpêka karekî de divê hûn hejmara nasnameya xwe ya bacê diyarê karder bikin. Hûn wê hejmarê ji birêveberiya maliyeyê digirin. Ev jî karta baca muçeyê ya elektronîk (elektronische Lohnsteuerkarte) tê hesibandin. Bi vî awayî karder baca xwe dihesibîne. Ew tevahiya muçe/destheqê te jê derdixîne û dide birêveberiya maliyeyê. Berê karta baca muçeyê kartek ji kaxezê bû lê niha her tişt elektronîk e, ango bi kompûrê ye. 

der Elternabend, die Elternabende (Yekitiya Malbatan)
Di salekî de çend caran Yekitiya Malbatan (Der Elternabend) dicive. Ew agahiyên giring ji disibistanê digirin û di derheqê ger û seyran û gerên polê yên ji berê plankirî de diaxivin. Û hûn û malbatên din hev dinasin. 

das Elterngespräch, die Elterngespräche (Civîna Bi Malbatan re)
Jivana bi mamosteyê dibistanê re ye. Mirov agahiyan rasterast ji mamosteyî distîne. Ew di derbarê serkeftin û tevger û reftarên zarokên we yên li dibistanê de agahiyan dide. 

die Elternvertretung, die Elternvertretungen (Nûneriya Malbatan)
Ev ew malbat in yên ku bi pêşdibistan an jî bi dibistanan re dixebitin. Hemû malbat nûneriya malbatan bi hev re hildibijêrin. Nûneriya Malbatan di projeyan de alîkariyê dide xwendekaran. Carinan jî di karên wek renovasyona fêrgehan an jî çêkirina baxçeyekî li dibistanê alîkariyê dikin. 

die Elternzeit (Destûra welidînê)
Dê û bav ku di karegeheke dîyarkirî û sabit de dixebitin dikarin destûra welidînê bistînin. Herwiha , heta ku zarok bibe 3 salî , dayîk an jî bav dikare li malê bimîne û bi zarokê ve mijûl bibe. Him dê him jî bav dikare destûra welidînê bistîne. Piştî 3 salan mirov dikare vegere şîrketê. Di 12 mehên pêşîn de pereyên xwedîkirinê tên standinê. Ev pere %67 ji mehaneya safî ya berê ye (Mehane ew pere ye yê ku bi rêya hesabî tê dayîn). Piştî wê êdî di dema destûra welidînê de heq yan jî mehaneyekê nastîne. 

der Erzieher/die Erzieherin, die Erzieher (Pedagog)
Ev pîşeyek e. Pêwîstî pê heye ku mirov perwerdehiyê li dibistana pîşeyan an jî dibistana teknîkî ya pîşeyan bistîne. Di perwerdehiyê de dersên wekî psîkolojî, pedagojî, tenduristî, spor û her wekî din jî hene. Pedagog wekî mînak di malên zarokan de, di sêwîxaneyê de (Ew cihê ku ji bo zarokên bê dê û bav) an jî di daireya xîzmetgûzariya cîwanan de dixebitin. 

der Ethikunterricht (Dersa Exlaqê)
Li gelek wÎlayetên Almnayayê, xwendekar dikare yekê ji van herdû dersan, dersa êxlaqê yan dersa olê tercîh bike. Li Berlînê hemû xwendekar mecbûr in ku biçin dersa exlaqê. Ji bo dersa exlaqê pêwîstî tune ku xwendekar xwedan oleke diyar be. Mirov di derbarê olên cihê û felsefeyê de hin tiştan hîn dibe. 

die EU, die Europäische Union (YE, Yekitiya Ewropayê)
YE hevpariyeke aborî û siyasî, di nav dewletên li Ewropayê de ye. Niha ev dewlet 27 heb in. Ev dewlet xwedî rêgezên hevpar ên wekî azadî, wekhevî û demokrasiyê ne. Û ew xwedî bazareke hevpar ya mal/hilber û hêza xebatê ne. Hevwelatiyekî/ê deweleteke Yekitiya Ewropayê dikare li her welatekî Yekitiya Ewropayê bijî û bixebite. Ji van dewletan 17 dewletên Yekitiya Ewropayê xwedî yekeyeke hevbeş ya pereyan in ku navê wê Euro (€) ye. 

der Europäische Wirtschaftsraum (Qada Aborî ya Ewropayê)
Ev hemû welatên Yekitiya Ewropayê li gel îzland, Liechtenstein û Norweçê in..

Glossar Sprungnavigation

Glossar Sprungnavigation

F

das Fachabitur (Dîplomaya Lîseya Pîşeyî))
Ev destûrdariyek e. Mirov dîplomaya lîseya pîşeyê ji dibistanên pîşeyê, akademiyên teknîkî yan jî ji dibistaneke pîşeyê ya bilind digire. Yan jî bi perwerdehiya dûr ya li kolejeke pîşeyê. Du cûreyên van dîplomayan (Fachabitur) hene: belgeya pisporiya teknîkî ya giştî û belgeya pisporiya taybet. Mirov dikare bi vê dîplomayê li hin fakûlteyên diyar bixwîne. 

die Fachoberschule, die Fachoberschulen (Dibistina Pîşeyê)
Piştî dibistana navîn (Realschule) mirov dikare biçe dibistana teknîk. Nîskoka vê dibistanê pîşe bixwe ye. Wekî mînak, dibistanên pîşeyî hene ku ji bo teknîkê û pîşeyê ne. Mirov du salan diçe dibistana pîşeyî mirov, diçe sala 11an û sala 12an. Dersên pratîk û sepandinê û dersên teorik hene û stajeke dirêj ya li şîrketekê heye. Piştî qedandina dibistana pîşeyî (Fachoberschule) mirov dikare Fachochschule (Dibistana bilind ya pîşeyê) bixwîne. 

die Fachhochschule, die Fachhochschulen (Dibistana Bilind ya Pîşeyê)
Mîna zaningehekê ye, lê belê zêdetir li ser pratîkê disekine. Ji bo zaningeha zanista endazyariyê, aboriyê, pedegojiya civakî û pîşeyên hûnerî dibistanên bilind yên pîşeyê hene. Ji bo xwendina li dibistaneke bilind ya pîşeyê pêwîstî e di mercên normal de bi abitur (azmûna qedandina lîseyê) yan jî Fachabitur (dîplomaya beşa pîşeyî) heye. 

die Fahrscheinkontrolle, die Fahrscheinkontrollen (Kontrola Bîletê)
Mêrek an jî jinek li otobusan, tramwayan, metroyan yan jî li trênan ji we dipirse ka bîleta we heye an na. Heke bîleta we tune be, hûn mecbûr in ku pereyên cezayê bidin. 

der Fahrzeugschein, die Fahrzeugscheine (Belgeya Tescîla Navgînê)
Navek wê yê din jî ‘’Zulassungbescheinung’’ e. Ev belgeyeke wisa ye ku li ser hemû agahiyên derbarê navgîna we de dihewîne. Wekî mînak: Marka (Fiat, Vw,...) plakaya navgînê, kesê ku navgînê diajo (xwediyê navgînê). Li ser vê belgeyê hemû agahiyên teknîkî di derbarê navgînê de hene. Mirov belgeya tescîla navgînê ji desteya ruxseta trafîkê (Kfz- Zulassungstelle) distîne. Li wir mirov ji bo navgîna xwe serî lê dide. Divê belgeya tescîla navgînê her dem di navgînê de bi we re be. Lê belê divê di navgînê de nehêlin. Heke navgîn bê dizîn, pêwîstiya polîsan bi belgeya tescîla ruxsatê heye. 

