Ansicht auf ein Gebäude mit der Aufschrift „Jobcenter“ © Goethe-Institut

Ruxseta Xebatê

Hûn ji derveyî Yekitiya Europayê (YE) an jî ji derveyî Qada Aborî ya Ewropayê tên? Vêca pêwîstiya we li Almanyayê bi ruxseta xebatê heye (Arbeitserlaubnis an jî Arbeitsgenehmigung). Li ser belgeya we ya destûra mayînê dinivîse bê mafê we yê xebatê li Almanyayê heye yan na û ew maf heta kengî ye. 

Sertîfîka û Danasîn

Hûn li welatê xwe xwedî perwerdehiyeke pîşeyê ne û xwedî dîplomayekê ne? Divê hûn van sertîfakayan/belgeyan wergerînin û bidin tesdîqkirin. Tesdîqkirin ew tişt e ku daîreyeke fermî rastiya belgeya kontrol dike. Baştir e ku  saziyên rayedar yên welatê we vî karî bikin. Carinan ihtimal heye ku destûrnameya we li Almanyayê li neyê qebûlkirin. Baştir e ku berî hûn werin, hûn li welatê xwe kontrol bikin (Pesenkirin Dîplomayên Biyanî/ die Anerkennung ausländischer Abschlüsse). Li ser malpera bi navê 

(Li Almanyayê pesendkirina destûrnameyan) hûn dikarin bêhtir agahiyan bistînin.

Ein Mann bedient die Anerkennung in Deutschland Webseite auf einem Tablet © Goethe-Institut

Cihên Vala

Hûn xwedî ruxseta xebatê ne? Dûre hûn dikarin ji xwe re li cihekî bigerin. Gelek îmkan hene: Mirov dikare li ser înternetê, di rojnameyê de an jî bi riya navenda karî (Arbeitsagentur/das Job-Center) fersendên karî (îlan) bibîne. Bi piranî di rojnameyan, tenê derfetên karî yên herêma we hene, lê belê ew îlan rojane in. Li ser înternetê jî gelek fersendên karî hene, lê  belê ew herdem ne rojane ne. Navenda karî (Das Job-Center) alîkariya we dike û ji we re li cihekî guncav digere, lê belê hûn dikarin rasterast ji fîrmayekê jî bipirsin. Carinan li wan deran hin cihên vala hene, lê wan ew li ser înternetê an jî di rojanmeyê de ranegihandine. Herwiha carinan ji malpera fîrmayekê bi xwe jî, mirov dikare ji xwe re karekî peyda bike. 

Û navenda agahiyên mijarên pîşeyî  (das Berufsinformationszentrum-BIZ) ya navenda karî jî heye: Li wir hûn dikarin  fersendên karî û gelek agahiyên derbarê pîşe û karî de bibînin. Herwiha hûn dikarin  profîlê xwe têxina malperên wan ya navenda karî û peydakirina karî. Heke hûn nizanin bê  hûn dikarin çi karî bikin an jî dixwazin çi bikin, BIZ xîzmeta şêwirdariya pîşeyî jî dide we.

Û dibe hûn li şîrketekê  stajekê (Praktikum) bikin ku dê bi kêrî we were: Hûn hînî kar dibin û pêwenendiyan bi dest dixin.

Ein Mann liest Zeitung und sucht nach Stellenangeboten. © Goethe-Institut

Serîlêdan

Serîlêdan pêngava pêşîn ya têketina bazarê ye. Belgeyên serîlêdanê gelekî giring in. Pêwîstî bi çend tiştan heye; nameyekê pêwîst e ku fîrmayekê nivîsîbe, wêneyekî baş yê ji bo serîlêdanê, CVyek (Lebenslauf) û sertîfîkayên we (Bi Almanî) jî pêwîst in. Navenda Agahiyên Mijarên Pîşeyî  (das Berufsinformationszentrum (BIZ) li Almanyayê xebatan li dar dixe. Di wan xebatan de diyar dike bê divê serîlêdana karî çawa be û diyar dike bê dîdariya karî jî divê çawa be. 

Li gelek bajaran, şêwirdarî ji bo koçberan hene. Li vir dema ku hûn ji xwe re li karekî digerin, alîkariya we dikin û di serîlêdanaji bo karî de jî alîkariya we dikin (Lê binhêrin: BAMF - Bundesamt für Migration und Flüchtlinge, ango daîreya federal ya ji bo koçber û penaberan). Ji bo mirovên ciwan yên ji temenên wan kêmî 27 salan e, li daîreya xizmeta ciwan û koçberan şêwîrdariyeke taybet heye.

Eine Frau steht vor einem Passfotoautomaten. © Goethe-Institut

Video International Sign

Pirsên kû herî zêde tên pirskirin

Further questions? Write us via the contact form. We will forward your questions anonymously to the advisors of the youth migration services.

Contact form