Eine Demonstration mit vielen Menschen ist zu sehen. Im Vordergrund sieht man eine Regenbogenfahne. © Goethe-Institut

Navê makezagona Almaniyayê ‘’Grundgesetz’’ e, anku qanûna bingehîn. Di ‘’Grundgesetz’’ê de rêgezên hiqûqî yên giring û siyasî yên Komara Federal ya Almanyayê hene. Wekî mînak, di makezagona Almanyayê de dinivîse ku, Almanya dewleteke demokratîk e. Ev tê wê wateyê ku, her kes dikare di jiyana siyasî de wekî mînak, di komele, însiyatîf û sendika û partiyan de bixebite.

Partiyên siyasî xwedî bername û armancên cihê ne. Mezintirîn partî SPD (Partiya sosyaldemokrat ya Almanyayê), CDU (Yekitiya xrîstiyanî ya demokratîk), Bündnis/ Die Grünen (Yekîtî 90/Keskan), FDP (Partiya demokratîk ya azad), AfD û Die Linke (Çep). Gelek partiyên din yên biçûk jî hene. 

Eine Demonstrationen zum Klima ist zu sehen. Viele Plakate werden in die Luft gehalten. © Goethe-Institut

Di makezagona Almanyayê (Grundgesetz) de maf û peywirên mirovan li Almanyayê dinivîsin. Peywirên girîng peywira dibistanê, ku zarok û ciwan mecbûr in ku biçin dibistanê, peywira dayîna bacê ku ew jî peywireke giring e û her kesê pereyan qezenç dike divê bacê bide. Û peywira tevgeriyana li gorî qanûnan: Divê her kes li gorî qanûnan tevbigere. 

Û ev giringtirîn maf ev in:

Rûmeta Mirovahiyê: Divê her kes rêzê li her mirovî bigire.

Wekhevî: Her mirov xwedî heman mafan e. Wekî mînak jin û mêr xwedî heman mafan in.

Wekhevî li ber Qanûnan: Hemû mirov li ber qanûnan wek hev in.

Mafê Azadiya Belavkirina Ramanan: Mirov çi bifikirin dikarin bibêje. Azadiya çalakiyê-civînê: Mirov dikarin bi komeyekê bi hev re bicivin.

Serbestî: Mirov li  kû bixwaze, dikare li wê derê bijî û rûnê.

Azadiya pîşeyî-karî: Mirov dikarin pîşeyê xwe bi awayekî azad hilbijêrin.

Mafên din parastina pêkvejiyana jin û mêran û malbatê, mafê hilbijartinê û azadiya olî ne.
    
Mafê hilbijartinê: Mirovên Li Almanyayê dikarin hilbijêrin. Û mafên wan heye ku bên hilbijartin jî. Divê hilbijartin nepenî, giştî û azad bin. Hilbijartina Ewropayê, hilbijartina parlamentoya Almanyayê, hilbijartina meclîsa parêzgehan û hilbijartinên şaredariyan hene. Bi gelemperî mirov dikare ji 18 saliya xwe  dikare hilbijêre. Li hin heremên Almanyayê mirov dikare dengê xwe di hilbijartinên şaredariyê de ji 16 saletiya xwe şûnve jî bide. Di hilbijartinên meclîsên parêzgehan de û hilbijartina parlamentoya Almanyayê de tenha hevwelatî dikarin ji 18 saliya xwe û şûn ve hilbijêrin. Di gelek cihan de encÛmenê guncandina entegrasyonê û deste hene. Ev her du bi gelemperî ji aliyê penaberan ve tên hilbijartin. Encûmên guncandinê ji bo berjewendiyên penaberan dixebitin. Û ji bo pirsiyaran û pirsgirikan jî her wiha alikariyê didin. Li gel vê xebatê dixwazin ku pêkvejiyana penaber û Almanan bi pêş de bibin.

Das Innere einer christlichen Kirche ist zu sehen. © Goethe-Institut
   
Azadiya olî: Her kes ola xwe bi awayekê azad hilbijêre û wecîbeyên xwe bi cih tîne. Li Almanyayê hema hema ji sê kesan yek wekî bi awayekî fermî bê ol e. Piraniya Almanan girêdayî ola xrîstiyaniyê ne. Ew katolîk û protestan in. Gelek rojên cejnê yên wekî noel û paskalya bi yasayan betlane ne. Ev tê wateyê ku mirov li van rojan ne mecbûr in ku bixebitin. Li Almanyayê gelek misilman û ên xwedan olên din hene. Di dibistanan de dersên olî yên katolîkan û protestanan hene. Di hin dibistanan de dersên ortadoksî, cihûyî û îslamî hene. Dê û bav dikarin biryarê bidin bê divê zaroka wan biçe dersa olî an na. Û dîsa dikarin biryarê bidin bê zarokên wan dê biçe kîjan dersa olî.

Menschen sitzen vor einem Cafe in der Sonne. Ein Mann in einem Rollstuhl ist zu sehen. © Goethe-Institut

Video International Sign

Pirsên kû herî zêde tên pirskirin

Further questions? Write us via the contact form. We will forward your questions anonymously to the advisors of the youth migration services.

Contact form