Ein Bräutigam steckt seiner Braut den Ehering an den Finger. © Goethe-Institut

Belge

Li gelek welatan mirov li birêveberiya nufûsê dizewicin. Ev zewaceke fermî ye. Ev li Almanyayê jî wisa ye. Li nik vê, mirov dikare bi awayê olî jî bizewîce. Zewaca olî piştî zewaca fermî tê. 

Hûn dixwazin li Almanyayê bizewîcin? Vêca divê hûn serî li birêveberiya nufûsê ya bajarê xwe bidin. Ji bo serîlêdanê pêwîstiya we bi çend belgeyan heye: Belgeya îqametgehê(Meldebescheinigung), nasname (Ausweis) an jî pasaporta (Pass) we û belgeya jidayîkbûnê (Geburtsurkunde). Zarokên we yan jî zaroka hevjînê we heye? Divê vêca hûn belgeyên zarokan jî bi xwe re bînin. Divê hûn van belgeyan wergerînin zimanê Almanî. Noterek jî divê rastbûn an dirûstbûna van belgeyan îmze bike. Divê ew werger bê pesend kirin. 

Heke hûn zewîcin, hûn ji birêveberiya nufûsê belgeyeke nû distînin: Belgeya zewacê (Heiratsurkunde an jî Eheurkunde). Heke hûn bixwazin, hûn dikarin deftera qeyda malbatê (Familienstammbuch) bistînin ku agahiyên di derbarê malbatê dihewîne. 

Hûn li welatê xwe ji xwe zewîcîbûn? Teqez we ji wir jî belgeyek standiye. Ev belge belgeya bîyanî ya zewacê (ausländische Heiratsurkunde an jî Eheurkunde) ye. Divê hûn vê belgeyê li birêveberiya nufûsê bidin nasîn. 

Dawet

Gelek mirov bi pîrozbahiyeke mezin daweta xwe dikin. Jin bi piranî kinceke spî yê dawetê, ango kirasê bûkaniyê li xwe dikin. Gelek kes gustîrkên dawetê ji hev re distînin. Di dawetê de zava ji bûkê, bûk jî ji zava re gustîrkê distîne. 

Ji bo agahiyên zêdetir di derbarê ‘’zewaca navneteweyî‘‘ (‘’Internationale Eheschliessung‘‘) de hûn dikarin li malpera wezareta karên derve binerin. Agahiyên di derbarê pevgihandina malbatê (‘’Ehegattennachzug), we bixwaze hevjînê we bixwaze ku were Almanyayê ba we, li ser malperên ‘’Willkommen in Deutschland’’ (‘’Hûn bi xêr hatin Almanyayê’’) yên BAMFê ((Bundesamt für Migration und Flüchtlinge, ango daîreya federal ya ji bo koçber û penaberan) agahî hene ne.

Video International Sign

Pirsên kû herî zêde tên pirskirin

Further questions? Write us via the contact form. We will forward your questions anonymously to the advisors of the youth migration services.

Contact form