Ansicht auf den unteren Teil eines Tisches, an dem Schülerinnen und Schüler sitzen. © Goethe-Institut

Perwerdehiya neçarî û lêçûnên wê

Perewdehiya neçarî li Almnyayê heye: Divê zarok giş neh salan biçin dibistanê. Li hin parêzgehan perwedehiya neçarî ji bo wan zarokan jî pêk tê ku hîn jî rewşa wan ya îqamet/mayînê ne diyar e. Sala xwendinê di meha tebax an îlonê de dest pê dike û heta hezîran yan tîrmehê dewam dike. Ev dem jî li gorî parêzgehan tê guhertin. Bi gelemperî zarok diçin dibistanên dewletê. Heqê dibistanê yê van dibistanan tune ye. Pereyin hindik li fotokopiyê, hin made û geştan diçin. Lê li dibistanê taybet divê tu pereyan bidî. 

Portrait einer jungen Frau mit asiatischem Hintergrund. © Goethe-Institut

Cûreyên dibistanan

Gelek cûreyên dibistanan hene. Pergalên dibistanên parêzgehan jî cûrbicûr in. Hemû zarok  temenên wan 6 yan 7 sal dest bi dibistana seretayî dikin. Piştî pola çaran (Li hin parêzgehan pola şeşan) zarok diçin dibistana navendî. Gelek cûreyên dibistanên navendî hene. Bi piranî piştî sala 4an, pêşniyar dikin bê divê zaroka we di kîjan dibistanê de dewam bike. Dibistanên navendî  (polên 5-9/10) yên bi navê "Hauptschule" yan"Mittelschule". Zarok ji van destûrnameya dibistana navendî (Hauptschulabschluss) yan destûrnameya dibistana navendî ya amadeker distînin. Li dibistana navendî derstên tetbîqî yên wek nîgariya teknîkî û yan jî yên xebatgeh hene. "Realschule” an “dibistana navendî ya pispor” (pol 5-10) dibistana herî payebilind e ku ji wê derê destûrnameya "Realschulabschluss" dibistana pispor tê stendin. Piştî perwerdehiya navendî li "Hauptschule" yan "Realschule"  şagirt dikare dest bi perwerdehiya pîşeyî bike. Piştî perwerdehiya navendî, (heta pola 12an) tê. Di dawiya vê dibistanê de ezmûnej bi navê "Abitur" heye, ew ezmûn ezmûna qedandina lîseyê ye û piştî wê li zanîngehekê mirov perwedehiya xwe dewam dike. Li lîseyê, bi giştî, du yan sê zimanên biyanî yên wek ingilîzî û frensî tên werwerdekirin. 

Li hinek parêzgehan dibistanên berfireh hene. Ew dibistan di nava xwe de, dibistanên navendî, navendî pispor û lîseyê di yek dibistanê de dihewîne. Gava ku zaroke dixwaze dibistana xwe biguherîne, wek mînak ji ya navendÎ ya asayî biçe ya navendiya pispor, ev tişt li vê derê dê hêsantir be. Lê ne ku mirovê li dibistanên cuda nikare dibistana xwe biguherîne, ew jî pêkan e lê ne ewqasî hêsan e. Li her parêzgehê dibistanên duzimanî heye, herwiha dibistanên alîkar, lîseyên pîşeyî û pispor jî hene. 

Saetên dibistanê

Bi piranî saeta dawî ya dibistanê nîvroj yan piştî nîvrojê(saet 14 yan 15) ye. Piştî xelasbûna dibistanê zarok dikarin biçin  navenda zarokan(Hort), piştî nîvrojê dikarin li wir bimînin. Xwarina xwe li wir dixwe û alîkariya wî di çêkirina spartekên wî de dikin. Lê navendên zarokan yên piştî dibistanê bi pereyan e. Herwiha hejmara dibistanên rojê gişî jî hêdî hêdî zêde dibin. Zarok heta saet 16 yan 17 li van dibistanan dimîne.

Dersên dibistanê

Di dibistanê de gelek ders ji bo zarokan hene. Dersa sporê jî yek ji van dersan e. Di dibistana seratayî de hîn dersên law û keçan ji hev veqatandî nîne. Law û keçik dikarin bi hev re spor bikin. Di dibistanên din de law û keçik carinan bi hev re sporê dikin, carinan jî ji hev vediqetin. Bi piranî dersa avjenîkirinê (Schwimmunterricht) jî heye. Li dibistanê zarok fêrî gelek dersan dibin. Dersa werzişê jî tê de ye û di dibistana seretayî de kur û keçan ji hev venaqetînin û bi hev re werzişê dikin. Li dibistanên din carinan kur û keç bi hev re dikevin dersên werzişê carinan jî ji hev cuda dikevin wan. Dersa avjeniyê li gelek dibistanan heye. Li piraniya dibistanan dersa perwerdehiya xirîstaniyê jî heye. Lê zarok ne neçar têkeve vê dersê, divê ji serî de bê diyarkirin ku zarok nakeve vê dersê. Di şûna wê de zarok dikeve dersa exlaqê, lê li hin dibistanan dersên olên din (wek îslam û cihûyîtî)yê jî hene. 

Eine Schulklasse steht bei einer Stadtbesichtigung um die Lehrkraft herum, die etwas zur Geschichte der Stadt erzählt. © Goethe-Institut

Çalakiyên ji-dibistanê-der

Bi gelemperî zarok salê carekê diçin geştê. Ev geşt bi piranî 3-4 rojan didome. Hemû xwendevanên fêrgehekê bi hev re diçin bajarekî an devereke din. Rojên meşê jî tên lidarxisitin. Di wan rojan de bi zarokan re digerin. Hinek tiştan derbarê surişt, dîrok û çandê de hîn dibin. Herwiha aheng û şahÎ jî tên lidarxistin. Di van şahiyan de wek mînak şano yan jî konser tên çêkirin.

Dê û bav

Li her dibistanê nûneritiya malbatan heye. Em sazî ji dê û bavan pêk tê ku bi birêveberiya dibistanê re dixebitin. Salê çend caran yekitiya malbatan dicive. Di van civînan de dê Û bav agahiyên baş ji mamosteyan distînin û herwiha dikarin wan binasin jî. Ji bilî wê jî dikarin jivaneke taybet ji mamosteyî bixwazin û bi awayekî taybet pê re bicivin. Ji vê civÎna bi malbatan re tê gotin û bi giştî gava kêşeyek li dibistanê çêdibe yan jî ji bo ku hÛn rewşa zarokê xwe hîn bibin hûn dikin.

Video International Sign

Pirsên kû herî zêde tên pirskirin

Further questions? Write us via the contact form. We will forward your questions anonymously to the advisors of the youth migration services.

Contact form