Die Flagge der Europäischen Union ist zu sehen. © Goethe-Institut

Nêrîna giştî

Yekîtiya Ewropayê (YE) yekîtiyek e ku ji 27 netewan pêk tê (ji Çile 2020). 24 zimanên fermî hene, ku hemû belge û agahdariyê YE bi wan zimanan tên belavkirin. Pergala siyasî li ser bingeha du peymanan e (Peymana li ser Yekîtiya Ewropayê û Peymana li ser karûbarê Yekitiya Ewropayê). YE bi taybetî ji aliyê van 5 saziyan ve tê rêvebirin: Şêwirmendiya Ewropayê, Şêwirmendiya Yekîtiya Ewropayê, Parlamana Ewropayê, Komîsyona Ewropayê û Dadgeha YE.

Der Checkpoint Charly in Berlin zeigt die Geschichte Deutschlands. © Goethe-Institut

Dîrok

Almanya yek ji şeş netewên damezrînêr e yên piştî şerê duyêmin yê dunyayê di salên 1950 an de YE îroyîn damezrandin. Di destpêkê de têne yekîtiyek aborî bû da ku ticaretê hasantir bike. Ji ber vê, ji sala 2002 an û pê ve di 19 dewletên YE de tenê pereyek heye, Ewro. Îro, siyaseta hevbeş di pêşplanê de ye: ji guhera hewayî ango klîmayê, ji parastina derûdorê, ji tendurustiyê, heta têkiliyên derveyî û ewlekarî, dadgehî û penaberî.

Armanc û nirx

Yek ji armancê YE bicîhanîna aşitiyê ye û rihetbûna hemwelatiyên xwe, wekî din azadî, ewlekarî, mafdariya bê sînorên hundirîn. Tevlibûn, xweşbînî, mafdarî, piştgirî û necûdakirin nirx in, yên ku hemû endamên YE bi hev re girêdidin. Ji dema damezrandina xwe tu şer di navbera netewên endamên YE de çênebûne.
 
Wekhevbuyîn nirxekî din yê YE ye. Ango mafê hemû hemwelatiyên YE li hemberî dadê wekhev e. Wekhevbuyîna jin û mêran beşek ji hemû kiryarên siyasî yê YE ye û ev jî bingeha tevlibûna ewropî ye. Ev nirx li hemû beşan rewa ye. Prensîba meaşê wekhev ji bo xebata wekhev ji sala 1957 an û pê ve bi peymanek hatiye nivisandin, le di rojevê de nayê dîtin.

Auf einer Ampel zeigt das rote Licht ein gleichgeschlechtliches weibliches Paar und das grüne Licht ein gleichgeschlechtliches männlichs Paar. © Goethe-Institut

Daîreya wekhevbuyînê ya YE

Armanca daîreya wekhevbuyînê ya YE ev e ku alîkarî bide kedkarên di YE de, çawa ku heqê wan li gor serbestbûna xebatkaran li Almanyayê heye. Ev daîre teklîfa alîkariyek serbixwe ya dadî û alîkariya wekî din dide bi awayê şêwirmendî û agahdarkirinê ji bo heqe sebestbûna xebakaran. Ev agahdarî bi zimanê Almanî, Înglîsî, Polonî, Hîspanî, Fransewî, Romanî û Bulxarî hene.
 

Video International Sign

Further questions? Write us via the contact form. We will forward your questions anonymously to the advisors of the youth migration services.

Contact form