das Familienstammbuch, die Familienstammbücher (Deftera Qeyda Malbatê)
Heke hûn bizewicin, hûn deftereke qeyda malbatê bi dest dixin. Di defetera qeyda malbatê de gelek agahî di derbarê malbatê de hene. Wekî mînak dê û bavê we kî ne? hûn ji ku tên? Navê we yê jidayîkbûnê çi ye? Dê û bavên jin yan jî hevjînê we kî ye? Hevjînê we ji ku ye? Zarokên we hene an na? ... 

die Filiale, die Filialen (Departman)
Ev bûroyên bankayên mezin, sindoqên teseruf ne, herwiha dikanên ku li gelek cihan belav bûne jî wisa ne. Gelek banka û sindoqên teserufê xwedî navendek û birrek departmanan in. 

die Flatrate, die Flatrates (Buhayiya Sabit, Buhayiya Teqez)
Ew pere ne yên ku hûn carekê didin û dûre xem nake bê hûn çiqasî telefon bikin yan jî hûn di înternetê de bimînin. 

die Förderschule, die Förderschulen (Dibistanên Taybet)
Zarokên ku baş nikarin hîn bibin yan jî hêdî hîn dibin, diçin dibistanên taybet. 

der Führerschein, die Führerscheine (Ajoname)
hûn navgîn, navgîna barkêş ya servekirî yan jî motora xwe diajon? Naxwe pêwîstiya we bi ajonameyê heye. Li ser vê belgeyê dinivîse ku destûra we heye ku hûn navgîn, navgîna barkêş ya servekirî yan jî motorê biajon.

Glossar Sprungnavigation

Glossar Sprungnavigation

G

die Ganztagsschule, die Ganztagsschulen (Dibistanên Tam-Rojî)
Li vê dibistanê zarok rojê gişî heta saet 16 yan jî 17an dixwînin. Fîravîna (Mittagsessen, navroj) li dibistanê dixwin û alîkariyê ji bo spartekan didin wan. Û xwendekar dikarin beşdarî kûrsên taybet bibin, wekî mînak xwe-fêrîkirina enstrûmaneke mûzîkê, werziş, dersên şanogeriyê bigirin. Dibistanên tam-rojî yên dewletê ne û belaş in lê ji bo dibistanên tam-rojî yên taybet de divê hûn pereyên dibistanê bidin. 

die Garantie, die Garantien (Garantî)
We ji xwe re alavek (wekî mînak televîyonek) kirî û ew niha xirab bû? Bi piranî ew hatiye garantîkirin û hûn dikarin alavê (wekî mînak televîzyonê) bibin firoşgehê û li wan vegerînin. Herwiha divê iroşgeh an jî hilberîner an alaveke nû bide we yan jî alavê temîr bike. Lê belê garantî jî heta demekê diyar e (Bi piranî ji bo salekê, carinan ji salekê bêhtir). 

die Geburtsurkunde, die Geburtsurkunden (Belgeya Jidayîkbûnê)
Ew belge ye ya ku agahiyên wekî çêbûna zarokekî dihewîne. Navê zarok, zayend (Law e yan keç e), rojbûn, cihê jidayîkbûnê, navên dê û bav dihûndirîne. Îdareya Nufûsê belgeya jidayîkbûnê çêdike. 

das Gehalt, die Gehälter (Mehane)
Ev ew pere ye ku hûn wekî peywirdarekî di cihê karekî de heyvê distînin. Heke hûn nexweş ketin an jî çûn betlaneyê hûn ê dîsa jî mehaneya xwe bistînin. Divê hûn ji brût anku tevahiya mehaneyê bac û sÎgortayê. Yê ji ber dimîne jî mehaneya we ya safî ye. 

die Gesamtschule, die Gesamtschulen (Dibistanên berfireh)
Cûreyeke dibistanên navîn e. Dibistana seretayî, dibistana navîn û lîse (Gymnasium) di avahayekî de ne. Zarok li gorî asta xwe beşdarî kûrsên cuda dibin. Zarokek di matematîkê de ne baş be, diçe kûrseke hêsan. Zarokek di îngîlîzî de baş be, vêca beşdarî kûrseke zor û zehmet dibe. Di vê cûreya dibistanên navîn yê bi navê ‘’Gesamtschule’’ de mirov dikare bi hêsanî dibistana xwe biguherîne. Lê belê ev cûreyê dibistanên navîn yê bi navê ‘’Gesamtschule’’ li her derî nîn in. 

die Gewährleistung, die Gewährleistungen (Garantî-Temînat)
Ev ew maf e yê ku bi wî mirov dikare kûtalên bi qusûr li firoşkarî vegerîne (Wekî mînak firoşgeh, dikaneke mezin). Mirov kûtalekî nû distîne yan jî pereyên xwe hildide. Her wiha mirov dikare bi firoşkarî re biaxive û pereyekî kêm jî bide. Baş e ku, mirov fîş an fatûreya xwe veşêre (Kassenbon), lê belê ne şert e ku pêwîst be. 

der Gewerbeschein, die Gewerbescheine (Destûra bazirganiyê)
Hûn dixwazin şîrketeke nû damezirînin? an jî dikanek, restorantek an jî qehwexaneyeke vekin? Naxwe pêdiviya we bi destûra bazirganiyê heye. hûn wê ji ji ofîsa bazirganiyê distînin. Ev belge ji we re pêwîst in: Pasaporta we, belgeya destûra rûniştinê û carinan belgeya dadwerî ya reftarên qenc. Buhayiya destûra bazirganiyê ji 20 heta 60 Euroyî ye. 

das Gewerbeamt, die Gewerbeämter (Ofîsa Bazirganiyê)
Hûn dixwazin şîrketa xwe damezirînin? yan jî dikanek, restoranekê yan jî qehwexaneyekê vekin? Destûra bazirganiyê dê ji we re lazim bibe. Divê hûn wê ji ofîsa bazirganiyê distînin. 

die Gewerkschaft, die Gewerkschaften (Sendîka)
Ev organîzyoneke ji bo berjewendî xebatkaran e. 

das Girokonto, die Girokonten (Hesabê Bêsûd)
Ev hesabekî giring yê rojane yê bankayê ye. Bi rêya vî hesabî mirov dikare wekî mînak mehane, karkenar û pereyên zarokan bistîne. Û mirov dikare gelek fatûreyên xwe ji vî hesabê bankayê bide. 

die Grundgebühr, die Grundgebühren (Destheqê Sabit)
Divê ev heq her meh bê dayîn. 

