Ein Fahrrad mit zwei Körben ist gefüllt mit Einkäufen. © Goethe-Institut

Cih û Dikanên di Jiyana Rojane de

Li hemû bajarên Almanyayê heta li hin gundan de jî sûpermarket hene. Li wir mirov gelek tiştên giring ji bo jiyana rojane dikirre: Nan, goşt, mast, çîkolata, alavên paqijkirinê û kaxizên tuwaletê. Bi gelemperî sûpermarket ji saet 7:00/8:00an herî kêm heya saet 20:00an vekirî ne, carinan jî heta saet 22:00an. Hûn dixwazin alavên jiyanî yên gelek teze bistînin? Li gelek cihan hefteyê carekê an jî du caran bazar heye. Bi piranî rojên şemiyê tên vekirin. Di bazarê de hûn fêkî û sebzeyên teze û SPECİALÊN herêmî distînin. Hûn dikarin goştê teze û sicûq hûn li ba qesaban (Li başûrê Almanyayê wekî ‚‘Metzgerei‘‘ tên bi nav kirin) peyda bikin. Nanê teze hûn dikarin ji firinan bistîne.

Firin, qesab û cihên din yên biçûk nîvro tên girtin. Bi êvaran bi piranî bes heta 18:00 an jî 18:30an vekirî ne. Bazar bi gelemperî ji sibeh zû heta nîvê şevê didomin. Roja yekşemê hemû dikan girtî ne.

Auf einem Tisch liegen in einem Beutel verschiedene Gemüsesorten, Obst und andere Einkäufe © Goethe-Institut

Servîsa Teslîmatê

Heke hûn naxwazin ji bo kirrîna alavan ji malê derkevin, hûn dikarin ‚‘servîsa teslîmatê‘‘ (Lieferservice) bikarbînin: Hûn telefonî servîsa teslîmatê  dikin an jî di înternetê de formekê dadigirin. Dûre kesek ji we re wekî mînak pîzza an jî ava qilê (Soda, Mineralwasser)  tîne mala we. Ev servîs ji kirrîna li dikanê buhatir e. Li gelek gundan de dikan tune ne, ji ber vê bazirgan birêkûpêk diçine wir. Ew bazirgan an etar alavên jiyanî û tiştên din ji bo jiyana rojane difroşin.

Dikanên Taybet û Înternet

Heke hûn dixwazin wekî mînak ji xwe re dolabekê, kompûterekê an jî çend cot pêlav bistînin, hûn dikarin biçin dikanên taybet an jî navendên kirrîn û firotinê. Di navendên kirrîn û firotinê de tiştên gelek cuda hene. Berî her tiştî navendên kirrîn û firotinê li bajaran hene. Dikanên taybet bûne pispor di hin hilberên diyarkirî de, wekî mînak dikanên mobîlyayê,  dikanên elektronîk yên taybet an jî dikanên pêlavan hene. saetên vekirinê bi piranî ji saet 09:30 heya 20:00an e, carinan jî bi tene heta saet 18:30an e.

Mirov îro di vê heyamê de gelek tiştan bi riya înternetê dikirre. Bi piranî divê hûn tenê çend rojan bisekinin û dê hilber bên mala we.

In einem Möbelhaus sieht man ein eingerichtetes Wohnzimmer mit verschiedenen Möbeln zum Verkauf. © Goethe-Institut

Peredayîn

Li Almanyayê gelek awayên cihê yên peredayînê hene. Bi peredayîna neqid hûn dikarin li her derê. Heke di bankayekê de an jî sindoqên teserufê de hesabekî we hebe, hûn karta bankayê (EC-Karte) û bi piranî karteke krediye (MasterCard an jî Visa) distînin. Di gelek dikanan de hûn dikarin bi karta bankayê (EC-Karte) an jî karta krediye (Kreditkarte) pereyan bidin.

Li ser înternetê bi karta krediyê, lê belê bi hewaleya bankayê jî an jî hesab mirov dikare pere bide. Heke hûn bi hewaleya bankayê dixwazin pere bidin, divê hûn agahiyên hesabê xwe online (serxet) bidin. Dê pere dûre ji hesabê we bê kişandin. Di hesabekê de hûn ji hesabê xwe pere hewale dikin.

Eine Person zieht eine Kreditkarte aus einem Geldbeutel. © Goethe-Institut

Fiyat, Garantie û Veguherîn

Li gelek dikanên Almanyayê buhayiyên  hilberan (Produkt) diyarkirî ne. Di marketê de û dikanên taybet yên ji bo miqdarên mezin, hûn dikarin carinan bazarê bikin. Lê belê bi gelemperî ev tişt ne asayî ye. 

We tiştek kirrî û ew xerabe derket? Vêca hûn bi du salan xwedî mafê garantiyê ne: Hûn hilberekê nû distînin an jî hûn hilbera xerabe dizivirînin û dîsa pereyên xwe distînin. An jî divê hûn kêmtir bidin. Carinan jî ji bo hilberan garantî heye. Heke hilber wekî mînak televîzyon, di dema garantiyê de xera bibe, ew dê bê pere bê temîrkirin. An jî hûn televîzyoneke nû bi dest dixin.

Hin dikan îmkana veguherînê jî didine we: Heke hûn hilberê (Produkt) neêcibînin, hûn dikarin wê bizivirin. Di înternetê de yan jî di dikanên mezin de û di navendên kirrîn û firotinê de veguherîn bi piranî di nav 14 rojan de pêkan e. Ji bo vê divê mirov fatûre yan jî fîşê nişan bide. Bi pirranî di fersendên taybet (promosyon) de mirov nikare bi piranî veguherîne.

Video International Sign

Pirsên kû herî zêde tên pirskirin

Further questions? Write us via the contact form. We will forward your questions anonymously to the advisors of the youth migration services.

Contact form