Ein Mann schaut aus einem Fenster und lacht dabei. © Goethe-Institut

Pasaport û Vîza

Ji bo çûyîna Almanyayê pêwîstiya we bi pasaporteke derbasdar an jî belgeyeke din ya ku nasnameya we diyar dike, heye. Dûre jî eger hûn biçin saziyeke fermî pêwîstiya we bi pasaportê heye. Hevwelatiyên ne ji Yekitiya Ewropayê hewcedariya wan bi vîzayê heye. 

Hûn dikarin vizeyê ji balyozxaneya Almanî (Konsulat-Botschaft) li welatê xwe bistînin. We li Almanyayê peymaneke karî çêkir an jî beşeke malbata we li Almanyayê rûdinê? Dûre hûn dikarin hêsantir vîzeyekê bistînin. Hûn dikarin agahiyan zêdetir ji wezereta karên derve peyda bikin. 

Pêwîstiya hevwelatiyên ji Yekitiya Ewropayê (YE) an jî ji welatakê Qada Aborî ya Ewropayê bi vîzeyê nîn e.

Auf einer Hauswand sieht man ein Schild, das zum Bundesamt für Migration und Flüchtlinge führt. © Goethe-Institut

birêveberiya nufûsê û Belgeya Destûra Rûniştinê

Divê hûn li Almanyayê ewilî di îdareya nufûsa bajarê xwe de serî lê bidin. Piştre divê hûn biçin daîreya-ofîsa biyaniyan . Li wir hûn dê belgeya destûra rûniştinê peyda bi dest xînin. Ev karteke bi rewşa îqameta te diyar dike. Ev dide xuyan bê hûn dikarin li Almanyayê bimînin û hûn dikarin bixebitin an na? 

Hûn dê biçin saziyeke fermî û hûn nikarin bi Almanî xweş bipeyîvin? Vêca hûn dikarin ji wergêrekekî sîmultane bixwazî ku him bi zimanê zimanê we û hi bi Almanî dizane ta ku alîkariya we bike.

Kûrsa entegrasyonê

Hûn nikarin xweş bi Almanî biaxivin? Dûre hûn dikarin beşdarî kûrseke entegrasyonê bibin. Di kûrsê de hûn dê baştir fêrî almanî bibin. Û hûn dê agahiyên giring yê di derheqê jiyana li Almanyayê de bi dest bixin. Daîreya Biyaniyan belgeyekê ji bo beşdarbûna kûrsê dide we û ji we re cihê kûrsa entegrasyonê jî dibêje. Ji bo agahiyên zêdetir hûn dikarin nivîsara "Kûrsên entegrasyonê’’ bixwînin.

Ein Kursteilnehmer lacht in die Kamera. Er befindet sich im Klassenzimmer. © Goethe-Institut

Lêgerîna li Karî û Perwerdehe

Pêngava duyem lêgerîn û peydakirina karekî ye. We li welatê xwe pîşeyek bi dest xist an jî hûn li dibistaneke bilind de bûn? Dûre divê hûn belgeyan wergerînin û bidin danasîn. Li navenda karî bipirsin ka hûn li ku dikarin van bidin kirin. Navenda karî dê alikariyê bi de we di lêgerîna karî de. Heke hîna pîşeyek an jî dîplomeyeke we tunebe, hûn dîsa diçin navenda karî. Li wir şêwirdariya pîşeyî jî heye. Heke hûn hîn nizanin hûn çi dikarin an jî çi dixwazin û hûn pê ne bawer in, vêca alikariya we têt kirin. Navenda karî agahiyan di derbarê perwerdehe û kûrsan de dide. Ji bo agahiyên zêdetir nîvîsara ‘’Xwendin û perwedehiya pîşeyî’’ bixwînin.

Zarok û Dibistan

Divê zarok ji 6 saliya xwe dest bi dibistanê bikin. Zaroka xwe li dibistanekê qeyd bike û û nivîsgeha ciwanan ya bajarê te dikare alîkariya te bike. Hûn dikarin zêdetir ji beşên agahiyan ji pêşxistina zû û pergala dibistanê bi dest xînin.

Sîgorta

Hinek sîgorta gelekî giring in: Berî her tiştî, sîgortaya nexweşiyê, sîgortaya karkenariyê û sîgorta lênerînê (li ‘’Sîgorta’’ binhêr). Heke hûn xwedî cihekê karî bin, bi awayekî jixweber hûn bi (automatisch) (Li ‘’Destpêka Xebatê’’ bixwîne) van sîgortayan bi dest dixin. Û pêwîstiya we bi hesabekê bêsûd (Girokonto) di bankayekê de heye (Li nivîsara ‘’Hesabên Bankayê û Aborî’’ binhêr).

Navnîşanên Giring

Hûn li dersxaneyekê kûrsên entegrasyonê (Integrationkursen) an jî nivîsgeha biyaniyan digerin? Di bin ‘’Navnîşanên girîng’’ hûn dikarin navîşanên nêzîkî xwe rasterast bibînin. Dê encaman de dê agahiyên wekî navnîşan û hejmara telefonê peyda bikin.

 

Video International Sign

Pirsên kû herî zêde tên pirskirin

Further questions? Write us via the contact form. We will forward your questions anonymously to the advisors of the youth migration services.

Contact form