Glossar Sprungnavigation

Glossar Sprungnavigation

H

die Hausordnung, die Hausordnungen (Rêbazên avahiyê)
Rêbazên avahiyê jiyana hevpar ya rûniştevanên avahiyekê de durist dike. Wekî mînak rêbazên wiha hene: Hefteyê carekê divê rûniştivanek pêpelokan paqij bike. Dibe ku rêzikeke din jî wiha be: Nabe ku zarok li ser şînahiya li ber avahiyê an jî di garajê de bilîzin. rêbazên avahiyê her dem wekî hev nîn in. Rêbazên avahiyê di şert û mercên asayî de bi peymana kirê re tên diyarkirin. 

der Hauptschulabschluss, die Hauptabschlüsse (Dîplomaya Dibistana Bilind)
Bi qedandine dibistana navendî mirov dîplomaya dibistana navendî distîne. Ev di pola 9an de ye. Li hin herêmên federal yên Almanyayê dîplomaya çawaniyê ya dibistana navendî jî heye. Ev azmûneke di dawiya pola 9an de ye. Mirov ne mecbûre ku ji ‘’qualî’’ derbas bibe, lê belê mirov bi saya wê dikare bi hêsanî di şîrketekê cihekî karî ji xwe re peyda bike. 

die Hebamme, die Hebammen (Pîrik)
Pîrik ne bijîşk e. Ew xwedî perwerdeheyeke ji bo amadekariya jinan li ser welidînê û dema piştî welidînê ye. Ew alîkariya we dike, hema hemû tiştên di derbara zarok de û pirsên we dizane. 

das Heimatland, die Heimatländer (Welatê sereke, welatên sereke)
Welatên ku hûn eslê xwe xelkê livê ne. Di Pasportê da hatîye nivîsîn ku neteweya şexsî çîye, anku di kîjan welatî hatîye dinyayê û hevwelatîyê kîjan welatî ye. 

die Heiratsurkunde, die Heiratsurkunden (Belgeya Zewacê)
Hûn zewîcîn? Dûre hûn belgeyekê ji îdareya nûfûsê distînin. Ev cizdana zewacê ye. Peyvek din jî jê re heye ew jî ‘’Eheurkunde’’ e.

das Herkunftsland, die Herkunftsländer (Welatê serekî, welatên serekî)
Ji ev welatî re dibêjin ku kesek ji vî tê. Di Pasport ê da hatîye ku kesek ji kîjan welatî tê, yanî di kîjan welatî da hatîye dinyayê û hevwelatîyê kijan welatî ye. 

die Hochschulzugangsberechtigung, die Hochschulzugangsberechtigungen (Izina têketina ji kursê perwerdehîya bilind, Izinên têketina ji kursê perwerdehîya bilind)
Bo perwerdehî di zanîngehê Elmanîya da, izina têketina ji kursa perwerdehîya bilind da pêdivî ye. Izina têketina ji kursa perwerdehîya bilind demekê dikarin bidest bînin ku Belgeyek taybet ji dibistanê hebe. Pê izina têketina ji kursa perwerdehîya bilind dikarin di tevahîya zanîngehên Elmanîya da perwerde bin. Lê nikarin di tevahîya qadan da perwerde bin. Bo hinek qadan pêdivî bi poenên taybet heye. 

der Hort (Navenda zarokan)
Dê û bavên ku dixebitin dikarin zarokên xwe piştî dibistanê deynin navendên zarokan anko ‘’hort’’ê. Carinan berî ku dibistan dest pê dike jî dikarin bimînin. Li ‘’hort’’ de fîravîn-navrojê didin zarokan û alîkariya wan ji bo spartekên wan jîdikin. Li vê navenda zarokan, zarok dikarin bi piranî heta seet 16 yan jî 17an bimînin.

Glossar Sprungnavigation

Glossar Sprungnavigation

I

der Immobilienmakler, die Immobilienmakler (Milkfiroş)
Hûn ji xwe re li xaniyekî digerin û ji we re alîkarî lazim e? Milkfiroş (Immobilienmakler, Makler) alîkariya we dike. Divê ji bo vê hûn heqê milkfiroşiyê bidin. 

die Impfung, die Impfungen (Vaksîn/kutaw)
Gelek nexweşî bi riya bakterî û vîrûsan tên. Bi vaksînkirinê re bijîşk heman bakteriyan/vîrûsan dide kesekî, lê belê ev zehf lawaz-qels in. Bi vaksînbûnê re laşê mirov antîkoran hildiberîne. Antîkor mirovan ji bakterî û vîrûsan diparêze. Çend vaksînên giring yên li dijî bakterî û vîrûsan hene: Tetanûs, Masern (sorik), Röteln (mîkutok), Mumps (gurep), Polio (Şehitîn-Felca Zarokan), Keuchhusten (Qotik, xenoq).

Glossar Sprungnavigation

Glossar Sprungnavigation

J

das Jugendamt, die Jugendämter (Saziya Ciwanan)
Saziya Ciwanan (Das Jugendamt) alîkariya zarokan, ciwanan û dê û bavên wan dike. Wekî mînak şêwirdariya derûnî ji bo kêşeyên di malê de. Carinan kêşa ew qasî mezin in ku zarok ji ber vê nikarin li malê star bibin. Vêca saziya ciwanan ji wan re li malbeteke nû digere ku ew bi awayekî demekî lê binhêrin, bihewînin. Bi piranî saziya ciwanan xwedî zarokistan e. Li her der bajarî saziyeke ciwanan heye. 

das Job-Center (Navenda karî)
Li vir ji bo ku hûn ji xwe kar û barekî guncav peyda bikin alîkariya we dikin. Li wir mirov ji hemû sektoran fersendên xebatê bi dest dixe. Carinan mirov alîkariya aborî wekî mînak ji bo mesrefên belgeyên serîlêdanê jî distîne. Navenda karî li her bajarî heye. Hûn dikarin navnîşana navenda xwe ya karî ya xwe li ser www.arbeitsagentur.de bibînin.

Glossar Sprungnavigation

Glossar Sprungnavigation

K

die Kaltmiete, die Kaltmieten (Kirêya safî)
Ev ew kirê ye ya ku mesrefên zêde û yên apartmanê ne tê de ne. 

der Kaufvertrag, die Kaufverträge (Peymana kirrînê)
hûn tiştekî buha dikirin wekî mînak navgînekî dikirrin. Ji bo vê divê hûn û bazirgan kaxezekê îmze bikin. Ev ‘’kaufvertrag’’ e, ango peymana kirrînê ye. Tiştên wekî buhayî û tarîxa dayînê tê de dinivîsin.  

die Kaution (Depozîto-Temînat)
Heger kirêdar bixwaze bar bike, pereyekî bi navê depozîtoyê-temînatê dide xwediyê xanî. Xwediyê xanî dikare vî pereyî di rewşên lezgîn de bi kar bîne, wekî mînak, heke kirêdar pereyê kiriyê nede. Dema kirêdar ji malê derdikeve di şert û mercên normal de xwediyê xanî dîsa dide kirêdar.Depozîto qesa 3 kirêya safî ye. 

die Kinderbetreuung, die Kinderbetreuungen (Lênerîna zarokan)
Hûn di karekî de dixebitin û pêdiviya we bi cihekî ji bo zarokên we heye? Alternatîfên cuda ji bo lênerîna zarokan hene: Bi piranî zarokên ji 6 salî biçûktir diçin zarokistanan yan jî baxçeyê zarokan. Ji bo zarokên biçûk yên heta 3 salî jî dergûşgehhene. Yan jî mirov dadiyeke taybet eyar dike. Her sibeh Mirov zarokan tîne û piştî nîvro jî yan êvarê dibe. 

der Kindergarten, die Kindergärten (Zarokistan)
Zarok li gel zarokên din di komekê de ne. Li wî Baxeçeyên zarokan, Zarokên ji 3 salî heya 6 salî diçin zarokistanan. Zarok ji zarokên mezintir û perwerdekaran tiştan hîn dibin. Cihê leystokê yê gelek zaroksitanan li derve ye. Navê zarokistanên ku zarok roja xwe gişî lê da derbas dikin ‘’Kita’’ ye jî. 

