Ein Kellner steht an der Bar in einem Restaurant und trocknet Gläser ab. © Goethe-Institut

Belgeyên giring di despêka xebatê de

We ji xwe re li Almanyayê li cihekî karekî sabit peyda kir? Vêca hûn karker-xebatkar (Arbeitnehmer) in. Pêwîstiya we bi çend belgeyan heye  ji bo hûn bidin karderê xwe. Pêşiyê pêwîstiya we bi îsbatê heye ku hûn xwediyê sîgortata nexweşiyê ne. Hûn dikarin vê belgeyê ji dezgeha sîgortayê bistînin. Li Almanyayê divê her kes xwedî sîgortaya nexweşiyê be. Bi piranî pêwîstiya we bi (Belgeya dadwerî ya reftarên qenc) heye. Hûn vê jî ji ‘’Einwohnermeldeamt’’(rêveberiya  Nufûsê) distînin. 

Sîgorta û Bac

Piştî hûn dibin karker-xebatkar, êdî sîgorteya karkenariyê û sîgortaya betaliyê ya we çêdibe. Lê belê divê hûn li vir ti tiştî nekin, ji xwe hûn bi awayekî jixweber dibin xwediyên van sîgortayan. Karder beşekî ji sîgorteya we ya nexweşiyê û sigortaya karkenariyê û sigortaya betaliyê dide. Beşê din jî hûn didin. Ji xwe ev bi away jixweber dê her meh ji muçeya we bê birrin. Pêwîstiya we bi hejmara bacê û karta baca muçeyê ya elektironîk heye. Hûn her duyan ji gerînendeya maliyê (Finanzamt) distînin. Hûn ne neçar in ku bacên xwe bi xwe ne diyar bikin. Gerînendeya maliyê  bacan rasterast ji mehane/muçeyê we distîne.

Peymana Karî

Gava hûn nû dest bi karekî dikin, ji xwe demek ji bo ceribandinê hye. Dema ceribandinê li gorî cihê karî diguhere. Carinan ev bes çend hefte ne, carinan jî nîv sal e. Di vê demê de karder ji nêzîk ve çavdêriya we dike . Û ew biryar dide bê ka hûn dê piştî dema ceribandinê di firmayê de bixebitin an na. Di dema ceribandinê de dema agahdarkirinê (Kündigungszeit)  ji ya asayî  kintir e. (Bi piranî ji du hefteyan heta  sê hefteyan) Ji xwe ya asayî dema agahdarkirinê 3 meh e.

Karên Biçûk

Li Almanyayê karên biçûk/karên bi 520 Euroyî jî hene. Karê biçûk (Minijob) karekî wisa ye ku, mirov bi pirranî 520 Euroyî dikare qezenc bike. Dîsa jî  bi awayekî jixweber hûn  dibin xwedî sigortaya nexweşiyê û sigortaya karkenariyê. Lê bele vê carê bes karder dide, hûn ne mecbûr in ku bidin. Lê sigortaya we ya betaliyê tune.

Eine Kellnerin in einem Restaurant stellt Stühle auf die Tische. © Goethe-Institut

Xebata Serbixwe

Hûn bi tena serê xwe dixebitin anku ti kes li ber destên we naxebite? Pêwîstiya we jî bi sîgortaya nexweşiyê heye. Lê belê divê hûn sîgortaya nexweşiyê  bixwe ji kîsê xwe bidin. Heke hûn xwedî sîgortaya karkenariyê bin, ew jî baş e. Di hinek pîşeyan de, wekî mînak pîşewer an jî pîrik divê hûn sîgortaya karkenariyê çêkin. Divê hûn ji gerînendeya maliyê hejmara bacê bînin. Dûre biryar tê dayîn bê divê hûn çiqasî bac bidin. Divê hûn bacên xwe pesend bikin. Heke hûn dixwazin ji xwe re fîrmayekê damezirînin pêwîstiya we bi destûra bazîrganiyê (Gewerbeschein) heye. Hûn destûra bazîrganiyê ji ofîsa bazirganiyê (Gewerbeamt) distînin. Hûn dikarin ji avahiya şaredariyê (Rathaus) bipirsin, bê ofîsa bazirganiyê ya bajarê we li kû ye. Û heke hûn dixwazin dikanekê an jî restorantekê ji xwe vekin pêwîstiya we bi destûra bazirganiyê heye.

Eine Frau sitzt an einem Tisch in ihrer Wohnung und arbeitet am Laptop. © Goethe-Institut

Video International Sign

Pirsên kû herî zêde tên pirskirin

Further questions? Write us via the contact form. We will forward your questions anonymously to the advisors of the youth migration services.

Contact form