Auf einem Tisch steht eine Tüte mit dem Apotheken-Symbol. Daneben stehen verschiedene Medikamente, Handtücher und eine Wärmflasche. © Goethe-Institut

Eger hûn nexweş bikevin divê hûn çi bikin?

Di nexweşiyên sivik, wek bapêş û serêşê, mirov dikare rasterast dermanan ji dermanxaneyan bikirre. Lê di gelek rewşên din de, pêdiviya mirovî bi reçeteyê heye ta ku dermanan bikirre. Divê bijÎşk wê reçeteyê binivîse. Dûre tu dikarî bi wê reçeteyê dermanên xwe ji dermanxaneyê bistînî. Pirê caran mirovê beşekî ji heqê dermanan dide. 

Dermanxane bi giştî ji roja duşem heta roja Îniyê, ji saet heştê sibetê heta 18:30 yan 18:00 vekirî ne, roja şemiyê jî heta saet 13:00 vekirî ne. Lê li bajarên mezin dermanxane tenê heta saet 20:00an dikarin vekirî bimînin, ji bilî wî dermanxaneyên nobedar hene ku bi şevê û rojên dawiya hefteyê vekirî ne.

Eine Person liegt krank im Bett. Auf dem Nachttisch sind Taschentücher, Nasenspray, Medikamente und eine Tasse Tee zu sehen. © Goethe-Institut

Çûyîna Ser Bijîşkî

Tu gelekî nexweş î? Naxwe tiştê herî baş ew e ku tu jivanekê ji bo bijîşkekî giştî bistînî. Zaroka te nexweş e? Naxwe biçe ba bijîşkekî zarokan. Mirov dikare di rojên duşem heta îniyê biçe ba bijîşkî. Lê dîsa di rewşên lezgîn de xizmeta bijîşkî bi şevê û rojên betlaneyê jî hene.

Pêdiviya mirovî bi sîgortaya tenduristiyê heye ta ku bikare biçe ba bijîşkî. Kesên ku cara pêşî diçin ba bijîşkÎ pêwîst e ku foruma agahiyan xwe yên şexsî û yên derbarê nexweşiya xwe de dagirî. Piştî dagirtina foruma agahiyan, hûn ê li odeya payînê bisekinin heta ku bangî we bikin. Ew payîn bi giştî çend deqîqeyan dirêj dike lê carinan jî dibe ku bi ser saetekê keve jî.

Li odeya pişkinînê, bijÎşk çend pirsyarên giştî ji te dike. Divê tu semptomên nexweşiya xwe xweşik Û bi hurgilî vebêjî. kû te diêşe? Ev çiqas e ku diêşe? Berî niha ticarî tu heman êş çêbûye? Piştî pirsyaran bijîşk dê te bipişkinîne. Piştî wê dê teşxîsê diyar bike û dê ji te re bibêje bê nexweşiya te çi ye.

Rapora nexweşiyê û pisporî

Piştî pişkinînê dibe ku bijîşk ji te re raporeke nexweşiyê (Krankmeldung) dagire. Bi giştî jî reçeteyeke dermanan jî ji te re dinivîse. Herwiha belkî jivaneke din bide te ta ku tu careke din were venêrînê yan jî bijîşkê giştî te bişîne ba bijîşkekî pispor; wek mînak bijîşkên difin, guh û gewriyê yan jî yê ortopediyê yan jî yê jinekologekî. Dibe ku bijîşkê pispor careke din te bipişkinîne û herwiha ji bo tu bikarî biçî ba bijîşkê pisporê pêdiviya te bi sewqê heye.

Numereyên herî girîng di rewşên acîl de

Hemû numereyên hawarê bê pere ne û ji her telefonan ve tên lêdan.
 
Polîs: 110
Polîs berpirsyar e di rewşên ne tendurustî, di demên faîlan de yan ji di qezayên trafîkê de..
 