die Kinderkrippe, die Kinderkrippen (Dergûşgeh)
Cihekî taybet ji bo zarokên biçûk yên çend mehî heta 3 salî ye. 

die Kindertagesstätte (Kita), die Kindertagesstätten (Kitas) (Kreş)
Wie ein Kindergarten: Mîna zaroksitanê ye: Li vir dikarin zarok ji sibehê heya êvarê di şert û mercên asayî de heya seet 16 yan jî 17an bimînin. 

die Krankenversicherung, die Krankenversicherungen (Sîgortaya Nexweşiyê)
Li Almanyayê her divê sîgorta nexweşiyê ya her kesî hebe. Sîgortaya nexweşiyê bi piranî mesrefên bijîşk, nexweşxane û ji bo hin dermanan dide. Ji bo dermanan divê mirov qismekî biçûk ji kîsê xwe jî bide. Heke qezenca mirovî zehf kêm be, mirov bi sîgortaya hevjînê xwe tê sîgortekirin. Zarok bi awayî otomatîk li cem dê û bavên xwe sîgortekirî ne. 

die Krankmeldung, die Krankmeldungen (Ragihandina Newxweşiyê, Rapor)
hûn nexweş in û hûn nikarin bixebitin? Naxwe divê hûn nexweşiya xwe ji karderê xwe bibêjin. Ev Rapor kaxizek e ku bijîşk bi xwe dinivîse. Li ser dinivîse ku hûn nexweş in û hûn nikarin bixebitin. Carinan pêwîstiya zarokan jî bi ragihandina nexweşiyê ji bo dibistanê heye. 

der Kredit, die Kredite (Kredî)
Hûn dixwazin tiştekî bistînin û pereyên we têra wî tiştî nakin? Di vê rewşê de hûn dikarin wekî mînak ji bankayekê kredî bistînin. Banka ji demeke diyar pereyan gişan li ser hev dide we. Dûre divê hûn vî pereyê bi faîza wê re dîsa bidin bankayê. 

die Kreditkarte, die Kreditkarten (Karta Krediyê)
Bi saya wê mirov dikare bêyî neqd bide bikare pereyan bimezêxe. Pere rasterast li hesabê çalak nayê qeydkirin. Ev bi piranî wekî krediyeke biçûk e. Hemû firoşgeh karta krediyê qebûl nakin. Her dem hûn dikarin bi awayekî asayî di kirrîna bi rêya internetê de bi karta krediyê pêdiviyên xwe bikirrin û hûn dikarin di trên û balafiran de jî bi karta krediyê pereyan bidin. 

die Kündigung, die Kündigungen (Salixname)
Hûn dixwazin peymanekê bi dawî bînin? Naxwe divê hûn salixnameyekî binivîsin. Salixname divê nivîskî be.

die Kündigungsfrist, die Kündigungsfristen (Arbeit) (Wextê Agahdarkirinê)
Hûn naxwazin êdî di şîrketê de bixebitin? Divê hûn salixnameyekê binivîsin. Bi awayê normal divê hûn vî tiştî berî wê bisê mehan bikin. Heke karder jî bixwaze bi we re têkiliya xwe bibire, divê ew jî berî wê bi 3 mehan vê bike. Lê hin rewş hene ku, ji wan wextê agahdarkirinê tune ye. Wê çaxê divê karder bi lez û bez tevbigere, wekî mînak heke xebatkar karê xwe êdî naxwaze bi cîh bîne. 

die Kündigungsfrist, die Kündigungsfristen (Wohnung) (Wextê Agahdarkirinê)
Kirêdar berî ku ji malê derkeve divê ji xwediyê xanî re nameyekê binivîse. Ev di rewşên asayî de berî barkirinê bi 3 mehan e. Pirî caran ev bi tenê serê mehê agahdarî tê dayîn. Eger xwediyê xanî jî bixwaze kirêdarî derxîne divê bi kêmasî berî wê bi sê mehan agahdariyê bide wî. 

der Kursträger, die Kursträger (Dersxane)
Ev ew dibistanên zimên in ku kûrsên entegrasyonê didin. hûn dikarin agahiyan ji dibistana zimên yan jî ji înternetê bigirin. Hûn di rêya BAMF (Bundesamt für Migration und Flüchtlinge, ango daîreya federal ya ji bo koçber û pênaberan) dikarin hîn bibin bê cihê nêzîkî we li kû ye.

Glossar Sprungnavigation

Glossar Sprungnavigation

L

der Landtag, die Landtage (Meclîsa Parêzgehan)
Komara federal ya Almanyayê li ser 16 herêman dabeş bûye. Her herêmek-parêzgehek xwedî parlamentoya xwe ye. Ev parlamento wekî ‘’Landtag’’ tê bi nav kirin. 

die Landtagswahl, die Landtagswahlen (Hilbijartina Meclisa Parêzgehan)
Ji her 4 yan jî 5 salan carekê parlamenter tên hilbijartin, ango sîyasetmedar ji bo meclisa parêzgehan tên hilbijartin. 

der Lebenslauf, die Lebensläufe (CV)
Heke hûn ji xwe re li karekî digerin, CV beşek ji belgeyên serîlêdana ji bo karî ye. Di CVyekê de nav, pîşe, perwerdehe, karên berê yan jî aliyên we yên taybet (Kompûter? Zimanên biyanî? … ) dinivîsin. Hûn dikarin Mînakên CV yan li darîeya peydakirina karî peyda bikin. 

der Lohn, die Löhne (Muçe)
Ev pere ne yên ku hûn wekî xebatkar ji cihê karî yê diyarkirî û sabit her meh distînin. Heke hûn nexweş bin yan jî li betlaneyê bin jî, hûn dîsa jî muçeya xwe digirin. Brût tevahiya muçeyê ye. Divê hûn ji vê muçeyê bac û sîgortayan bidin. Yê ji ber dimîne muçeya we ya safî ye.

Glossar Sprungnavigation

Glossar Sprungnavigation

M

der Makler, die Makler (Emlaqfiroş, Zevzatfiroş)
hûn ji xwe re li xaniyekî digerin û ji we re alîkarî lazim e? Milkfiroş (Immobilienmakler, Makler) alîkariya we dike. Divê ji bo vê hûn heqê milkfiroşiyê bidin. 

die Meldebescheinigung, die Meldebescheinigungen (Belgeya Îqametgehê)
Belgeyek e ku navnîşana we li ser e. Hûn vê belgeyê ji îdareya nufûsê yan jî ji avahiya şaredariyê distînin. Ji bo wê jî tenê pasaporta we lazim. Stendina belgeya îqametgehê di şert û mercên normal de 5 €. ye. 

der Mietspiegel (Endeksa Kirayê)
Di endaksa kiriyê de buhayiya rêjeyî ya kiriyên xaniyekî li wî bajarî tê girtin. 

der Mietvertrag, die Mietverträge (Peymana Kiriyê)
hûn xaniyekî kirê dikin? Vêca hûn kaxezekê bi dest dixin: Peymana kiriyê. Divê hûn û xwediyê xênî peymana kiriyê îmze bikin. Bi dû wê de hûn dibin kirêdarê wî xaniyî. 

