In einem offenen Geldbeutel sind Münzen, Geldscheine und Kreditkarten zu sehen. Der Geldbeutel liegt auf einer Zeitung. © Goethe-Institut

Hesab

Heke hûn li Almanyayê dijîn û dixebitin, pêwîstiya we bi hesabekê bankayê heye. Hûn dikarin  hesabê xwe di bankayê de yan jî di sindoqên teserufê de vekin. Gelek banka û sindoqên teseruf xwed şax in. Hinek banka  hene ku mirov dikare tenê li ser înternetê bi kar bînin. Bi piranî divê mirov ji hesabekê hinekî pereyan bidin. Ji bo xwendevan û xwendekaran vekirina hesabekê nû bê pere ye. Gelek hesabên cuda hene. Di hesabê veberhênanê de hûn dikarin bi tenê ji hesabî pereyên ku we berê razandine bikişînin. Heke pere di hesabê we de tune be, û hesabê  yê sînor-buhirî be (Dispositionskredit-Dispo) hûn dikarin pere jî ji hesab bikişinin. Banka heta mêjereke diyar bi deyn dide we. Lê belê divê hûn vî pereyî nexasim bi faîza wê dîsa bidin bankayê. Faîz bi piranî gelek e.

Vekirina Hesab

Hûn dixwazin ji xwe hesabekê vekin? Hûn dikarin vê li şaxên bankayê bikin. Divê pêşî banka an jî sindoqa teserufênasnameya we pesend bike. Divê hûn nasnameya xwe an jî pasaporta xwe nîşan bidin. 

Di gelek bankayen de hûn dikarin serxet (online) an jî bi postayê hesabekî vekin. Ji bo vê hûn dikarin ji metoda postident (Postident-Verfahren) sûdê wergirin: Hûn kaxezekê ji bankayekê an jî sindoqa teserufê distînin. Li gel kaxez û nasnameya xwe û pasaporta xwe hûn diçine postexaneyê. Li wir mirov dikare xwe wisa bide nasîn. Carinan jî ji bo vekirina hesabekî nû pêdiviya we bi belgeya îqametgehê heye. 

Ein Mann sitzt an einem Laptop und tätigt eine Online-Überweisung. © Goethe-Institut

Hewaleya Bankayê

Ji bo kirê û mehaneya we pêwîstiya we bi hesabê bêsûd (Girokonto) heye. Karderê we mehaneya we bi hesabê bêsûd dide. Û divê hûn pereyên kirê ji bo xênî bi gelemperî li gel hewaleya  bankayê bidin. Ji bo heweleya bankayê ya birêkûpêk divê hûn fermaneke dayîna domdar çêkin. Ji bo heweleya bankayê hûn ji bankayê yan jî sindoqa teserufê kaxezeke foruma  hewaleyê distînin. Hûn dixwazin çiqas pere hewale bikin? Kî dê pere bikşîne? Hûn van agahiyan li ser foruma hewelaya bankayê  dinivîsin. Dûre hûn forma hewelaya bankayê radestî bankayê an jî sindoqa teserufê dikin. Hûn dixwazin pereyan bi rêya înternetê hewale bikin/bişînin? Dema ku hûn ji xwe re hesabekê vedikin, divê hûn bibêjin hûn bankaya online (Online-Banking) an jî bankaya malî (Home-Banking) dixwazin.

Eine Person zieht eine Kreditkarte aus einem Geldbeutel. © Goethe-Institut

Kartên EC û Kartên Krediyê

Ji bo hesabê bêsûd hûn EC-Kartekê distînin. Heke hûn bixwazin hûn dikarin Kredîtkartekî (Karta krediyê, wekî mînak MasterCard, Visa) bi dest bixin. Bi gelemperî divê hûn ji bo karta krediyê hinek pere bidin. Banka yan jî sindoqa teserufê bi piranî ji we re EC-Karteya we û/an jî karta krediyê bi postayê dişîne. Divê hûn kartan îmze bikin. Piştî çend rojan hûn bi riya postayê şîfreyê bi dest dixin. Navê vê şîfreyê (Geheimzahl) Numreya PIN (PIN- Nummer) e. Divê hûn vê şîfreyê jiber bikin. 

Bi EC-Kartê hûn dikarin di hemû otomatên bankayan (Bankautomaten) de pere bikşînin. Ji bo vê pêwîstiya we bi şîfreyê heye. Bi karta krediyê hûn dikarin di hin dikan de û li ser înternetê dan û stendina xwe bikin. Pereyê neqid hûn dikarin di şûbeya bankayê an jî sindoqa teserufê de bidin.

Faîz

Hûn ji banka yan jî ji sindoqa teserufê bo pereyê we yên di hesabî de faîzê ji wan dîstînin. Ji bo pereyên ku di hesabê bêsûd (Girokonto) de hûn kêm faîz distînin. Heke hûn dixwazin pereyan berhev bikin, hûn dikarin hesabekî veberhênan yê rojane (Tagesgeldkonto) an jî hesabekê teserufê (Sparkonto) vekin. Dûre hûn dikarin zêdetir faîz li gorî hesabê bêsûd (Girokonto) bistînin.

Video International Sign

Pirsên kû herî zêde tên pirskirin

Further questions? Write us via the contact form. We will forward your questions anonymously to the advisors of the youth migration services.

Contact form