Ji kerema we, navê xwe bibêjin
- li ku qewimî ye
- çi qewimî ye
- çend kes têkildar in
- kîjan birîn hene
- li heviya pirsan bin!

Nahaufnahme auf ein Polizeiauto von der Seite mit dem Schriftzug "Polizei" © Goethe-Institut

Agirkuj/Hawar/Xizmeta hawarê: 112
Numereya 112 numereya hawarê ye, dema ku rewş xeter be, wek nimûne sekina dil, gefên mêjî yan jî qezayên giran. Di dema guman ji bo asteya birînan de, hîç nesekinin û di cîh de bangî xizmeta hawarê bikin. Di demên acîl de jiyan dikarin bên xilaskirin.

Ansicht auf das geschlossene Tor eines Feuerwehrgebäudes, durch die Fenster ist ein Feuerwehrauto sichtbar. © Goethe-Institut
 
Xizmeta nobeta doxtoran: 116117
Di rewşên hawarê de hûn dikarin di dawiya hefteyê de bangî xizmeta nobetê bikin. Hûn dikarin yan rasterast biçin ofisa doxtorên nobedar. Gelek caran ev ofis girêdayî nexweşxaneyan in û êvaran heta saet 22an de yan jî di rojên tatîlan de vekirî ne. Wekî din, hûn dikarin telefonê numereya 116117 bikin. Ev bê pere ye û ji her aliyê Almanyayê ve tê gihîştîn. Li ser vê xetê agahdarî tê dayîn ji bo ofisa doxtorê herî nêzîk. Eger divê doxtor biçe mala nexweşan, navenda nobedariyê vî tiştî birêve dibe.

Xizmeta nobeta doxtorê diranan: 01805/986700
Li vir agahdarî tê dayîn ji bo numereyên ofisan û mirov dikare rasterast telefonê wan bike.

Man sieht den oberen Teil eines grauen Gebäudes mit einem Schild, das ein rotes Kreuz auf weißem Grund zeigt. © Goethe-Institut
 
Zarok
Ji bo zarokan bi giştî hemû şert û numereyên wek ji bo têgihiştan derbas dibin. Di bizava bi zarokan re girîng e ku rêz ji bo qeydên herî girîng bên girtin da ku zû û rast tevbigerin. Di serî de divê piştî ku zarok ketibe erdê hûn vî zarokî teselî bikin. Divê hûn bi aramî tevbigerin da ku zarok zêde nerihet bibe û da ku hawar bikin di dema ku hewce be. Kutiya dermanan divê tim li malê de hebe da ku birîn di heman demê de bên kewandin bi şaş û kevnikên sterîl ango paqij.
 
Telefona ji bo zarok û  ciwanan: 0800/1110333
Ji bo pirsgirêkên zarok û ciwanan, xemên internetê û zexta cinsî.
 
Telefona ji bo dê û bavan: 0800/1110550
Ji bo pirsgirêkên perwerdeya zarokan, pirsgirêkên Internetê, zextên cinsî û hemû pirsên din derbareyê zarokan.
 
Telefona hawarê: „Zext li hemberî jinan“: 08000/116016
Teklîfa şêwirmendî ya federal ji bo jinên ku zext û lêdanê dîtine, her wekî din derûdorên wan û uzmanan. Bê pere, nav nediyar, li her saetê, di 365 rojên salê de.
 
Telefona hawarê ji bo jinên ducanî di rewşên acîl de (nav nediyar û ewle): 0800/4040020
 
Telefona pirsên derûnî: 0800/1110111
Eger pirsgirêk û krîz hebin, wek nimûne pirsên bi hevser we, zextê şexsî li dibistanê û li cîhê kar, windabûna kar, nexweşî, tenêbûn, krîza manewî, û pirsên dînî û ayînî hûn dikarin ve telefonê bi kar bînin.
 
