Seitliche Ansicht auf einen jungen Mann der vor einem Schild an einem Gebäude mit der Auschrift © Goethe-Institut

Şêwirmendî çawa pêk tê?

Pirsek yan pirsgirêkek we heye? Bersîv yan jî temî ji we re lazim in? Di şêwirmendiyê de hûnê mirovên ku alîkariya we bikin nas bikin. Şêwirmend bersîva pirsên we nas dike, yan jî dizane alîkarî li ku peyda dibe. 

Hûn naxwazin bi tenê biçin cîhê şêwirmendiyê? Wê demê hûn dikarin bo nimûne bi hevserê/mêrê an jî hevsera/jina xwe, bi hevalekî/hevaleke yan jî merivekî din werin. Li gelek cîhên şewirmendiyê hûn dikarin bi rêya telefonê jî tekilî deynin. Şêwirmend wê bersîva pirsên we bi riya telefonê bidin. Şêwirmendî di internetê jî heye: Hûn dikarin pirsên xwe bi riya emailê, ango nameya elektronîk, û chatê ango sohbeta internetê bişînin. 

Şêwirmendî anonîm e, ango bê nasnameyek diyar, ye Şêwirmend tenê bi we re derbareyê pirs û pirsgirêkên we diaxivin. Axaftina bi kesên din re ji wan re qedexe ye. Şêwirmendî bêteref in ango ne alîgirê tu kesî ne Şêwirmend dixwazin alîkariya we bikin. Baweriya xwe bi şêwirmendan bînin û netirsin. Pirî caran, şêwirmendî belaş in Ne hewce ye hûn pereyan ji bo vê alîkariyê bidin. Carnan hûn alîkariyê di heman demê de distînin, carnan jî divê hûn jivanek ango randevûyek bistînin. 

Gelo, şêwirmendiyek bi taybet ji bo min heye?

Şêwirmendiyên taybet ji bo koçberan hene: Şêwirmendiya koçberên gihîştî (MBE) û servîsên koçberên ciwan (JMD) anonîm, bêteref û belaş in. MBE alîkarî didin hemû mirovên gihîştî. JMD alîkarî didin mirovên bi temenê navbera 12an û 27an û dêûbavên wan. Şêwirmend bi giştî bi gelek zimanan dizanin. Şêwirmend bi zimanê te nizane? Yan jî zimanê we yê Almanî têre nake? Wê demê tercuman/werger dikare alîkariyê bike: Ew herdu zimanan diaxive/dizane. 

Gelo, ez çi dikarim ji şêwirmendan bipirsim?

JMD û MBE alîkarî ji bo hemû pirs û pirsgirêkên jiyana li Almanyayê didin, wek nimûne: Ez dikarim çiqasî bi vîzeyê xwe li Almanyayê bimînim ? Alîkarî li ku heye dema ku di malbatê de pirsgirêk hebin? Ez li ku dikarim fêrî almanî bibim? Ez li ku li xaniyan bigerim? Destûr heye ku ez li Almanyayê kar bikim? Ez karekî li ku dikarim bibînim? Dema prisgirêken darayî hebin, ezê çi bikim? Dema ku ez nexweş bim êzê çi bikim? Dema ku zarokek min çêbibe, kî alîkariyê dike. Li ku ajoname/ehliyet peyda dibe? Kîjan bilêtê trênê ji min re lazim ê? Ez çawa dikarim karneyên xwe bidim qebûl kirin? Bi taybetî, JMD alîkarî ji bo rêdîtina di pergala perwerde û meslekê jî dide. 

Ez li Almanyayê me. Ez li ku şêwirgehek peyda bikim?

Hûn li Almanyayê ne û li şêwirgehekê digerin ? Di bin Navnîşanên girîng tu dikarî navendên şêwirdariyê (MBE an JMD) nêzîkî te bibînî. Hûn dikarin encamên tevî agahiyên wek Navnîşan yan jî hejmara telefonê li ser nexşeyek bibînin. 

Ez hîn jî li welatê xwe me. Ji bo min jî şêwirgehek peyda dibe?

Hûn hîn ne li Almanyayê ne û li şêwirgehekê digerin? Ji bo vê yekê şêwirmendiyek ji bo koçberan di internetê de heye. Li butona Online-Beratungê bitikînin. Li wê derê agahdariyên zêde hene.