Jemand arbeitet an einer Werkbank. Man sieht ein Lineal, einen Messschieber und Klebeband. © Goethe-Institut

Qedandina xwendinê û destûrname

Bi giştî li almanyayê eger destûrname yan perwerdehiya pîşeyî ya mirovî hebe, dê bikare hêsantir karekî peyda bike. Pêwîst e ku tu perwerdehiya xwe ya pîşeyî temam bikî. Herwiha destûrname jî pêwîst e. Destûrnameya te ji welatê te bi xwe heye? Naxwe wan wergerîne û bisediqîne. 

In einer Küche eines Restaurants arbeiten verschiedene Menschen. © Goethe-Institut

Pêvajoya perwerdehiyê

Ji bo tu bikarî tev li perwerdehiyekê bibî, bi kêmasî divê destûrnameya te ya dibistana navendî  (Hauptschulabschluss) hebe. Bê destûryarbûnê gelekî zehmet e ku mirov bikare perwerdehiya pîşeyî bistîne. Li gelek cihên almanyayê, perwedehiya pîşeyî bi pegala dumendî dimeşe. Anku di cih de mirov diçe şirketekê ta ku fêrî karî bibe lê di heman demê de diçe dibistaneke pîşeyî jî, ku li wir tiştên teorîk derbarê wî karî de tên fêrkirin. Herwiha li gel wan çend dersên wek siyaset, almanî û werzişê jî hene. Lê li şirketê şagirt perwdehiyeke tetbîqî distîne ku hefteyê 3 yan 4 rojan li şirketê dixebite û hefteyê ji 8 heta 12 saetan jî li dibistanê dibuhirîne. Yan jî çend hefteyan li şirketê ye ^y çend hefteyan li dibistana pîşeyî  ye. Ew pwerdehî li gelek şirketan û teqrîben di hemû warên karî de pêkan e. Awayê peydakirina karî wek awayê peydakirina cihê perwerdehiyê ye. Anku divê mirov daxwaznameyekê ji (li peydakirina karî binere) . Di dema perrwedekirinê de tu hinek pere jî disitînî.

Mideta perwedehiyê

Bi giştî perwerdehiya pîşeyî du an sê salan dirêj dike. Lê perwerde ji bo pîşeyên wisa jî hene ku tu mirov dikare zûtir hîn bibe, wek mînak, lênerîna zarokan, lênêrîna kal û pîran yan amadekirina kozmetîkan. Ji ofîsa kar û xebatê ya bajarê xwe agahiyên zêdetir hîn bibe. 

Auf dem Bild ist eine Bibliothek mit Tischen, an denen man sitzen und arbeiten kann, zu sehen. © Goethe-Institut

Xwendin

Kesên ku xwendina lîseyê qedandine, dikarin li zanîngehê bixwînin. Bi dîplomaya lîseya pîşeyî mirov dikare biçe dibistan an koleja pîşeyî. Perwedehiya dibistanên pîşeyî bi giştî ji perwerdehiya zangîngehan bêtir li ser sepandinê disekine. Divê xwendekarên perwerdehiya bilind (Uni û FH) li Almnayayê gelekî baş bi almanî bizanin eger almanî ne zimanê wan yê neteweyî be. Bi giştî pêdiviya te bi “Deutsche Sprachprüfung für den Hochschulzugang” anku “ ezmûna zimanê almanî ji bo dibistanên bilind” an TestDaF “ ezmûna zimanê almanî ji bo biyaniyan”heye. 

Ji bo ku mirov bikare bixwîne divê xercê dewra dibistanê bide. Ev xerc ji xizmetên civakî û lêçûnên Îdarî pêk tê. Carinan karta dewrî ya xwendekaran yan jî karta veguhestina giştî jî tê de ye. Ji bo bidestxistina destûrnameya lîsansê (Bachelor-Abschluss) 6 yan 8 dewr tên xwendin. 2 heta 4 jî lazim in eger masterê bixwînî.

Li her bajarekî navenda agahiyên mijarên pîşeyî (BIZ,Berufsinformationszentrum ) heye. Tu dikarî cihê BIZê ji navenda karî hîn bibî. Li vê derê şêwermendiya mijarên perwerdehiya pîşeyî, xwendina bilind û xwendina zanîngehê û xebatakan dikin.

Video International Sign

Pirsên kû herî zêde tên pirskirin

Further questions? Write us via the contact form. We will forward your questions anonymously to the advisors of the youth migration services.

Contact form