Kursteilnehmende machen eine Wortübung auf dem Tisch. Zu sehen sind Wortkarten und Lehrbücher. © Goethe-Institut

Beşdarbûn

Êdî tu li Almanyayê yî û tu dixwazî fêrî zimanê almanî bibî: Ji bo vê tu dikarî serdan kûrsên entegrasyonê bikî. Eger tu nikaribî bi almanî biaxivî yan tu hindik diaxivî, tu neçarî beşdarî kûrsê bibî, anku tu neçarî biçî kÛrsa entegrasyonê. 

Daîreyan biyaniyan Belgeya şiyana beşdarbûna kûrsa entegrasyonê dide we û lîsteya dersxaneyên perwerdekirina zimanî dide we. Dûre tu dikarî li dibistanên zimanî li herêma xwe bigerî û li wir xwe qeyd bikî. 

Herwiha tu dikarî navnîşanên kûrsên entegrasyonê di girêdana mijarên giring peyda bikî. Dûre tu dikarî bi xwe li herêma xwe li navendên dersder bigerî. Encam dê agahiyên wek hejmara telefonê û navnîşê ji te re li ser xerîteyê bixuyê. 

Der Ablauf eines Integrationskurses ist auf einem Whiteboard schematisch dargestellt. © Goethe-Institut

Diyarkirina astê, xwendin û ezmûn

Piştî xweqeydkirinê, hûn li dersxaneyê dikevin ezmûneke diyarkirina astê. Li gorî encmana ezmûnê diyar dibe bê kîjan kûrs ji we re baş e. Divê ji bo her dersekê 2.29 EURO bidî, lê eger pereyên te hindik bin wê çaxê tu ti tiştî nadî û dê pereyên çûnûhatina te jî bidin. Kûrsa entegrasyonê ji ziman û dersên rêberiyê pêk tê. 

Kûrsa asayî 700 saet e. Li vir mirov fêrî mijarên jiyana rojane, anku zimanê mijarên  wek kirrîn û firotin, bicihbûn, navgînên medyayê, zarok û mijûlahiyên demên vala dibe. 

Di dawiya kûrsê de tê têkevî ezmûna dawî((Deutschtest für Zuwanderer)( ezmûna almanî ji bo biyaniyan). Piştî ezmûnê tu yê "Zertifikat Integrationskurs” destûrnameya kûrsa entegrasyonê bistînî. Tu êdî dikarî di asta A2 yan B1ê bi almanî bixwînî, binivîsî û biaxivî. Gelek karder dixwazin vê destûrnameyê bibînin. Herwiha di danûstendina te de bi daîreyên fermî wek daîreyan biyaniyan re jî dê pêdiviya te pê hebe. Eger hûn bixwazin bibin hevwelatiyê Almnyayê jî, dîsa destûrnameya entegrasyonê dê bi kêrî we were. 

Eger hûn ji ezmûna zimanî derbas nebûn? wê çaxê hûn 300 saetên din dersan bistînin û hûn dikarin dÎsa têkevin ezmûnê.

Ein Kursteilnehmer ist im Klassenzimmer zu sehen. © Goethe-Institut

Kûrsên taybet

Ji bo kesên ku temenên wan ji 27 salan kêmtir e. kursên entegrasyonê yên taybet hene, kursên ciwanan yên entegrasyonê. Eger hûn perwerdehiyên bixwazin ew dê alîkariya we bike. Hûn dikarin agahiyan ji daîreya koçber û penaberan (Bundesamt für Migration und Flüchtlinge) wergirî. 

Li hin bajaran hinek kûrsên taybet wek kûrsên jinan, kûrsên xwendin û nivîsînê yan kûrsên lênerîna zarokan hene. Hûn dikarin agahiyan ji dersxaneyên zimanî bistînin.

Video International Sign

Pirsên kû herî zêde tên pirskirin

Further questions? Write us via the contact form. We will forward your questions anonymously to the advisors of the youth migration services.

Contact form