die Migrationsberatung, die Migrationsberatungen (Rabêja koçberîyê, Rabêjên koçberîyê)
Di rabêja koçberîyê da ji kesê ku bo jîyanê hatine welatekî nû da, alîkarî û agahî tên pêşkêş kirin. Liser pirsgirêkan û pirsan dikarin serdana rabêja koçberîyê bikin. Ev rabêjene bi taybet dikarin di mercên nû u nenas da mifadar bin. Di "Rêya min heta Elmanya" dikarin rabêjê koçberîyê di nêzî xwe da li vir peyda bikin: www.goethe.de/mwnd/karte 

der Minijob/450-Euro-Jobs, die Minijobs/450-Euro-Jobs (Karên Biçûk/karên bi 450 Euroyî)
Di karên biçûk de anku yên buhayiya wan 450 Euro ne, mirov ne mecbûr e ku bacê bide û mirov mehê herî zêde 450 Euroyî qezenç dike. Mirov bi awayekî otomatîk sîgorteyeke nexweşiyê û sîgorteyeke karkenariyê bi dest dixe. Ev ji aliyê karder ve tê dayîn. Lê sîgortaya betaliyê ya mirovî nîn e. Karên biçûk, di gelek qadan de peyda dibe: wek karên alîkariyê yên di malan de, karên ofîsan yan jî ajokarî. Hûn dikarin karên biçûk ji navenda karî (Job-center), rojname yan jî ji înternetê bibînin. 

der Mitgliedsbeitrag, die Mitgliedsbeiträge (Xercê endam bûnê, Xercên endam bûnê)
Di gelek klûban da dibe xercê endam bûnê bidin. Ev xercene mehane yan salane ne ku dibe bo beşdar bûna di xebatên klûbê da bê dayin. 

der Mutterschutz (Parastina Dayîkan)
Ev Rêbazên parastina jinên ducanî û dayîkan li cihê sabit yê karî ye. Giringîrîn rêbaz ev in: Jinek dikare demekê ji berî welidînê û piştî çêbûna zaroka xwe nexebite. Li Almanyayê ev 6 hefte berî welidînê û herî kêm 8 hefte piştî welidînê ye. Di vê heyamê de jî bidestxistina mehaneyê berdewam e. Ji destpêka ducanîbûnê heta çar meh piştî welidînê karder nikare peymanê bi dawî bike. Di hin pîşeyên diyar de jin dikare di dema ducanîbûnê de qet nexebite. Ev rêbaz bêtir di kesên bi madeyên kîmyawî re dixebitin re tê sepandin.

Glossar Sprungnavigation

Glossar Sprungnavigation

N

die Nebenkosten (Lêçûnên din)
Ev lêçûn li kiriya safî (Kaltmiete) zêde dibe. Wek mînak, pereyên avê, otomatîka apartmanê, lêçûna roniyên bindava apartmanê, lêçûnên avêtina gilêşê, bikaranîna anten/kabloua televizyonê. Carinan lêçûnên kalorîfer û elektirîkê jî tê de ne lê bi piranî ev bi awayekî cuda tên dayîn. 

netto (Destheqê safî)
Mehane/muçe yan jî destheqê safî ye yê ku ji ber derxistina bac û sîgortayê dimîne. 

die Niederlassungserlaubnis, die Niederlassungserlaubnisse (İzna rûniştinê, izinên rûniştinê)
Dema ku kesekê izina rûniştinê hebe dikare bo maweya bêdawî di Elmanya da bijî û kar bike. Bi asayî izina rûniştinê ji wî kesî re tê dayin ku bo maweya sê heta pênc salan izina îqameyê hebe û Xizmetên Civakî vernegirtibin. Dibe şexs zimanê Elmanî bizane û sabiqeya cezayî tune be. 

der Notdienst, die Notdienste (Xizmeta Lezgîn)
Bijîşk yan jî dermansaz in yên ku rojên şemiyê û yekşemê bi şevê dixebitin. Ger pêwîstiya we bi alîkariyeke lezgîn hebe, ev bijîşk û dermansaz ji bo we nobetê digirin.

Glossar Sprungnavigation

Glossar Sprungnavigation

O

P

das Parkhaus, die Parkhäuser (Cihên Parkê, Otopark)
Ji ber ku gelek cihê parkkirinê li kolanan tune ne, gelek otopartkên sergirtî li bajaran hene. Otoparkên sergirtî pir-qat in. ji bo parkkirinê hûn hinek pere didin. Di şert û mercên normal de mirov bi tirimbêla xwe dikeve otoparkê û dema jê derdikeve jî pereyan dide. Heke tirimbêla we ji bo demeke kurt li otoparkê bimîne, hûn ê kêmtir pereyan bidin. Heke tirimbêla we ji bo demeke dirêj li otoparkê bimîne wê çaxê hûn ê zêdetir pereyan didin. 

die Partei, die Parteien (Partî)
Partiyeke siyasî ew kom e ya ku ji mirovên xwedî xwestek û armancên hevbeş pêk tê. Partiyek dixwaze ji bo dewletekê biryaran bide yan jî li ser bandorê li dewletê bike. 

der Pass, die Pässe (Nasname)
Ev belge aîdiyeta kesekî nîşan dide. Di nasnameyê de agahiyên kesî bixwe (Nav, temen, …) û agahiyên hevwelatiyê hene. Li welatê we jî ji pêwîstî bi nasnameyekî heye, wekî mînak, heke hûn biçin sazîyekî. Û heke hûn biçin welatekî din pêwîstî bi pasaportê heye.  Dûre di nasnameyê de bi piranî agahiyên din jî hene, wekî mîna agahiyên vîzeyê an jî yên destûra rûniştinê. 

das Passwort, die Passwörter (Şifre)
Ev pênaseyeke nepenî ye ku hûn ji bo têketina malpereke înternetê di kompûterê de bi kar tînin. Bi pirranîli gel navê bikahênerî tê xebîtandin. Ew agahiyên we yên şexsî diparêze. 

die Personalien (Agahîyên şexsî)
Agahîyên şexsî tevahîya agahîyên taybet bi şexsî liber digire. Ev babetene pêk tên ji nav, paşnav, navê dema rojbûnê, rojbûn, cîyê dinya hatinê, rewşa zewacê, şol, cîyê jîyanê , netewe ye. 

das polizeiliche Führungszeugnis (Police Clearance (Belgeya dadwerî ya reftarên qenc))
Ev belge ji saziyên rayedar tê girtin. Li ser dinivîse bê berê polîs an asayîşê ti siza daye we yan na. Gelek karder ji we vê blegeyê dixwazin. 

das Praktikum, die Praktika (Staj)
Gava ku mirov bi pîşeyekê re eleqadar be dikare wekî mînak di fîrma an jî klînîkekê de staja xwe bike. Mirov dixebite û bi vî awayî fêrî pîşeşya xwe dibe. Di şert û mercên normal de di dema stajê de mirov pereyan nastîne. Dema her stajekê li gorî şîrket û pîşeyê diguhere. 

die Probezeit (Dema Ceribandinê)
Bi giştî di her karekî nû de demek ji bo ceribandinê heye. Di dema ceribandinê de hûn û karder dikarin zûtir peymana karî bi dawî bikin. Di vê demê de karder ji nêzîk ve çavdêriya we dike . Û ew biryar dide bê ka hûn dê piştî dema ceribandinê di firmayê de bixebitin an na. Û hûn biryar didin ku ka hûn ê di vî karî de berdewam bikin an na. Reng e ku ew dem heta 6 mehan jî bidome. 

die Provision, die Provisionen (Komisyon)
Hûn bi rêya milkfiroşan xaniyekî kirê dikin yan jî dikirrin? Naxwe divê hûn pereyan bidin milkfiroşî. Ev pere jî komisyon in.

