Ansicht auf eine sommerliche Party auf einer Wiese mit vielen Menschen, Essensständen und Dekoration © Goethe-Institut

Di demên xwe yên vala de dikarî çi bikî? Gelek derfet hene ku tu li li bajarî dikarî bikî:

Çand

Tu ji çalakiyên çandî û çandê hez dikî? Li gelek bajaran cih û tişt yên wek mûze, şano, sînema û konsereyan hene. Vê dawiyê, salonên sînemayê filmên resen yên navnetewyî (OmU)bi binnivîs nîşan didin. Mirov li pirtûkxane û pirûkxaneyên giştî yên bajarî belaş an bi bi pereyin hindik dikare pirtûkan bixwîne, li muzîkê guhdarî bike yan jî li filman temaşe bike an jî CDyên kirê bikin: wan bibî malê û dûre wan vegerînî. 

Ansicht auf die Vorderseite der Münchner Staatsoper © Goethe-Institut

Navendên perwerdekirina mezinan, komele û kulûb

Li gelek cihan gelek navendên perwerdekirina mezinan hene. Bi taybetî jî  kûrs ji bo mezinan hene, wek mînak kûrsên dansê yan jî yên zimanî, tu dikarî lînka jêrê bi kar bînî ta ku tu nêzîktirîn navenda perwerdekirina mezin ji xwe re peyda bikî:



Tu ji werzişê hez dikî? Li malên gelî, gelek kûrsên cûrbicûr yên gelek werzişan hene. Lê dîsa jî tu dikarÎ biçî hawiza giştî ya avjeniyê yan jî kulûbeke  werzişê. 

Bi piranî kampanyayên taybet ji bo dêbav û zarokan yên belaş hene. Wek mînak ji bo zarokan komên lîstikan tên duristkirin.

Ansicht auf einen Barausschank,links steht ein lachender Barkeeper. Viele Aufkleber und die Farbgestaltung weisen auf den FC Bayern hin. © Goethe-Institut

Park û Surişt

Tu ji gerê hez dikî? Park li hemû bajarokan hene. Li her parkê yarîgehên zarokan hene. Bş giştî tu dikarî belaş seredana wan bikî. Tu dikarî li bexçeyên botanîk ji xwe re li riwekên taybet binerî. Li bexçeyê ajalan jî mirov dikare hemû cûreyên dinyayê yên heywanan bibîne. Bi giştî ji bo bexçeyên ajalan û bexçeyên botanîk piçek pere tên dayîn. Li gelek herêman, daristan, deryaçe û çiya hene, heta dibe ku tu nêzîkî deryayê bi xwe jî bijî.

Li mala xwe

Li malê gelek mirov hez dikin li televzyonê tameş dikin yan jî li radyoyê guhdarî dikin. Li Almanyayê, her xaniyek mecbûr e ku qeyda xwe ji bo televzyon, radyo yan jî kompûterê çêke û her meh pereyekî biçûk bide. Buhayiya wê jî niha  mehane 17,98 Euro ye. Eger pereyên te zêde tune bin, ne pêwîst e tu ti tiştî bidî. 

Belkî hewş yan jî şaneşîna avahiya te heye. Tu nikarî her tiştî li van deran bikî. Wek mînak destûr tune ku tu menqelê li wê derê çêkî. Di rêziknameya avajiyê de tê tevahiya hûrgiliyan derbarê van meseleyan de bibînî. 

Herwiha ji bo demên te yên vala tu dikarî li malpera bajarê xwe yan cihê jiyana xwe agahiyan derbarê derfetên tijîkirina dema xwe ya vala de peyda bikî.

Ansicht auf einen See mit Bergpanorama im Hintergrund. Aus der Vogelperspektive sieht man im Vordergrund Wanderer. © Goethe-Institut

Video International Sign

Pirsên kû herî zêde tên pirskirin

Further questions? Write us via the contact form. We will forward your questions anonymously to the advisors of the youth migration services.

Contact form