Jimareya girtin û sîlkirina kartan: 116116
Ji bo sîlkirin û girtina karten EC ya bankê û kartên krediyê, dema ku kart hatibin dizîn yan jî winda bin.

Sîgortayên Cûbicûr

Her mirov bi xeteran re dijî. Nexweşî an jî jitaqetketin  jî xeter in. Di rewşeke wisa de ji nişkê ve lêçûn zêde dibin. Ta ku mirov va lêçûnan bi tena serê xwe nede, dikare xwe sîgorta bike: Mirov dikare her mehê yan jî her salê pereyan bide sîgortayê. Di nexweşî an jî seqetbûnê de mirov ji sîgortayê pere distîne. Çêkirina hin sîgortayan (Versicherung) li Almanyayê mecbûrî ye. Sîgortayên din girêdayî xwesteka we ne: Heke mirov bixwaze dikare sîgortaya xwe çêke.

Sîgortayên Pêwîst

Sîgortayên pêwîst û giring; sîgortaya nexweşiyê, sîgortaya karkenariyê û sîgortaya betaliyê ne. Sîgortaya nexweşiyê, ger hûn biçin ser bijîşkî yan jî pêwîstiya we bi dermanan hebe, ew pereyên wan dide. Heke hûn ji cihê karî derkevin û ji xwe re karekî nû peyda nekin, hûn bi qasî salekê pereyan distînin. Û sîgortaya karkenariyê jî ji bo karkeran neçar e: Ger hûn kal û pîr bin, hûn nikarin êdî wekî berê bixebitin . Êdî sîgortaya karkenariyê ji bo ku hûn xwe îdare bikin û bijîn pereyan dide we. Karderekî we heye? Vêca hûn ne mecbûr in pereyên sîgorteya nexweşiyê û sîgortaya sosyal (Sozialversicherung) bi tena serê xwe bidin. Karderê we hema hema nîvê wê dide. Heke hûn xwedî navgînekê (Auto) yan jî motorekê (Motorrad) bin, pêwîstiya we bi KFZ-Versicherung (Sîgortaya qezayên trafîkê) heye. Heke qezeyek hate serê we û navgîneke din zirar dît? Sîgortaya qezayên trafîkê pereyê temîratê yan jî beşekî jê dide.

Ein Auto hat in der deutliche Kratzer in der Tür. © Goethe-Institut

Sîgortayên li gorî daxwazê

Giringtirîn sÎgortayên li gorî daxwazê sîgortaya berpirsiyariya şexsî (Haftpflicht-Versicherung), sîgortaya alavên xênî (Hausrat-Versicherung) û sîgortaya jiyanê (Lebensversicherung) ne. We tiştekî yekî din xera kir? Vêca sîgortaya berpirsiyariya şexsî pereyan dide. Heke alavên li malê xera bibin, sigortaya alavên xênî pereyan dide. Wekî mînak av malê dagirbike û zirarê bide alavên malê sîgortaya alavên xênî pereyan dide. Û heke mirov jiyana xwe ji dest bide, sîgortaya jiyanê pereyan dide yên mayî, wekî mînak dide zarokan. 

Û gelek sîgortayên cûda jî hene. Sîgortaya qezayan ya taybet, wekî mînak di qezayeke çalakiyên dema vala de pereyan dide. Sîgortaya alîkariya huqûqî (Rechtsschutzversicherung) ji bo alîkariya huqûqî alîkariya we dike. Wekî mînak ji we re parêzerekê dibîne. Sîgortayên ji bo krediyê, rêwîtiyê û ajalan jî hene. Lê belê kontrol bikin ku, pêwîstiya we bi kîjan sîgortayê heye, ji ber ku hemû sîgorta (Versicherung) bi pereyan ye.

Video International Sign

Pirsên kû herî zêde tên pirskirin

Further questions? Write us via the contact form. We will forward your questions anonymously to the advisors of the youth migration services.

Contact form