Glossar Sprungnavigation

Glossar Sprungnavigation

Q

die Qualifikationsanalyse, die Qualifikationsanalysen (Nirxandinên pisporî, Nirxandinên pisporî)
Di nirxandinên pisporî da tê lêkolîn kirin ka kesek bo karên taybet kêrhatî ye yan na. Bi pirranî ev şarezayîye di Encamname yekê yan belgeyek dî da tê nîşan dan. Ev encamnameye zemanekê tê vergirtin ku kursek bi serketî Bi dawîhatibe. Dema ku Encamname berdest nebe dikarin nirxandinê pisporî pê bînin. Bo vî karî hevpeyivînek pêk tê yan di dema şolê da tê lêkolîn kirin.

Glossar Sprungnavigation

Glossar Sprungnavigation

R

die Rechnung, die Rechnungen (Fatûre)
We tiştek kirrî lê we di cih de pereyeên wê nedan? Wê çaxê dê dûre fatûre ji we re bê şandin; wek mînak we tiştek li ser înternetê kirrî. Gava fatûre bigihêje destê we, divê hûn pereyan hewaleyê hesabê şirketê bikin. Bi giştî ji bo kiryarê ti lêçûnên din nayên stendin. 

der Religionsunterricht (Dersa Olê)
Ev derseke dibistanê ye. Bi piranî ev ders di mezhebê prostestaniyê an jî di katolîkiyê de heye. Li hin dibistanên hinek heremên federal yên Almanyayê de dersên olê yên ortodok, cihûtî û bûdîzmê jî hene. Ji bo ola îslamê jî, gelek dibistan perdewehiya îslamî bi zimanê tirkî yan jî erebî didin. Zarokek ne mecbûr e ku biçe dersa olê. Lê belê bi piranî ew dem ne vala ye, ji ber ku li gelek heremên federal yên Almanyayê de mirov mecbûr e ku beşdarî dersa exlaqê bibe. Ev derseke felsefeyê ye. 

die Rentenversicherung, die Rentenversicherungen (Sîgorteya Karkenariyê)
Bi gelemperî li Almanyayê heya ku mirov dibe 67 salî jî dixebîte. Dûre jî karkenar dibe. Heta karkenariyê mirov qismeke mehaneya xwe didin sîgorteya karkenariyê. Hûn di karkenariyê de her mehê beşekê ji mehaneya xwe ya berê ji sîgorteya karkenarşyê distînin. Hûn lêçûnan bi karderî re dabeş dikin. Heke mirov ne xebatkar be, anku hûn ne li gorî mehane yan muçeyekê dixebitin, mirov dikare sîgorteya kerkenariyê ya taybet çêke. Gelek mirov him ji sîgortaya dewletê distîne him jî ji xwe re sÎgortayeke taybet çêdike. 

das Rezept, die Rezepte (Reçete)
Hûn nikarin gelek dermanan bêyî reçeteyê ji dermanxaneyan bikirin. Ji bo hinek dermanan pêwîstiya we bi kaxezeke nivîskî ya bijîşkî heye. Ew kaxez jî reçete ye.

Glossar Sprungnavigation

Glossar Sprungnavigation

S

das Schulgeld (Pereyê Dibistanê)
Ev bi tenê di dibistanên taybet de tê dayîn. Di dibistanên taybet de bi piranî zêdetir pere ji bo dersan (waneyan) tê dayîn. 

die Schulpflicht (Perwerdehîya Pêwîst)
Di Elmanya da perwerdehî pêwîst e. Bi gotinek dî, zarrok û nûciwan dibe heta temenek taybet herîkêm neh salan biçine dibistanê. Evê qanûn dîyar dike. 

die Schwangerschaftsberatung, die Schwangerschaftsberatungen (Şêwîrdariya Ducanîbûnê)
Ev cihekî şêwirdariyê ye ku bersiva hemû pirsyarên derbarê ducanîbûnê de dide. Li gelek cihan heye. Bi piranî bijîşkê we yê jinan dikare nîşanî we bide ta ku hûn jî pê bişêwirin. 

die selbständige Arbeit (Xebata Serbixwe)
Kardarekî we nîne, hûn karê xwe yê taybet bi xwe dikin. 

das Sonderangebot, die Sonderangebote (Promosyon)
Hin firoşgekê berhemên xwe bi buhayiyeke guncav, nemaze ji bo demeke kurt, difiroşin. Mirov wan berheman wek promosyon bi nav dike. Mirov dikare wan berhemên promosyonê zûtir li firoşgehan bibîne: Ew bi piranî rasterast li ber deriyê firoşgehê ne. 

das Sozialamt, die Sozialämter (Îdareya Xizmetên Civakî, Îdareyên Xizmetên Civakî)
Îdareya Xizmetên Civakî Îdareyek dewletî ye. Dema kesekê pêdivî bi alîkarîya malî hebe, Îdareya Xizmetên Civakî lêkolîn dike ka gelo ev kesî mercên pêdivî bo vergirtina Xizmetên Civakî heye. 

die Sozialleistung, die Sozialleistungen (Xizmetên civakî, Xizmetên civakî)
Kesên ku pêdivî bi alîkarîya diravî hene, dikarin di mercên taybet da daxwaza vergirtina alîkarîyên civakî ji Departmenta Xizmetên Civakî bikin. Pê ev alîkarîyane dikarin di maleke kêrhatî da bijîn. Herwisa bîmeya wan ya dermanî jî dabîn dibe û dikarin pey şolê bigerên. 

die Sozialversicherung, die Sozialversicherungen (Sîgortaya Cîvakî)
Ev sîgorta ya nexweşiyê, sîgortaya karkenariyê, sîgorteya qezayê û sîgorta lênerînê ye. 

die Sozialwohnung, die Sozialwohnungen (Xaniyê sosyal)
Ev xanî ji xaniyên normal erzantir in. Heke hûn pereyekê kêm qezenc dikin hûn dikarin xaniyekî sosyal kirê bikin. Ji bo vê jî pêwîste ku belgeya guncaviya mayînê ya we hebe. Hûn dikarin belgeyê ji şaredariyê an jî ji ofîsa xaniyan bistînin. 

das Sparkonto, die Sparkonten (Hesabê berhevkirinê)
Ew hesabeke bankayê yê dem-dirêj e. Mirov nikare ji vî hesabê pereyan(wek çawa hûn ji hesabê xwe yê çalak kiriya xênî didin) bişîne. Di hesabê berhevkirinê de berevajî hesabê çalak hûn zêdetir faîzê jê digirin. Herwiha divê hûn pereyên xwe demeke dirêjtir ji ya di hesabê we yê çalak de di vî hesabÎ de bigirin. 

die Sparkasse, die Sparkassen (Sindoqa Teserufê)
Wekî bankayê ye, lê belê ne taybet e, aiydî şaredariyê yan jî dewletê ye. 

die Spielgruppe, die Spielgruppen (Komên Lîstinê)
Li wir zarok tên ba hev ta ku bi hev re bilîzin. Dê û bav jî bi piranî li cem wan in. Carinan kesekî din yê mezin jî birêvebêriya komê dike û bi zarokan re dilîze. 

