Ansicht auf ein leeres Büro mit zwei gegenüberstehenden Schreibtischen © Goethe-Institut

Hevkar

Rojên pêşîn yên li kargehê, hûn hevkar û karê xwe dinasin. Bi piranî hûn dikarin ji hevkarên xwe re bibêjin ‚‘tu‘‘ („du“). Wekî din mirov ji gerînende û şefan (Chef) re dibêje ‘hûn‘‘ („Sie"). Anku rêzdariyê dike wek cenabê te. Lê belê ev li her fîrmayê cihê ye.

Ewlehiya Karkerî

Li Almanyayê ewlehiya karkerî (Arbeitnehmerschutz) heye: Divê fîrma li gorî rêgezên ji bo ewlehî û tenduristiya karkeran tevbigere. Ji bo vê wekî mînak ev tişt hene: Cilên karî yên diyarkirî, navberên vehesînê yên û saetên xebatê yên durist. Di fîrmayên mezin de nûneriya xebatkaran (Arbeitsvertretung an jî Betriebsrat) heye. Heke pirsgirikên we hebin, hûn dikarin bi nûneriya xebatkaran re biaxivin. Nûneriya xebatkaran tenê bi gerînendeyan re diaxive.

Eine Kellnerin hat ein Tablett mit Gläsern in der Hand, im Hintergrund sind sitzende Personen zu sehen. © Goethe-Institut

Demên xebatê û betlaneyan

Dema xebatê bi pîşeya we re girêdayî ye. Wekî mînak ji bo hemşîreyeke li nexweşxaneyê nobet (Schichtdienst) hene: Hûn sibeh dixebitin an jî bi şevê. Bi pirranî  saetên xebatê yên nivîsgehan diyar in û bi rêk û pêk in. Hûn sibehê dest bi kar dikin û piştî 8 an jî 9 saetan karê we diqede. Bi piranî li nivîsgehan hûn kîngê bixwazin wî çaxî dixebitin. Ev tê wê wateyê ku saetên xebatê nerm (Flexible) in. Wekî mînak, hûn dikarin sibehan di saet 8 an jî 9an de dest bi kar bikin û berêvarê zû an jî dereng biçin. Li her kargehê herî kêm navberek (Pause) heye. Ev bi piranî nîvro ye û 30 deqîqeyan heta 60 deqîqeyan e. Bi gelemperî mirov hefteyê 38-40 saetî dixebite. 

Her salê mafê mirovî heye ku çend rojan biçe betlaneyê û hejmara wan rojan diyar e. Divê hûn rojên betlaneyê diyar bikin û gerinende jî bipejirîne. Bi piranî hûn kîngê bixwazin hûn dikarin ji bo betlaneyê herin. Lê bele carinan hûn nikarin herin, ji ber ku di fîrmayê de gelek kar heye. Carinan jî hûn dikarin herin, ji ber ku hemû fîrma di betlaneyê de ye. Di betlaneyê de jî hûn mehane/muçeyê xwe distînin. Heke hûn nexweş bin, divê hûn karderên xwe agahdar bikin û dûre biçin ser bijîşk. Bijîşk ji we re raporekê dinivîse ji bo ku hûn bidin karderê xwe. Heta ji we were divê hûn raporê (Attest) zû bidin. Bi piranî karder raporên bijîşkî yên zêdeyî sê rojan dixwazin (Li nivîsara ‘’Gesundheit’’ binhêrin).

Cilên Karî

Di hin pîşeyan de divê hûn cilên karî (Arbeitskleidung) li xwe bikin, wekî mînak di qada înşaatê de ji bo ku hûn ji qezayan xwe biparêzin. Carinan jî hûn unîformayê (Uniform) li xwe dikin, wekî mînak di karekê li balafirgehê de. An jî divê hûn T-shirtekî bi logoya şîrketa xwe li xwe bikin. Û wisa muşterî fêhm dike ku hûn li wir xebatkar (Mitarbeiter) in. 

Mehrere Köche arbeiten in einer Restaurantküche. Sie tragen Kopftücher und Kochjacken. © Goethe-Institut

Salixname

Eger hûn êdî nikarin an jî naxwazin ji bo şirketa xwe bixebitin, divê hûn têkîliya xwe bibirin. Salixname her dem divê nivîskî be. Û demeke agahdarkirinê heye. Bi gelemperî dema agahdarkirinê 3 meh e.

Perwerdeya pêşvexistinê

Eger we meslekek yan jî xwendina xwe xilas kiribe û ji bo demek eşkere kar kiribe, hûn dikarin xwe pêşvebixin. Hûnê zanîn û tecrubeya xwe kûrtir, berfirehtir yan jî nûjen bikin. Bi taybetî dibistanên bilind yên gel ango Volkshochschule bernameyek berfireh pêşkêş dikin.

Eine Frau sitzt an einem Tisch in ihrer Wohnung und telefoniert. Auf dem Tisch liegen Papiere und ein Laptop. © Goethe-Institut

Video International Sign

Pirsên kû herî zêde tên pirskirin

Further questions? Write us via the contact form. We will forward your questions anonymously to the advisors of the youth migration services.

Contact form