Ein Wohnhaus mit vielen Wohnungen ist zu sehen. Vor dem Haus steht ein blühender Baum. © Goethe-Institut

Lêgerîna Li Xaniyê Kirê

Hûn li xaniyekî kirê digerin? Bi piranî roja înê an jî roja şemiyê di gelek rojnameyan reklamên xaniyan hene. Mirov dikare reklamên xaniyan li ser malperên rojnemayan jî peyda bike. Li ser înternetê malperên serbixwe yên milkfiroşan jî hene. Ofîsa xaniyan ya bajarê we an jî şaredarî jî bi piranî di lêgerîna xaniyê de alîkariya we dike. Li hin herêman mirov bi hêsanî xaniyekê kirê dibîne. Li heremên din de peydakirina xaniyekê gelek zehmet e. Wê demê milkfiroşek dikare alîkariya we bike ta ku hûn xaniyekî kirê bibînin. Heke ew ji bo we xaniyekê bibîne, divê hûn pereyan bidine wî. Bi giştî milkfiroş têheva ji 2 mehan heya 3 mehan wekî komisyonê ji we distîne.

Ein Schlüsselbrett mit vielen Schlüsseln hängt im Eingang einer Wohnung. © Goethe-Institut

Kirê û komisyon

Bi piranî pereyê kirêyê ku divê hûn bidin di reklaman de dinivîse. Lê belê ev bi piranî tenê kirêya safî ye (Kaltmiete, ev ew kirê ye ya ku mesrefên zêde û yên apartmanê ne tê de ne). Bi ser de jî divê hûn lêçûnên din jî bidin. Wekî mînak, hûn ji bo av, paqijkirina bindava apartmanê û qirş û qalan û lêçûnên kalorîfer û elektirîkê jî hûn pereyan didin. Ev lêçûnên zêde in. Lê belê ev cihê ne. Ji xwediyê xênî bipirsin bê wekî din çi lêçûn zêde hene û  divê hûn dê çiqas pere bidin. 

Kirêya Safî û lêçûnên zêde li gel hev wekî tevahiya kiriyê tên binavkirin. Tevehiya kiriyê hûn dê her meh hewaleyî xwediyê xênî bikin. 

Bigiştî mobîlyayên xênî tune ne. Ji bo tiştên ji kirêdar d xênî mane, wekî mînak ji bo sarincê divê hûn pere bidin. Navê vê komisyon (Ablöse) e.

Xwediyê xênî bi piranî ji kirêdar depozîtoyê dixwazin. Buhayiya vê komisyonê herî zêde 3 kirêyên safî ye. Dema ku kirêdar ji xênî derket depozîtoya ku daye dîsa ji xwediyê xênî distîne. Heger mirov bixwaze bibîne ka pereyê kirê zehf e an na, dikare li endeksa kirayê binhêre. Li wir mirov ji bo her bajêrî navîniya pereyê kirayan dibîne. Li ser înternetê ‚‘Mietspiegel‘‘ (Endeksa kirayê) û navê bajarê xwe binivîsin. 

Di destpêka sala nû de, mirov hîna nizane pêwîstî bi çiqas av, elektrîk an jî sotemeniyê (Gaz) heye.Ji ber vê her mehê avansekê (Vorschuss) dide. Di dawiya salê de, axir, mirov perê xwe dîsa distîne an jî divê mirov hê bi ser de pereyekê din jî bide. 

Ein Stromzähler hängt im Keller einer Wohnung. © Goethe-Institut

Peymana Kirê

Hemû agahiyên di derbarê kirê û depozîtoyê de di peymana kirê de tên nivîsîn. Dema hûn ji xênî derdikevin, diyar dike bê divê hûn xênî restore bikin an na. Di vê mijarê de jî agahî hene di peymana kirê de. Her wiha, di peymana kirê de agahiyên di derbarê wextê agahdarkirinê de jî hene. Bi piranî dema ku hûn bar dikin xaniyekê nû, divê hûn peymaneke dewrkirinê (Übergabeprotokoll) jî îmze bikin. Di ‘’Übergabeprotokoll’’ê de tiştên wekî kîjan alav li malê hene hwd dinivîsin. Bi wî awayî hûn û kirêdar dizanin bê dema hûn ji malê bar bikin, çi dê li malê bimîne. Berî ku hûn peymana kirê îmze dikin, peymana kirê û peymana dewrkirinê baş bixwînin.

Rêbazên avahiyê

Hûn naxwazin hûn bi cîranên xwe re nîqaşan bikin? Divê hûn bala xwe bidin çend rêgezan: Bi gelemperî ji saet 22an heta saet 7an dema bêhnvedanê ye. Ji ber vê divê hûn zehf deng dernexin. Yekşem û rojên betlaneyên fermî giş rojên  bêhnvedanê ne.

Li Almanyayê gelek koneynerên gilêşê ji bo kaxiz, karton, fêkî, bermahiyên sebzayan û ji bo qirş û qalên din hene. Divê mirov tiştên wek  cam (pîpok), qûtî û alavên elektronîk bibe  cihên taybet yên berhevkirinê yan jî konteynerinan. Hemû rêgezên din  di rêbazên avahiya we de hatine diyarkirin. Wekî mînak: Destûr heye ku hûn ji xwe re di xênî de kûçikekî yan jî pisîkekê xwedî bikin? An jî: Divê hûn korîdor an jî hewşa li ber xênî paqij bikin?

Eine Person putzt ein Treppenhaus in einem Wohnhaus. © Goethe-Institut

Video International Sign

Pirsên kû herî zêde tên pirskirin

Further questions? Write us via the contact form. We will forward your questions anonymously to the advisors of the youth migration services.

Contact form