die Sprachförderung (Piştgirtina Zimanî)
Bi lîstikên teybet, çîrok û stranan, zarok hîn çêtir fêrî axaftinaalmanî dibin. Li Zarokistanan ji bo zarokan bernameyên taybet yên teşwîqa zimên hene ku tên sepandin. 

der Sprachtest, die Sprachtests (Testa Ziman)
B piranî zarok bi piranî li zarokistan an jî kreşan tên testkirin. Mirov dikare bibîne ka ew zarok çiqasî baş dikare bi zimanî biaxive. 

die staatliche Schule, die staatlichen Schulen (Dibistanên Dewletê)
Li Almanyayê gelek dibistan yên dewletê ne. Mirov ji bo dersan pereyan nade û ders belaş in. 

das Standesamt, die Standesämter (îdareya nufûsê)
Hûn dixwazin bizewicin? Zarokeke we çêbû? Hûn dixwazin hev berdin? Naxwe divê hûn biçin îdareya nûfûsê ya bajarê xwe. 

der Studiengang, die Studiengänge (Qada perwerdehîyê, Qadên perwerdehîyê)
Bo perwerdehîya di zanîngehê da dibe qadeke perwerdehîyê bijêrin. Derfetên cûda hene. Lê bi asayî dibe yek yan du qad bên bijartin. Bo nimûne kesê ku di hînbûna zimanan da şareza ye, dikare di polên ziman nasîyê da perwerde be. Kesê ku di jimêryarîyê da bihêze dikare di qadên matematîkê da perwerde be. 

die Studiengebühren (Xerca dewra dibistanê)
Heke hûn dixwazin li zaningehekê bixwînin naxwe divê hûn her dewrekê carekê pereyan bide. Ev pere xerca dewra dibistanê ye. 

das Studium (Perwerdehî)
Ji bo hin pîşeyan, wekî mînak ji bo endazyariyê yan jî mamostetiyê, pêwîstiya mirov bi perwerdehiyê heye. Mirov dikare li zaningehekê yan jî dibistaneke bilind ya pîşeyê bixwîne.

Glossar Sprungnavigation

Glossar Sprungnavigation

T

das Tagesgeldkonto, die Tagesgeldkonten (Hesabê veberhênan yê rojane)
Ev hesab wek hesabê çalak ne ji bo pêdiviyên rojane ye. Eger pereyenê te yên zêde hebin, tu dikarî wan di hesabê veberhênan yê rojane de veberbîne. Herwiha banka faizeke zêdetir ji hesabê çalak yan jî hesabê berhevkirinê zêdetir dide. Herwiha mirov dikare di yek carê de pereyên xwe ji wî hesabî bikişîne. 

die Tagesmutter, die Tagesmütter (Lênêra zarokan)
Lênera rojê li mala xwe li zarokan miqateyê dike. Lênêrên zarokan yên zilam jî hene. Bi piranî lênêreke zarokan li çend zarokan bi hev re dinere. Divê lênerên zarokan perwerdehiyeke taybet girtibe û divê hûn pereyan ji bo wî karî bidin wan. 

die Teilnahmeberechtigung für den Integrationskurs (Belgeya Şiyana Beşdarbûna Kûrsa Entegrasyonê)
Belgeyek e ta ku hûn xwe li kûrsa entegrasyonê qeyd bikin. Bi giştî hûn dikarin ji ofîsa biyaniyan ya bajarê xwe bigirin. Lê dîsa jî hevwelatiyên Yekitiya Europa dikarin beşdarî kûrsa entegrasyonê bibin, lê belê divê pêşiyê daxwaznameyekê ji BAMFê (Bundesamt für Migration und Flüchtlinge, ango daîreya federal ya ji bo koçber û pênaberan) re bişînin. 

die Teilzeitarbeit (Part Time)
Hûn xwedî karekî sabit in lê belê hûn her rojê ne 8 saetan lê demeke kintir, wekî mînak 4 saetan dixebitin. Bi piranî jinên bi zarokên biçûk bi vî awayî dixebitin.Mirov dikare li gelek şirketan karekî part time ji xwe re bibîne. 

der Tariflohn, die Tariflöhne (Deqtheqê standard)
Di gelek kar û pîşeyan de karker mêjereke sabit ji bo destheqê xwe distînin ku li gorî nirxeke standard tê diyarkirin. Sendîka û karder derbarê qîmeta vî destheqî bi hev re nîqaşê li ser vê mêjerê dikin û biryarê didin. Nabe ku destheq ji destheqê standard yê diyarkirî kêmtir be.

Glossar Sprungnavigation

Glossar Sprungnavigation

U

das Übergabeprotokoll, die Übergabeprotokolle (Belgeyê Dewrkirinê)
We xaniyek ji xwe kirê kir û hûn dixwazin barî wir bikin? Tiştekî xerabe di xênî de heye? Divê hûn vê di belgeya dewrkirinê ji xwediyê xênî re binivîsin . divê hûn û xwediyê xênî bi hev re Belgeya dewrkirinê îmze bikin. 

die Überweisung, die Überweisungen (Bank) (Hewaleya Bankayê)
Banka pereyan ji hesabekê dişîne hesabekî din. Wekî mînak ji bo kiriya xaniyekî: Divê pere rasterast ji hesabê we biçin hesabê xwediyê xênî. Hûn vê ji bankayê re dibêjin û banke pereyan ji hesabê we dişîne hesabê xwediyê xênî.

die Überweisung, die Überweisungen (Arzt) (Sewq (Bo bijîşkî))
Hûn nexweş in û pêwîstiya we bi pisporekî heye? Bijîşkê we ji we re sewqekê dinivîse: Ev kaxezek e. Bi saya wê hûn dikarin biçin ba pisporekî.

der Umtausch (Veguherîn)
We tiştek kirrî û hûn dixwazin biguherînin? Hûn dikarin li gelek firoşgehan biguherînin. Carinan jî eger bixwazî dikarî vegerînî û pereyên xwe vegerînî lê carinan jî hûn nikarin vegerînin û pere xwe jî ji bo vê bistînin. lê belê mirov tiştekî din yê nû ji firoşgehê distîne. Bi pirranî tiştên promosyonê nayên guherandin. 

die Unterrichtsstunde, die Unterrichtsstunden (Ders)
Dersa kûrsa entegrasyonê bi giştî 45 deqîqeyan dewam dike.

der Urlaub (Betlane)
Her salê mafê mirov û çend rojan heye ku biçe betlaneyê û hejmara wan rojan diyar e. Di dema betaleneyê de tu muçeya xwe distînî. Divê hûn û gerînendeyê xwe derbarê betlaneyê biaxivin û li hev bikin. Li Almanyayê bi giştî mirov hefteyê 5 rojan dixebite. Anku, tu bixwazî hefteyekê derkevî betlaneyê (Ji duşemê heta yekşemê) wê çaxê 5 rojên îzinê besî te in

Glossar Sprungnavigation

Glossar Sprungnavigation

V

die Verbraucherzentrale, die Verbraucherzentralen (Navenda Mezêxerî)
Ev navendên agahdarkirina mezêxeran in. Her mirovê tiştekî dikirre mezêxer e. Navendên mezêxeran derbarê gelek kûtal û hilberên (produkt) cuda de agahiyan didin. Herwiha navenda mezêxer di pirsgirkên huqûqî alîkariya we dikee (Wekî mînak, we tiştekî xirabe kirrî û firoşgeh venagerîne, wê çaxê navenda mezêxerî alîkariya we dike). 

