Lêkolînnameya Derbasbûna ji pêşxistina zimên ya beriya entegrasyonê heta dersa entegrasyonê ya sala 2011an diyar kir ku koçberên nûhatî, yên ku di welatê xwe de ji bo bidestxistina vizeyê ezmûneya pola A1ê ya zimanê almanî derbas kirine, demek dirêj li benda vê yekê ne ku dersa entegrasyonê jinûve bi zimanê almanî mijûl bibin. Di ser de ev lêkolînname malzemeyê hînbûn, fêrbûn û agahdariyê, ku bi taybetî ji bo van kesan hatibe amadekirin, kêm e, ku bikaribin dema guhastinê de bi serê xwe hînbûnê bidomînin. Ji ber vê kêmasiyê zanyariyên ziman heta destpêka dersa entegrasyonê tên jibîrkirin. Lê li gor nêrînên koçberan motîvasyoneke bilind ji bo domkirina hînbûnê heye. 



Bi rêya portala internetê ya „Riya min ya Almanyayê“ – mijara seretayî ya projeya „Mein Weg nach Deutschland“ (bi alîkariya darayî ya fona penaber, koçber û entegrasyonê, AMIF) – Enstîtûya Goethe berteka vê kêmasiyê dide. 

Armanca projeyê ew e ku, ev dema derbasbûna di navbera teklîfên li derveyî Almanyayê wek dersa zimên, bernameya agahdarî û şêwrimendiyê û teklîfên li Almanyayê wek pêşxistina zanyariyên zimên û tedbîren entegrasyonê baştir derbas be. Portalê internetê wê zanyariyên li ser ziman û çanda , ku beriya hatina Almanyayê hatine wergirtin, berfireh bike. Bi riya bikaranîna portala internetê ev koma taybet ya hînbûnê wê zanyariyên zêde bistîne bo derbaskirina jiyana li Almanyayê wek nimûne bikaranîna tora medya yan jî zanyariyên li ser rojên pêşîn li Almanyayê. 

Ji bo wanedar û şêwirdaran di kêleka „Ji bo mamosteyan“ fîlmekî agahdari derbareyê portala internetê ku bi qasî 5 deqeyan didome mevcûd e; belgeyekî pdf ya 30 pelî tevî şîretên ji bo bikaranîna vê portalê di pola de. 



Li vê derê em dixwazin spasdariya xwe pêşkêş bikin ji bo hemû insanên têkildar wek nivîskar, şênker, fîlmker, wêneker, weşanvan û pisporan, ku bi alîkariya wan ev portala dewlemend hatiye damezrandin û di internetê de amade ye! Navê van kesan di kêleka „Hînbûna Almanî“ rasterast hatiye gotin. H. w. d. em ji nivîskar û weşanvanan Stefan Münchow, Freya Conesa, Joanna Chlebnikow, Csaba Gloner, Janna Degener, Ellen Bachmann, Marion Hollerung û Julia Meyer /Lêkolîngehê navnetewî ji bo pirzimanî sipas dikin ku wane û tekstên portalê amdekirin. 

Ji bo alîkariya darayî em ji Yekitiya Ewropayê sipasdar in, da ku beyî wê damezrandina vê portalê ne gengaz bû.