In einem Zimmer steht ein rotes Kinderfahrrad, Kinder-Gummistiefel und Schuhe eines Erwachsenen. © Goethe-Institut

Ducanîbûn

Jiyana bi zarokan re di dema ducanîbûnê de dest pê dike. Heke pirsên we di derbarê ducanîbûnê de hebin, hûn dikare herin şêwirdariya ducanîtiyê. 

Di dema ducanîbûnê de divê hûn bi rêk û pêk biçin bijîşkê jinan. Ew pirsên we dibersivîne û tendûrîstiya zaroka we kontrol dike. Peywirên dapîrokan jî heman peywir in. Dapîrok  di dema ducanîbûnê de û piştî ku zaroka we ji dayîk bû jî alîkariya we dike û pendan dide we. Dapîrok di welidînê de jî amade ye. Bijîşkê we dikare alîkariya we bike ta ku  ku hûn ji xwe bijîşkekî jinan û/yan jî dapîrokekê peyda bikin. Gelek jin diçine kûrsa amadehiya welidandinê jî. Wisa, pêwendiya wan bi jinên din yên ducanî re çê dibe.

Auf einem Tisch liegt ein Ultraschallbild eines Ungeborenen. © Goethe-Institut

Parastina Dayîkan, Destûra welidînê, Pereyê Xwedîkirinê

Heke hûn li cihekî bi awayekî sabit dixebitin, di çarçoveya destûra parastina dayikê de hûn dikarin berî welidînê destûrê ji karê xwe bigirin (Mutterschutz) ev tê wê wateyê ku hûn ne mecbûr in bixebitin. Di hin pîşeyan de ev 6 meh berî welidînê ye. Parastina Dayîkan kêmzêde kêmtirîn 14 hefte ye. Ev dikare were dirêjkirin. Di vê deme de karderê we nikere têkîliya xwe ya karî li gel we bibire. Piştî vê, destûra welidînê dest pê dike. Hûn dikarin heya zaroka we bibe  3 salî li malê bimînin. Piştî sê salan hûn dikarin vegerin ser karê xwe.

Di 12 mehên pêşîn yê destûra welidînê de mirov pereyê xwedîkirinê distîne. Heger hevjînê we destûra welidînê bistîne, ev 14 meh e. Mîqdara pereyê xwedîkirinê li gorî meheneya safî diguhire. Divê mirov ji bo pereyê xwedîkirinê serî lê bide. Heger mirov bê kar be jî, vî pereyî distîne. Bi ser de jî mirov dikare ji bo pereyên zarokan (Kindergeld) serî lê bide. Hûn pereyê zarokan herî kêm  heta rojbûna 18emîn ya zaroka xwe distînin.

Bergiriyên Tendûrîstî

Divê zaroka we birêkûpêk biçe ser bijîşkê zarokan. Bijîşk her pişkinînê li nasnameyeke taybet qeyd dike. Ev pişkinînên giştî ya tendurîstiyê ne. Û heke zaroka we ne nexweş be, divê hûn dîsa jî vê bidin kirinê. Li nik van, bijîşkê zarokan zaroka we vaksîn/kutaw jî dikin.

Lênerîna zarokan

Heke hûn dixwazin dîsa wekî berê bixebitin, dûre pêwîstiya we ji bo lênerîna zaroka we heye. Li vir gelek derfet hene. Zarokên ji 3 salî biçûktir dikarin biçin dergûşgehekê an jî li ba lênera zarokan bimînin. Zarokên ji sê salî mezintir dikarin biçin zarokistan an jî kreşekê (Li ‚‘‘Frühe Förderung‘‘ binhêrin). Zarokên ji 6 an jî 7 salî mezintir divê biçin dibistanê. Peywireke dibistanê heye (Li ‚‘‘Schule und Ausbildung‘‘ ê binhêrin). Heke hûn dixebitin, zaroka we dikare biçe dibistaneke tam-rojî an jî piştî dibistanê biçe navenda zarokan (Hort, Dê û bavên ku dixebitin dikarin zarokên xwe piştî dibistanê deynin  navendên zarokan anko  ‘’hort’’ê). Li wir zaroka we heya saet 16:00 an jî 17:00 dikare bimîne. Bi piranî zaroka dikare we li wir fîravîn-navroja xwe jî bixwe.

Ein Kind sitzt mit Badeanzug und Schwimmflügeln zusammen mit dem Vater an einem See. © Goethe-Institut

Tijîkirina demên vala

Di dema vala de hûn dikarin gelek tiştan bi zaroka xwe re bikin: Li derdorê gelek cih hene ku zarokên biçûk dikarin ji xwe re lê bilîzin. Zarokên mezin wekî mînak, dikarin biçin komeleyên sporê. Havînê li her derê hewzên servekirî (Freibad) hene, li zivistanê jî hewzên sergirtî hene ji bo avjenî kirinê. Di betlaneyên dibistanan de jî bajar gelek fersendên erzan ji bo zarokan dide. Hûn dikarin agahiyan ji saziya ciwanan/ xîzmetgûzariya cîwanan (Jugendamt) û avahiya şaredariya bajarê xwe bistînin. Û gelek komele fersendên dema vala yên taybet ji bo zaroka we  raber dikin. (Li ‘’Freizeit’’ ê jî binhêrin). 

Gelek zarokên Alman rojbûna xwe li malê bi partiyekê pîroz dikin. Ji bo vê zarokên din dawet dikin. Heke zaroka bê vexwendin û biçe partiyekê, ji xwe zûka dê hevalan dibîne. Carinan zarok zarokên din jî dawet dikin ji bo ku li malê razên. Ev jî dikare alîkariya zaroka we bike ku hevalan zûtir peyda bike.

Video International Sign

Pirsên kû herî zêde tên pirskirin

Further questions? Write us via the contact form. We will forward your questions anonymously to the advisors of the youth migration services.

Contact form