der Verein, die Vereine (Komele)
Di komeleyekê de mirovên ku berjewendî û armancên wan yek in, tên ba hev. Wekî mînak di komeleyeke pêgogê de bi gog dilîzin, di komaleyeke mûzîkê de bi hev re bi muzîkê ve mijûl dibin. 

die Verfassung, die Verfassungen (Makezagon)
Makezagon tekstek e. Tê de rêbazên, qanûn û qaîde bingehîn yên giring ji bo dewletekê hene. Dewlet çawa hatiye organize kirin? Mirov di dewletê dexwedî kîjan maf û peywiran in?... Navê makezagona Almaniyayê ku navê ‘’Grundgesetz’’ e, anku qanûna bingehîn. 

die Versicherung, die Versicherungen (Sîgorta)
Mirov her meh yan jî her sal ji bo rewşeke diyar pereyan dide sîgortayê. Bi saya wê mirov ji bo wê rewşê dibe xwedî sÎgorta. Wekî mînak nexweşî: hûn her meh pereyan didin sigortaya nexweşiyê. Dûre hûn nexweş ketin, divê hûn biçin ba bijîşkî. Di vê rewşê de sigortaya nexweşiyê destheqê bijîşkî ew bi xwe dide anku hûn nadin. 

das Visum, die Visa (Vîza)
Bi xêra vîzayê mafê we çêdibe ku hûn biçin dewleteke din. Hûn dikarin vîzayê ji balyozxaneya dewleta din bistînin. 

die Volkshochschule, die Volkshochschulen (Mala Gelî)
Kesên temenmezin û ciwanên ji 16 salan mezintir dikarin beşdarî kûrsên mala gelî bibin. Heqê van Kûrsan ne zehf e. Mirov dikare zimanan hîn bibe - Almanî, wênegirtin, xişran çêke, reqs, xêzkirin û gelek tiştên din hîn bibe. Kûrsên ji bo pîşeyên wekî mînak xebata li ser kompûterê jî hene. Temenmezin dikare di mala gelî de dîplomayekê jî bistînin wekî dîploma dibistana navîn. Kûrs bi piranî di nav hefteyê de bi şevê an jî di dawiya hefteyê de ne. 

der/die Vorgesetzte, die Vorgesetzten (Gerînende)
Gerînende birêveberê te yê sereke ye. Gerînende ji te û kar û xebata te berpirsyar e. Ew ji we re dibêje, hûn dê kîjan karî bi çi awayî bikin. Bi piranî gerînedeyê gerînedeyê we jî heye. 

die Vorsorgeuntersuchung, die Vorsorgeuntersuchungen (Pişkinîna Giştî ya Tendurîstiyê)
Ev pişkinînek rûtinî ya bijîşkan e. Hûn ne nexweş bin û êşa we jî tune be jî lê belê hûn dixwazin bizanibin ka her tişt di cih de ye an na. Ji bo zarokan 10 kontrolên rûtîn yên bijîşkê zarokan hene. Ev belaş in. Yekemîn muayeneya giştî ya tendurîstiyê piştî jidayikbûnê bi demeke kurt e, ya dawîn jî piştî destpêkirina bi dibistanê bi demeke kurt e. 

das Vorstellungsgespräch, die Vorstellungsgespräche (Dîdar)
We serî li karekî da? Karderî zêde guh li serîlêdana we kir? Vêca ew dixwaze we nas bike û bêtir tiştan di derbarê we de hîn bibe.
Ew we vedixwîne hevdîtinekê. Ev dîdar e. Hûn dikarin Agahiyên giştî yên di derbarê dîdarê de ji Arbeitsagentur/Job-Centerbistînin.

Glossar Sprungnavigation

Glossar Sprungnavigation

W

die Warmmiete, die Warmmieten (Tevahiya kiriyê)
Kirê li gelk lêçûnên pêvek û lêçûnên mehane ye. 

der Wochenmarkt, die Wochenmärkte (Bazar)
Hefteyê carekê yanî du caran li gelek bajaran bazar tên vekirin. Bazar li cihekî navendî yê bajarî yan jî saloneke fireh û sergirtî ye. Firoşkar bi piranî ji herêman tên. Mirov dikare hemû fêkî û şÎnkayiyên teze li bazarê peyda bike her wiha şîr, penêr, masî û goşt jî hene. Carinan mirov dikare cilan jî ji xwe li wir bikirre. 

der Wohlfahrtsverband, die Wohlfahrtsverbände (Civatê refahî, Civatên refahî)
Civatê refahî bo gehîştina bi dada civakî di Elmanya da dixebitin. Civatên refahî di bajarên biçûk û di mezinbajaran da hene. Di ev civatan da xelk bi rewşa xwebexşane karî dikin. Ev civatane bo nimûne ji Penaberan re alîkarî dikin. Eger pirsek hebe Penaber dikarin serdana civata refahîya cîyê rûniştgeha xwe bikin Li vir dikarin agahîyên balkeş û piştgirya werbigirin. 

das Wohngeld (Pereyê Xênî)
Kiriya xaniyan gelekî zêdeyî qeweta we be? Naxwe hûn dikarin daxwaznameyekê bidin ofîsa xaniyan ji bo alîkariya bicihbûnê bide we: hûn ne mecbûr in hemû pereyê kiriyê bidin. Beşek ji pereyên kiriya we dewlet dide. 

das Wohnungsamt, die Wohnungsämter (Ofîsa Xaniyan)
Kiriya xaniyan gelekî zêdeyî qeweta we be? Ofîsa xaniyan dikare alîkariye we bike: Wekî mînak bi pereyê xênî an jî bi xaniyên sosyal. Ofîsa xaniyê ji bo pirsên wekî din jî yên derbarê bicihbûnê de alîkariyê dide we.

Glossar Sprungnavigation

Glossar Sprungnavigation

X

Y

Z

das Zahlungsmittel, die Zahlungsmittel (Awayên peredayînê)
Gelek awayên cuda yên peredayînê hene: Mînak, peredayîn neqid(Bargeld), hewaleya bankayê (Bankeinzug), Karta bankayê (EC-Karte), karta krediyê (Kreditkarte) û fatûre (Rechnung). 

das Zeugnis, die Zeugnisse (Sertîfîka)
Gava hÛn ji xwe re li karekî nû bigerin, sertefîka beşek ji belgeyeên serîlêdana karekî nû ye. Tê da di derbarê karê we yê berê de çend tiştan dinivîsin. Û sertîfîkayên dibistan û dibistanê bilind jî hene: Belgeyên fermî yên ji dibistan an jî dibistana we ya bilind. Sertîfîkayên welatê we divê werin wergerandin û bên tesdîqkirin. 

die Zinsen (Faîz)
Pere di hesabê we de hene? hûn ji bankayê her meh ji bo vê jî hinek pere distînin. Ev faîz e. Krediya we di bankayê de heye? Vêca hûn mecbur in her mehê hinek pere bidin bankayê. Ev jî faîz e. 

die zweisprachige Schule, die zweisprachigen Schulen (Dibistanên duzimanî)
Ders bi du zimanan in, bi piranî bi almanî û bi zimanekî din in.

Glossar Sprungnavigation

Glossar Sprungnavigation