Auf einem Tisch stehen Stiftehalter mit vielen bunten Stiften und Bastelscheren. Daneben liegen selbstgemate Bilder von Kindern. © Goethe-Institut

Zarokên biçûk yên heya 3 Salî

Hûn û hevjînê xwe dixebitin û zarokeke we ya/yê biçûk (Ji çend mehî heta 3 salî) ye? Vêca hûn dikarin zaroka xwe bidin dergûşgehekê (Kinderkrippe). Carinan kêm cih li dergûşgehê hene. Ji ber vê jî mirov zehf zû serî lê dide. Piştî sê saliya xwe, zarok dikarin biçin zarokistanan. Li wir dikarin bilîzin, bistrên, resiman çêkin û destkariyê bikin. Li gelek zarokistanan-baxçeyê zarokan (Kindergarten), havînê, perwerdekar bi zarokan re diçin suriştê. Bi piranî di zarokistanê de piştgirtina zimanî(Sprachförderung) jî heye. Bi zarokan re lîstikên zimanî tên lîstin û çîrok ji wan re tên xwendin. 

Auf einer Straße sind mit Straßenkreide eine Blume, ein Regebogen und eine Spinne gemalt. © Goethe-Institut

Zarokistan û Kreş

Zarokistan-Baxçeyên zarokan ji bo zarokan gelek giring in. Ew ji zarokan re amadekarî dibistanê ye. Her zarok ji salî piştî sê saliya xwe dikare cihekî li zarokistanê bi dest bixe. Zarokistan (Kindergarten) li cihên biçûk jî hene. Lê belê qeyda zaroka xwe di dema wê de bikin. Ji ber ku li vir jî gelek cih nînin. Bi riya zarokistanê-baxçeyê zarokan, zaroka we zûtir pêwendiyê bi çand welatê nû  re datîne û wî welatî  zûtir û çêtir dinase. 

Hin zarokistan bi tenê heta nîvro vekirî ne (Ji saet 7an heta saet 12 an jî 13an). Zarokistanên ku rojê gişî vekirî bin jî hene (Ji saet 7an heta saet 16 an jî 17an). Ev zarokistan wekî ‘’Kindertagestätte’’ (kreş) tên binavkirin. Li vir fîravînê-navrojê jî didin zaroka we. 

Ji bo bidestxistina cihekî di kreş an jî zarokistanê an jî dergûşgehê de bi giştî divê  hûn pereyan bidin. Ev lêçûn li gelek hereman cihê ne û her kes ne mecbûr e wekî hev bide. Ev bi gelek tiştan ve girêdayî ye: Hûn çiqasî qezenc dikin? Zaroka we çend salî ye? Û çend saetan zaroka we li zarokistanê dimîne? Dergûşgeh an jî zarokistanên dewletê û yên taybet hene. Dergûşgeh an jî zarokistanên taybet buhatir in. Hinek zarokistan duneteweyî in. Li wir du ziman tên axivîn, wekî mînak Spanyolî û Almanî. 

D gelek zarokistanan de berî destpêka dibistanê azmûneke zimanî ji bo hemû zarokan heye. Carinan zimanê Almanî ji bo zarokên Alman jî gelekî zehmet e. Zarokên nikarin azmûnê derbas bikin, dikarin bi ser de saleke din jî biçin zarokistanê û yan jî piştgirtina zimanî (Sprachförderung) bistînin.

Ein Schild, auf dem Kindergarten geschrieben steht, führt ein Pfeil mit einem gezeichneten Mädchen in Richtung des Kindergartens. © Goethe-Institut

Video International Sign

Pirsên kû herî zêde tên pirskirin

Further questions? Write us via the contact form. We will forward your questions anonymously to the advisors of the youth migration services.

Contact form